* Necatî Ay (Devran Bedlîs) di zaroktiya xwe de nexweşiya felcê derbas dike lê nexweşî ji bo wî nabe asteng û dibe têkoşerekî mezin. Necatî di sala 2006an de tev li Têkoşîna Azadiya Kurd dibe. Bi salan bi gotina “heta yek şaneyê me saxlem bimîne em ê têkoşîna xwe berdewam bikin” li ber xwe dide û di sala 2010an de şehîd dikeve.
*Jeelan Abu Al-Rub ku bi aslê xwe Filistinî ye û li Tirkiyeyê di beşa Zanîsta Siyasetê de doktorayê dike, têkildarî pêvajoya muzakereyê ya Filistînê û pêvajoya li Tirkiye û Kurdistanê anî ziman ku pêşniyara entegrasyona demokratîk a Abdullah Ocalan di pêşerojê de ji bo Rojhilata Navîn aştiyê mîsoger bike.
*Serokê Daîreya Çand û Hunerê ya şaredariya Peyasê Yilmaz Guneş got ku ew dixwazin hejmara Zarokîstanê zêde bikin û malbatan têxin nava nexşerêya pêvajoya ziman.
* Li Colemêrgê karê “celweşîn” ku ji kesên gûzan diweşînin re tê gotin, weke gelek karên din ên taybet ên herêmê ber bi tunebûnê ve diçe.
Welatiyê bi navê Zahîr Kurt êku 17 salan celweşînî kiriye, behsa weşandina gûzan û zehmetiyên wê kir û diyar kir ku celweşînî karek gelek zor û zehmet e, ji ber vê her kesek nikare karê celweşîniyê bike.
*33yemîn merasîma Xelatên Çapemeniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dê li Çand Amedê were lidarxistin. (19.00)










