• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Ceklin Brîmo: Destê dewleta Tirk di êrîşan de heye

Mehmet Alî Ertaş / AW

26 KANÛN 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Roja ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan çû Şamê, hêzên HTŞê li Eşrefiye û Şêx Meqsûd êrîşî Kurdan kirin. Rojnameger Ceklîn Brîmo anî ziman ku ev êrîş ne tesedufî ye û di êrîşan de destê Tirkiyeyê heye.
Piştî êrîşa 6ê cotmehê taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd di bin dorpêça hêzên girêdayî hikûmeta Şamê de ne. Dorpêç didome.

Wezkîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahim Kalin di 23ê kanûnê de çû Şamê. Şandeya wezîran a Tirkiyeyê li Şamê bi Serokê hikûmeta demki ya Sûriyeyê Ahmed Şara re hevdîtin kirin. Balkêş e roja şandeya Tirkiyeyê çû Şamê, hêzên HTŞê li Helebê êrîşî taxên Kurdan kirin.

Êrîş bi plan hatiye kirin

Rojnameger Ceklin Brîmo ku li Helebê geşedanan ji nêzîk ve dişopîne, têkildarî geşedanên li Helebê agahî dan. Ceklîn Brîmo destnîşan kir ku heta niha di navbera rêveberiya taxê û rayedarên hikûmeta demkî de hevdîtin pêk nehatiye, lê agirbestek hatiye îlankirin û wiha got: “Rêveberiya taxê her dem li ser peymana 1ê Nîsanê tev digerin û dixwazin xalên peymanê esas bigirin. Lê her dem hêza hikûmeta demkî hewl didin ku peymana 1ê Nîsanê binpê bikin. Demeke dirêj e hewl didin ku êrîş bikin û dawiya dawî êrîş kirin. Demek e dirêje amadekariyên êrîşê dikirin û ev êrîş hatibû plankirin. Balkêş e dema Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi hikûmeta demkî re hevdîtin kir ev êrîşa li dijî taxan pêk hat. Destê dewleta tirk di van êrîşan û vî şerî de heye. Tirkiye naxwaze peymana di navbera hikûmeta demkî û rêveberiya xweser de pêk bê. Hêzên girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê êrîşî taxan kiriye. Dibe ku niha bêdengî heye. Lê tax niha di bin dorpêçê dene.”

Hewldana êrîşên li dijî taxan didome

Rojnameger Ceklin Brîmo da zanîn ku niha hêzên asayişê li hundirê taxê parastina taxê dike û wiha berdewam kir: “Piştî êrîşan hêzên asayişê parastinê dike. Gel jî piştgiriyê dide parastinê. Her çend hikûmeta demkî îdîa dike ku êrîş ji hundirê taxê pêk hatiye jî, ev ne rast e. Dijberî vê yekê komên çekdar êrîşî gelê taxê kirine. Ewil hêzên girêdayî hikûmetê êrîş kirin û hêzên asayişê di êrîşê de birîndar bûn. Dronên hikûmetê li ser ezmanê taxê firiyan. Hewldanên êrîşan li ser taxan didome.”

Rojnameger Ceklîn Brîmo da zanîn ku hêzên asayişê ji bo parastina taxê di nava tevgerê de ye û wiha pêde çû: “Hêzên asayişê naxwazin êrîş pêk bên. Her dem dixwazin aramiyek û lihevhatinek hebe. Ji destpêka şoreşa Rojava heta niha ev taxên Kurdan 14 sal in di bin dorpêçê de ne. Gel ji ber ku her dim di bin dorpêçê û êrîşan de ne, xwedî tecrûbeyên gelek mezin in. Dê çawa xwe bi rêxistin bikin û li dijî êrîşan dê çawa xwe biparêzin xwedî vîneke gelek xurt e. Di dema êrîş pêk hat gel bi şev daket kolanan û çalakî li dar xistin. Li dora hêzên parastinê bûn yek. Tenê gelê Kurd li van taxan tune. Gelên din jî li van taxan dijîn. Gelên taxê bi hevre xwe diparêzin. Hewldanên asayişê ji bo parastina gelên taxê pir zêde ye.”

4 meh in tax di bin dorpêçê de ne

Ceklîn Brimo bi bîr xist ku di 1ê Nîsanê de peymana ku ji 14 xalan pêk dihat di navbera taxên Şêx Meqsûd-Eşrefiyê û hikûmeta demkî de hat îmzekirin. Li gorî peymanê diviya bû tax wekî xwe bimînin û hêzên ewlekariya hundirîn taxên xwe biparêzin. Xalên ku herdu aliyan li ser li hev kirin hatin îmzekirin. Lê berovajî vê yekê, du carin hewldanên êrîşên li dijî taxan pêk tên. Hewl didin êrîşî taxan bikin. Di 6ê cotmehê de carekê hewl dan derbasî taxê bibin. Dîsa di 23ê kanûnê de bi tang û topan êrîşên dijwar pêk anîn. Hemû aliyên taxê dorpêç kirin. Di êrîşan de jin û ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Bi van êrîşan hewl didin ku taxê têxin kontrola xwe. Di encamê de agirbesteke demkî heye. Niha li taxan bêdengî heye. Li dervê taxan liv û tevgera hêzên hikûmetê didome. Dorpêça taxan didome. Ketin û derketina tune. Dorpêçek giran li ser taxan heye. Ji şerê 6ê Cotmehê heta niha 4 meh in herdu tax di bin dorpêçek giran de ne.”

 

Etîket: êrişên HTŞêEşrefiyeHelebHTSRojavaŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne