• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 25ê NÎSANA 2026an

Navenda Nûçeyan / AW

25 NÎSAN 2026 - 08:09
Kategorî: ROJANE
A A

* Hevserokê OHDê yê Giştî Serhat Çakmak diyar kir ku niha li Tirkiyeyê aramiyek heye û da zanîn ku bingeha vê aramiyê ya qanûnî tune ye û got: “Heke qanûn neyên çêkirin îxtîmala sabotekirina pêvajoyê heye.”

* Şîrovekarê Siyasî Alan Pîrê bi lêv kir ku di sedsaliya Seykes Pîcotê de nexşeya herême ji nû ve tê xêzkirin û got: “Pêkane ku piştî Îranê dor bê Tirkiyeyê jî. Jixwe Îsraîlê jî bi eşkere got. Dewletên serdest ên li Kurdistanê ku piştî şerê 1emîn ê cîhanê ava bûne kengî be dikarin bên hilweşandin û ji nû ve bên avakirin.”

* Li navçeya Gimgima Mûşê ku di dîroka xwe de bi erdhejên mezin û bi xwezaya xwe ya dewlemend tê nasîn, îro bi rîskeke nû ya ekolojîk re rû bi rû ye. Hewldanên şîrketên enerjiyê yên ji bo avakirina Santralên Enerjiya Jeotermal (JES), gelê herêmê, saziyên sivîl û parêzvanên xwezayê rakiriye ser pêyan. Xelkê Gimgimê li dijî van projeyan berxwedaneke berfireh birêxistin dikin û dibêjin ku ew ê destûrê nedin ku axa wan bibe qurbana qezencên şîrketan.

* Welatiyên ku li navçeya Gimgimê tev li mitînga li dijî projeya JESê hate lidarxistin bûn diyar kirin ku ji bo parastina av, ax û hewaya xwe tev li mitîngê bûne û destnîşan kirin ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin.

* Tengava Hurmuzê di dirêjiya dîrokê de her tim weke “dilê bazirganiya cîhanê” hatiye qebûlkirin. Girîngiya wê ya dîrokî ne tenê bi aboriyê, lê bi polîtîka û şerên serdestiyê ve jî girêdayî ye.

* Hevşaredarên navçeya Misircê ya Sêrtê Alî Riza Bîngol û Sadiye Aktîn qala lehiya ku li navçeyê rabû kirin û gotin: “Em bi hemû xebatkarên xwe yên şaredariyê re ji êvarê heta şeveqê li derve bûne. Tişta ku ji destê me hat me bi xelkê xwe re kir.”

* Hunera destan ya bi destê jinan derdikeve holê, di nava civakê de hê jî didome. Li herêma Serhedê gelek jin bi çêkirina qelemçe, etemîn, destmal, gore, mêzer û hwd. çanda destkarî diparêzin.

* MED TUHAD-FED dê bi dirûşma “Bi civaka demokratîk siberojan ava dikin” dê Kongreya xwe ya Asayî ya 4emîn li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê ya Amedê li dar bixe. (10:00)

* Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê li navçeya Kanîreşê ya Çewligê li dijî projeyên talana xwezayê û serûbinkirina pergala ekolojîk mitîng bê lidarxistin. (11:00)

* Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên yên Amed û Êlihê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin bidomînin. (12:00)

* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1100emîn de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12:00)

* DEM Partiya Amedê li ber avahiya xwe dê bi dirûşma “Ji bo civakeke demokratîk, em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin” derbarê mitînga 1ê Gulanê de daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (13:00)

* Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, çalakiya rûniştinê ya ku du hefteyan carekê ji bo windayan li dar dixe dê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê bidomîne. (13:00)

* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (14:00)

* Tevgera Demokrasiya Sosyalîst, panela xwe ya bi sernavê “Em li ser aştiyê diaxivin” dê li Navenda Çandê ya Selahattîn Akçîçek a Konakê li dar bixe. (14:30)

* Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Beyogluyê derbarê 1ê Gulanê de dê li Parka Haci Ahmetê forûmekê li dar bixe. (15:00)

* Komeleya Çand û Hunerê ya Amargiyê dê bi beşdariya hunermend Mûrad Demîr, Berken Zer û Sîmyager li navçeya Sûrê ya Amedê bê vekirin. (16:30)

* 11emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi dirûşma “Ji bo aştiyê diyalog” tê lidarxistin, dê di roja 4emîn de berdewam bike. (18:30)

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 6ê COTMEHA 2026an

6 COTMEH 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 5ê COTMEHA 2026an

5 COTMEH 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 4ê COTMEHA 2026an

4 COTMEH 2026
ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

ROJEVA 3yê COTMEHA 2026an

3 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 2yê COTMEHA 2026an

2 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne