• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJINê bang li saziyên çapemeniyê yên navneteweyî kir

Navenda Nûçeyan / AW

17 ÇILE 2025 - 13:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ROJIN nerazîbûn nîşanê êrişên Tirkiyeyê yên li ser rojnamevanan da û bang li saziyên çapemeniyê kir û got: “Hevgirtina xwe ya bi rojnamevanên Kurd ên ku neçar dimînin di siya êrîşên dewleta Tirk de bixebitin re xurt bikin.”

Yekitiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ROJIN dibêje; “Êrişên dewleta Tirk a li dijî rojnamevanên ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê radighînin didome. Dewleta Tirk di 19ê Kanûna 2024an de li herêma Bendava Tişrînê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên nûçe dişopandin bi balafirê bêmirov ê bombebarkirî qetil kir û cardin li heman herêmê di 16ê Çileyê de jî sivîl û rojnamevan hedef girt. Dewleta Tirk li dijî gelên ku li Bendava Tişrînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê çalakiya nobetê lidar dixin êrîş pêk anî. Di encama vê êrişê de jî kesek kuşt û 10 kes jî birîndar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di nava kesên birîndar bûne de nûçegihan Leyla Ebdê, rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê çapemeniyê Dijwar Elîşêr hene. Rojnamevan Ciwana Cûma ku li herêmê bû û ji bo Ronahî TV nûçe çêdike, bi rêya malperên îstîxbarata Tirk gefa êrişên SÎHAyê lê hat xwarin. Weke ROJIN em careke din van êrîşan şermezar dikin û hevgirtina xwe bi hempîşeyên xwe re radigihînin. Dewleta Tirk wê hesabê êrişên xwe yên li hemberî rojnamevanan bide.”

‘Dixwaze sûcên xwe û komkujiyên li ser sivîlan veşêre’

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:

“Gelek hempîşeyên me diçin bendava Tişrînê da ku şerê li wir ê di navbera dewleta Tirk-çeteyên SMO û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin. Dewleta Tirk ku bi rojan e bombeyan li herêmê bi ser gelê sivîl dibarînin, di van êrîşan de bi zanebûn rojnamevanan hedef digire.

Em dizanin ku tenê armancek dewleta Tirk a hedefgirtina rojnamevanan heye, ew jî veşartina sûc û komkujiyên sivîl ên li wê derê dike ye. Rejîma Enqereyê ji bo tiştên li Bendava Tişrînê diqewime veşêre û rastiyê tine bike, êrîşî rojnamevanan dike.

Dewleta Tirk hê hesabê qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Bendava Tişrînê nedaye û hê jî rojnamevanan hedef digire!

Em ji mekanîzmayên navneteweyî yên ji parastina jiyana rojnamevanan berpirsyar in dipirsin, sedema ku dewleta Tirk bi rengekî kêfî rojnamevanan qetil dike û dike hedef çi ye? Li hemberî van êrîşên li hemberî sivîlan û rojnamevanan hûn ê kengî bikevin nava tevgerê? Sedema bêdengiya we ya li hemberî terora dewleta Tirk ku bi hedefgirtina sivîl û rojnamevanan li gorî Peymana Cenevreyê sûcê şer dike, çi ye?

Dewleta Tirk ê ku li dervî sînorên xwe rojnamevanan qetil dike, li welêt jî rojnamevanan digire û binçav dike. Vê sibehê li Wan û Stenbolê bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û ew binçavkirin. Di serdegirtina malan de 4 rojnamevan ên bi nav Reyhan Hacîoglu, Necla Demîr, Rahîme Karvar û Ahmet Guneş hatin destesrkirin.

Sedema hedefgirtina rojnamevanan li Bendava Tişrînê çi be, li Tirkiyeyê binçavkirina 4 rojnamevan jî heman sedem e. Rejîma Erdogan ku li dijî rojnamevanan şer ragihandiye, ji bo bêdengkirina hemû rojnamevanên ne alîgir her tiştî dike. Li gelemperiya cîhanê di sala 2024an de 104 rojnamevan hatin kuştin. Cihê ku herî zêde binpêkirina mafan û êrîşên li dijî rojnamevanan lê tên kirin Tirkiye ye.

Banga li saziyên çapemeniyê hat kirin

Em bang li Rêxistinên Pîşeyî yên Çapemeniyê yên Navneteweyî, bi taybetî jî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ), Koalîsyona Jin a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ), Navenda Ragihandin û Azadiya Medyayê ya Ewropayê (ECPMF) dikin ku bi rojnamevanên Kurd ên neçar mane di bin siya êrîşên dewleta Tirk de bixebitin, hevgirtina xwe xurt bikin. Êrîşên qirkirinê û sûcên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê bi taybetî bendava Tişrînê ragihînin!”

Etîket: bendava tişrînêêrîşRojnamevan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

23 TEBAX 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

23 TEBAX 2026
Bi bombeyê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

Bi bombeyê êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne