* Îmzekarê Deklarosyana, “1001 îmze ji bo komara demokratîk û aştiyê” û Serokê Komeleya Şêx Seîd, Kasim Firat derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û got: “Nabe ku Abdullah Ocalan di şertên dorpêçkirinê de be û pêvajoya aştiyê were meşandin.”
* Fedekar (Hîkmet Demîr) li gundê Nanikasê yê Bedlîsê hatiye dinê. Piştî mezinbûnê dema Fedakar li gund winda dibe herkes dizanê ku Fedakar çûye li çiya û diger. Ji ber ku di dilê Fedakar de her tim hezkirina çiyayên Kurdistanê heye Fedakar di sala 1992yan de berê xwe dide hezkiriyên xwe çiyayan û wekî navê xwe tevdigerê û dibe fedakarê gelê xwe û di sala 1995an de li Zapê şehîd dikevê.
* Welatîyen Taxa Esenlerê anîn ziman ku ew ji bo dan û standinê hatine bazarê, behsa bihayê tiştên bazarê kirin û gotin ku ew ji ber bihabûnê tiştan bi deyn distînin.
* Li herêma Colemêrgê ji bo berhevkirin û hêsankirina texeyên giha amûra bi navê “çelone” tê bikaranîn. Ev amûr hem karê gundiyan sivik dike û dihêle ku gundî karê xwe zêtir pêk tînin










