• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegeran astengkirin û sansur protesto kirin

Wan / AW

24 COTMEH 2025 - 19:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger û xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê, mirina biguman a Rojîn Kabaîş û astengkirina parvekirinên medyaya dîjîtal ên derbarê dosyaya lêpirsînê de protesto kirin û dan zanîn ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin.

Şaxa Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) a Wanê, Şaxa Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) a Wanê û Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) mirina bigûman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş û astengkirina parvekirin û girtina hesabên rojnamegeran ên Xê yên derbarê dosyaya lêpirsînê de protesto kirin. Gelek rojnameger, li navenda kampûsan a zanîngehê kom bûn û xwendekarên zanîngehê û nûnerên saziyên sivîl jî piştgirî dan daxuyaniya rojnamegeran.

‘Rektor bêdengiya xwe didomîne’

Endama MKGê Ozlem Yacanê metna daxuyaniyê xwend û destnîşan kir ku hevalên Rojînê ev 12 roj in bi hêviya ku li kampusê perwerdehiyek ewle bibînin û bersiva pirsên xwe bistînin ji Rektor Hamdûllah Şevlî daxuyaniyekê dixwazin. Ozlem Yacan, anî ziman ku rektor Şevlî bi israr bêdengiya xwe ya didomîne û got: “Weke endamên çapemeniyê, em li zanîngehê xwepêşandanan dişopînin, fikarên xwendekaran tînin ziman û di çarçoveya mafê agahdarkirinê yê raya giştî de erkên xwe bi cih tînin. Lêbelê, Rektor Hamdullah Şevlî nahêle em erka xwe ya sereke ya ku kampusê bikin cihekî ewletir û nahêle ku rojnamevan bikevin kampusê. Ji bilî vê, fermanan dide ku hesabên medyaya dîjîtal ên rojnameger û rojnameyên ku li ser Rojîn Kabaîş nûçeyan dinivîsin werin astengkirin.”

Hesabên rojnamegeran hatine astengkirin

Ozlem Yacanê diyar kir ku bi fermana rektor gihîştina hesabên gelek rojnameger û saziyên çapemeniyê hatiye astengkirin û wiha dirêj kir: “Gihîştina hesabên X ên rojnamevan Rûşen Takva û Kadir Cesur û her wiha Rojnameya Yenî Yaşamê hatine astengkirin. Her wiha, parvekirinên nûçeyan ên rojnamevan Adnan Bilen û Rojnameya Van Express ên li ser Rojîn Kabaîş jî bi heman awayî hatine astengkirin. Di vê navberê de, Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji ber nûçeyên wan ên li ser mirina Rojîn Kabaîş, derbarê rojnamevan Oznur Deger û Dîlan Babat de lêpirsîn daye destpêkirin. Heta nehatiye diyarkirin ka hesabên çend welatiyên din jî hatine astengkirin. Em van talîmatên neqanûnî red dikin. Em ji Rektorê Zanîngehê Şevlî dixwazin ku li şûna bi astengkirina çapemeniyê azadiya raman, erka xwe ya sereke bi cih bîne, ewlehiya xwendekarên xwe misoger bike û kampusê veguherîne stargehek ji bo zanistê.”

‘Ev pratîkek keyfî ye’

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz windabûn û mirina biguman a Rojîn Kabaîş bi bîr xist û got ku rojnameger, jin, xwendekar û gelê Wanê di tevahiya têkoşîna wan de li kêleka wan bûne. Sînan Ozaraz anî ziman ku hewl tê dayîn dengê wan di têkoşîna wan ya edaletê de were bêdengkirin û got: “Em ê di têkoşîna xwe ya edalet û rastiyê de dengê xwe bilind bikin. Dengê çapemeniyê ku azadiya me ya derbirînê û mafê me yê agahdarkirinê misoger dike, nayê bêdengkirin. Ev pratîkek keyfî ye.”

‘Kî dikare bê fikar xwendekarên xwe bîne vir?’

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal mafê axaftinê wergirt û ev tişt anî ziman: “Me mirina Rojîn Kabaîş wekî mijarek civakî, mijarek ji bo her kesê ku li edaletê digere hilgirt dest. Malbata Rojînê ku çend roj berê li me geriyan, berxwedana xwendekaran silav kir û got ku ev ji bo wan moralek bilind e. Malbat îdîa dike ku keça wan bi awayekî rêxistinkirî hatiye kuştin û hewldanek rêxistinkirî heye ku rastiyê ji holê rake. Zanîngeh cihên fêrbûnê ne. Lêbelê, heke rastî were bêdengkirin, tehdîtkirin û ambargo were danîn, kî dikare bê fikar xwendekarên xwe bîne vir? Refleksa civakî dê vê zihniyetê eşkere bike. Em ê ji bo Rojînê û ji bo aşkerekirina rastiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

 ‘Hûn ji çi ditirsin?’

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî destnîşan kir ku hewl tê dayîn mirina biguman a Rojîn Kabaîş neyê lêkolînkirin. Abdullah Zeydan anî ziman ku malbat ji roja yekem ve têdikoşe û daxwaz dike ku mirina Rojîn Kabaiş wekî bigûman were lêkolînkirin. Abdullah Zeydan bi domdarî ev tişt got: “Çima hûn hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamegeran ku çav û guhên civakê ne digirin? Hûn ji çi ditirsin?”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê, girse ber bi pêşiya Fakulteya Perwerdehiyê ve meşiya û dirûşmeyên weke “Jin jiyana azadî”, “Berxwedan ji bo Rojîn berxwedan”, “Zilam dikujin, dewlet diparêze” û “Rektor îstifa bike” berz kirin. Piştî meşa ciwanan çalakî bi dawî bû.

 

Etîket: kuştinmesprotestoROJINWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

25 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

E. Pejder Altan: Piştperdeya bûyerên di Sûriyeyê de Tirkiye heye

15 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne