* Meclisa Tirkiyeyê ku piştî qanûna çarçoveyî navber dabû dê di 1ê Cotmehê de dest bi serdema nû ya qanûndanînê bike. Bi vebûna Meclisê re li bendê ye ku derbarê qanûna çarçoveyî de bi beşdariya partiyên siyasî di çarçoveya xebatên pêvajoyê de desteyek li Meclisê bê avakirin.
* Cemîle Acar Elver a ku dayika du şêhîdan e, dixwaze cenazeyê kurê xwe Mevlût Elver (Azad Tolhildan) ku li goristana bêkesan a Wanê de ye, hilde û li goristana taxê li kêleka cangoriyên din veşêre. Cemîle Acarê ji bo wergirtina cenaze serî li dozgeriyê da.
* 10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 4emîn de berdewam dike. Xebatkarê Weşanxaneya Aramê Salîh Keleş anî ziman ku hemû berhemên wan civakî ne û wiha got: “Ji pirtûkên zarokan bigire heta felsefe, wêje û dîrokê ji bo hemû beşên civakê her cure berhemên me hene.”
* Namzetê Serokatiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Qoserê Sedat Ege armanc û projeyên xwe yên ji bo rêveberiya nû anî ziman û diyar kir ku ew bi armanca guhertin, şefafiyet û afirandina derfetên kar ji bo ciwanan bûye namzet û wiha got: “Qoser ji 42 bajêrên Tirkiyeyê mezintir e, lê mîna gundekî maye. Em dixwazin vê rewşê biguherînin û odeya bazirganiyê bikin odeya gel.”
* Ev nûçeye berhevkirî li bersiva vê pirsê digere; partî û şaredariyên Amedê di malper û hesabên xwe yên medyaya dîjîtal de çima cih nadin zaravayê Zazakî û vî zaravayî çiqas bi kar tînin û di kîjan astê de pê diaxivin û dinivisînin?
* Li Wanê pîşeya hesinkariyê ji ber kêmbûna karkeran, krîza aborî û şertên giran ên li herêmê ber bi windabûnê ve diçe. Refîk û Şefîk Tarhan ên ku birayê hev in, bi keda 35 salan li ber xwe didin ku vê pîşeya kevnar li ser pêyan bigirin.
* 10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê di roja 4emîn de li Qada Fuarê berdewam bike. (10:00-19:00)











