* Zimanê dayikê, ji bo hemû neteweyan nirxa herî sereke ya hebûnê ya jêneveger e. Heke Kurd ku bi salan e ji bo zimanê xwe têdikoşin, ji bo parastina zimanê xwe gavên berbiçav neavêjin, dê bên bişaftin û nasnameya wan winda bibe. Nivîskar û dîrokzan Îhsan Colemêrgî bal kişand ser xetereya bişaftinê û destnîşan kir ku amûra herî xurt a parastina çandê tifaqa neteweyî û statûya siyasî ye.
* Şakîr Oral ê ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê îşkence li kurê wî Bîlal Oral ê astengdar hatibû kirin diyar kir ku saziyê bêyî agahiya wan kurê wî yê astengdar birine navçeya Nîzîpê ya Dîlokê û wiha got: “Em dixwazin ev îşkenceya ku li van zarokan hatiye kirin bê ceza neyê hiştin. Berpirsyar kî be divê bê ceza nemîne.”
* Konferansa Hiqûqnasên Kurd a Demokratîk ku bi dirûşmeya “Ji bo Azadî, Statu Hiqûqa Demokratîk” li Çand Amedê tê li darxistin dê di roja duyemîn de berdewam bike û encamname bê eşkerekirin. (09:00-17:00)
* Komxebata Aboriya Demokratîk û Xwerêxistinkirina Aboriyê ku ji aliyê DBPê ve li Amedê tê lidarxistin di roja duyemîn de dê bi dawî bibe. (09:00-19:00)
* 8emîn Rojên Ma Musîcê ku sê roj in didome dê bi danîna Dîwana Zarok Mayê ya li Baxçeyê Ma Musicê bi dawî bibe. (19:00)
* Komxebata Sînamaya Kurdî dê di roja duyemîn de li Ewyana Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê bidome û paşê bi dawî bibe. (10:00-17:00)
* Hevseroka Giştî yê DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di çarçoveya bernameya partiya xwe ya “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” de dê li Semsûrê serdana gundê Bersamok, Kilisîk ên navçeya Kolikê bike û tevlî civînên gel bibe û bi ciwanên Semsûrê re bicive. (13:00-22:00)
* Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di çarçoveya bernameya partiya xwe ya “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” dê li Dîlokê serdana karkerên çandiniyê bike û civînên gel li dar bixe. (11:00-20:30)








