• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnameger Altan: Tirkiye û HTŞ dixwazin li Rojava aloziyan derbixînin

Mahmût Altintaş / AW

31 TÎRMEH 2025 - 08:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Rojnameger Erdogan Altan anî ziman ku HTŞê bi fermana Tirkiyeyê êrişî Durziyan kiriye û got: “Piştî Durziyan tê gotin ku Tirkiye û HTŞ plansaziyê dike ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî aloziyan derbixîne.”

Li Suriyeyê piştî hikumeta nû ya Şamê ango HTŞê êrişî Siwêdayê kir û li dijî welatiyên Durzî dest bi komkujiyan kir. Alozî û pirsgirêkên heyî hê mezintir bûn. Ji aliyekî êrişên HTŞê yên li dijî Durziyan ji aliyê din jî gefên Tirkiyeyê li ser Rêveberiya Xweser a bi hinceta Hezên Parastina Suriyeya Demokratîk (HSD) çekên xwe bernade didomin. Ji aliye din ve jî herî dawî Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di bernameya televîzyoneke Erebî de diyar kir ku gotûbêja di navbera wan û hikûmeta Şamê de berdewam dike. Geşedanên li herême diqewimin ji aliyê raya giştî ya Kurd û cihanê ve jî ji nêz ve tê şopandin.

Rojnameger Erdogan Altan ku li herêmê rojnamegeriyê dike geşeddanên diqewimin ji Ajansa Welat re nirxand.

‘HTŞê bi fermana Tirkiyeyê êrişî Siwêdayê kir’

Erdogan Altan anî ziman ku piştî avabûna hikumeta nû ya Şamê li dijî pêkhateyên cuda êriş pêk hatin û herî dawî jî HTŞê bi fermana dewleta Tirk êrişî Durziyan kiriye. Erdogan Altan diyar kir ku aloziyên li Siwêdayê çareser nebûne û ev yek anîn ziman: “Piştî Elewiyan êrişa li dijî pêkhateyên din dest pê kir. Piştî Durziyan daxwaza rêveberiyek xweser û pergaleke ne navendî kir û meclîseke lêşkerî ava kirin. Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk dest bi hincetan kirin. Piştî hincetan çeteyên giredayî Tirkiyeyê û HTŞê xwestin bikevin Siwêdayê û meclîsa leşkerî û înîsiyatîfa Durziyan belav bikin. Em dikarin bêjin raste rast bi fermana dewleta Tirk ew êriş pêk hatin. Dewleta Tirk di van êrişan de bi rola sereke rabû. Bêguman sedemên wê yên aborî, olî û siyasî jî hebûn. Dewleta Tirk çawa li Tirkiyeyê dibêje yek ziman, yek ol û yek netew dixwaze heman pergalê li Suriyeyê jî bi cih bike. Tevî ku ewqas hevpeyman jî hatine îmzekirin jî leşkerên girêdayî hikûmeta HTŞê koçberekî ku dixwest derbasî Siwêdayê bibe kuştin. Ew êriş jî nişan dide ku êrişên HTŞê wê berdewam bikin.”

Civîna Mazlûm Ebdî û pêşengên eşîrên Dêrazorê

Erdogan Altan bal kişand ser civîna di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û pêşengên eşîrên Dêrazorê û ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk û HTŞe dixwaze piştî ji Siwêdayê encam bigirin vê carê li Dêrazorê, Reqa, Tebqa û heta Hesekê bi komên çete yên giredayî Tirkiyeyê ve bi eşîrên li herême ve jî hevdîtin bikin û bi artêşa eşîran dest bi plansaziyan kirin e. Odeya hevbeş a operasyonan hatiye avakirin. Ji Dêrazorê bigire heta Tebqayê bi pêşengiya eşîrên li dijî Rêveberiya Xweser hîn çalakiyan li dar bixînin. Armanc ew e ku gelê hemû herêmên rizgarkirî li dijî Rêveberiya Xweser rakin ser pêyan û aloziyan derbixînin. Rêveberiya Xweser û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî her tim bi pêşengên eşîran re di nava danûstandinê de ne. Piştî van agahiyan jî Fermandarê Giştî HSDê carek din bi pêşengên eşîrên herême re civînek li Dêrazorê li dar xist û wê civînê jî têkilî hin xurttir kir. Jixwe ji berê ve jî tekîlî xurt bûn. Di civînê de jî li ser planên dewleta Tirk li herêmê û bandora wê gotûbêj hatin kirin. Yekîtiya Sûriyeyê çawa dikarin biparêzin li ser van nîqaş hatin kirin.”

‘Tirkiye dixwaze herêmê bixe bin xetereyê’

Erdogan Altan têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li ser Bendava Tişrînê jî diyar kir ku Tirkiye bi van êrişan ji Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re dibêje dê êriş bidomin û peyaman dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk bi destê komên çetê yên giredayî xwe dixwaze xetereyê her tim li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bide hîskirin. Êrişeke ne pir bandor be jî êrişî Bendava Tişrînê kir. Tevî ku peyman hatibû îmzekirin û Tirkiyeyê jî erê kiribû jî ew êriş pêk hat. Ew peyman Tirkiyeyê ne bi xwesteka xwe bi zorê, Amerîka ketibû navberê û wisa erê kiribû. Tevî wê jî êrişa xwe ya li ser herême didomîne. Bi destên komên çete wan êrişan dikin û dibêjin komên çete dikin em nikarine wan bidin sekinandin. Dixwazin xetereya xwe ya êrişan her tim li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bidin nîşandan.”

