* Endama Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn û Dayika Aştiyê Kewê Işik û bal kişandin ser krîza di nava civakê de û banga xurtkirina tifaqê kirin.
* Hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin anî zimên ku gelê Kurd êş û azarên mezin dîtine û dan zanîn ku ji ber van êş û azaran ew piştgiriyê didin her hewldaneke aştiyê û got: “Heta dewlet di bûyerên salên 90î de berpirsiyariyên xwe qebûl neke û lêborînê nexwaze dê pêvajoya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ neçe serî.”
* Beşdar û delegeyên Konferansa Hiqûqnasên Kurd, derbarê statuya gelê Kurd û rola hiqûqê ya di nexşerêya aştiyê de axivîn û gotin: “Konferans rasterast bi pêvajoya Aştî û lêgerîna statuyê ya Kurdan ve girêdayî ye.”
* Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê li avahiya xwe bi tevlibûna hunermend Peyal û Helîm Omerî studya muzîkê ya bi navê “Studyo Dîcle Firat” veke. (18:00)
* Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be dê bi dirûşma “Ji bo jiyanek azad û aram RABIN!” li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (19:00)