‘Ji bo HSD tev li entegrasyonê bibe divê şert û merc hebin’

Erdogan Altan derbarê nîqaşên HSD bê ka gelo dê çekên xwe dayne an jî dê tev li artêşa Suriyeyê bibe jî bi lêv kir ku li Suriyeyê artêşa ku HSDê tev li bibe tune ye û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan qala entegrasyonê dike. Ew rast e. Di name û daxuyaniyên xwe de jî tînê ziman. Lê ji bo HSDê tev li artêşa bibe û entegrasyon pêk were divê şert û mercên wê hebin. Niha ewqas gef û xetere hene ne tenê ji aliyê dewleta Tirk û HTŞê ve her roj komên çete êrişan pêk tînin. Dema pêvajo hat destpêkirin divê dewlet êrişên xwe rawestîne. Êrê êrişên Tirkiyeyê yên balafirên bê mirov sekinîne lê êrişên komên çetê yên giredayî wê nesekinî ne. Îro em bêjin HSDê çek danî lê artêlej jy wê tev li bibe nîn e. Civakên cuda qebûl nakin û êriş dikin. Yanî dibe ku êrişî herêmên Rêveberiya Xweser bikin. Navê pergalê Komara Ereban a Suriyeyê ye. Yanî Kurd, Suryan û pêkhateyên cuda qebûl nekirine. Hê di mufredeta perwerdehiyê de lihevkirinek tune ye. Ha hikûmeta Şamê ha dewleta Tirk, tu ferqa wan nîn e. Dewleta Tirk her tişt xistiyê destê xwe û ew bi rê ve dibe. Ji Colanî re dibêjin biçe vê civîne diçe, dibêjin neçe vê civînê naçe. Civîna Parîsê jî Tirkiyeyê asteng kir. Bi vî awayî hikûmet jî dewlet jî nayê birêveberin.”

‘Daxuyaniya Barrack plana Amerîkayê ya Sûriyeyê raxist ber çavan’

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku ew parçebûna Suriyeyê napêjerînin û divê Rêveberiya Xweser tevlî hikumeta Şamê bibe. Li ser vê daxuyaniyê gelek nîqaş û bertek hatin nîşandan. Erdogan Altan daxuyaniya Tom Barrack û siyaseta Amerîkayê ya li herêmê jî wiha şîrove kir: “Hêzên hegomon dixwazin di Rojhilata Navîn de pergala netew-dewletan hinek biguherînin. Li gorî berjewendiyên xwe dixwazin guherandinan bikin. Gava yekem jî di nava 10 rojan de rejimeke 50 salî hilweşandin. Tom Berrack hem konsolosê Tirkiyeyê û hem jî nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê ye. Dixwazin pergala navendî ya Sûriyeyê li gorî dewleta Tirk bidin meşandin. Bêguman ew nêrîna Amerîkayê bixwe ye an ya ekîba Trump e divê em vê ji hev cuda bikin. Ji ber ku dema Trump nû hat ser desthilatê wadên wî yên cur bi cur hebûn. Dixwazin pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de hene li gorî berjewendiya xwe çareser bikin. Ew daxuyaniyên Tom Barrack jî bi temamî bi devê dewleta Tirk hatiye dayîn. Weke ku Serokkomarê Tirk diaxive. Li gorî pêvajoya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin Amerîka jî projeyeke xwe heye. Yanî çawa ku projeyek birêz Ocalan heye wisa jî ya Amerîkayê jî heye. Jixwe birêz Abdullah Ocalan jî vê yekê diyar dike. Helbet dibe ku ew daxuyaniya Tom Barrack li gorî siyaseta Amerîkayê be jî. Tabî piştre hinek sererastkirinek jî kir got mebesta min ne gefeke li dijî Rêveberiya Xweser e. Lê daxuyaniya Tom Barrack plana Amerîkayê ya Sûriyeyê raxist ber çavan. Ew jî Amerîka dixwaze li gorî berjewendiyên xwe pirsgirêkên Sûriyeyê demildest çareser bike û derbasî mijarên din bibe.”

‘Danûstandin bi derengî dikeve’

Erdogan Altan destnîşan kir ku gotûbêjên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta nû ya Şamê de berdewam dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Mazlûm Ebdî jî diyar kir ku ji aliye lêşkerî ve bi entegrasyoneke biçin Şamê. Ji aliyê çand, ziman ve jî Şam amadekariyan dike. Ji bo mafê zimanê Kurdî bê dayîn amadekariyan dike. Her çiqas danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de bi derengî dikeve jî ji bo Şamê hişyarî hatiye kirin. Ev pêvajo ji ber wê dibe ku bimeşe û hîn encam derbikevin.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Etîket: AmerîkadurzîHSDHTSMezlûm EbdîRojavaŞamSiwêdaTirkiyeTom Barrack
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026
Li Siwêdayê pevçûn

Li Siwêdayê pevçûn

30 HEZÎRAN 2026
Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

Trump tevî agirbestê gef li Îranê xwar

28 HEZÎRAN 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî ji Ewropayê vegeriyan

24 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (28)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne