• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ROJEVA 22yê TEBAXA 2026an

Navenda Nûçeyan / AW

22 TEBAX 2026 - 08:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

* Edîtora Morî Produksiyonê Rojîn Polat têkildarî armancgirtin û qetilkirina rojnamegerên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn axivî. Rojîn Polatê destnîşan kir ku pênûs, mîkrofon û kameraya her du rojnamegeran îro di destê rojnamegerên jin û ciwan de ye û da zanîn ku Çapemeniya Azad li hemberî hemû polîtîkayên zext û qirkirinê mîrateya wan e.

* Li ser şehadeta stranbêj û têkoşera Kurd Delîla (Şenay Gûçer) re 19 sal derbas bûn. Mamosteyên MA Musicê Evîndar Dulek û Evîn Tîryakî, bi boneya salvegera şehadeta Delîlayê axivîn û diyar kirin ku Delîla bi deng, def û sekna xwe ve bûye remza jinên Kurd û anîn ziman ku Delîlayê mîrateyeke mezin a têkoşîn û hunerê li pey xwe hiştiye.

* Endamê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê yê Îzmîrê Erhan Morkoç diyar kir ku di serdema Aştî û Civaka Demokratîk de polîtîkayên şerê taybet bi rêya hişbirê li ser civakê tên meşandin û da zanîn ku ji bo parastina ciwanan û têkoşîna li dijî vê sîstemê, divê gel li her qadê komînên xwe ava bike.

* Aktivîsta TJAyê Leyla Eser diyar kir ku divê jin bi pozîsyonek wekhev û bandor tev li pêvajoyê bibin û got: “Ji bo ku aşti di nava civakê de were qebûlkirin û aştiyeke mayînde çêbibe, divê pirsgirêkên taybet ên ku jin dijîn bên naskirin. Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne.”

* Li gund û navçeyên Wanê bi hatina meha Tebaxê re qeysî û sêv gihiştin. Jinên ku bi kedeke mezin berhemên darên fêkiyan kom dikin, beşekê ji berheman dikin rêçal, bastîq û xweşava zivistanê û beşekê jî belavî xizm, cîran û dostên xwe dikin.

* Bîranîna Cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane dê roja duyemîn de li Parka Koşuyolu ya Amedê û navçeyên wê bên bibîranîn. (08:00-18:00)

* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1117emîn de li Qada Galatasarayê bidome. (12:00)

* Xizmên Windayan û şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê, ji bo balê bikişînin ser rewşa windakiriyan dê çalakî û daxuyaniyan li dar bixin. (13:00-14:00)

* Însîyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, dê di çalakiya xwe ya hefteya 624êmîn de li kolana Sakaryayê daxuyanî bide. (13:30)

* Komîsyona Girtîgehan a ÎHDa Stenbol bi armanca balê bikşîne li ser rewşa girtiyên nexweş dê di çarçoveveya 752yemîn “Rûniştina Fyê” li ber avahiya komeleyê daxuyanî bide. (13:30)

*İnsîyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, dê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li avahiya Yekîtîya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê li darbixe. (14:00)

Kirmanckî

* Dursun Ulucan, weşîya xo Fransa de rameno, dewlete ke 1994 de dewa înan kerda tal zê 10 serrî nêeşkîyo şoro dewa xo. Des serrî ra tepîya şono dewa xo keno şen û wina vano: “Mayê ma Pîyê ma Kalikê ma nê welatî de weşîya xo ramita, ma çûtûr dewa xo de dûr vînderîme.”

Etîket: rojev
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

20 TEBAX 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 19ê TEBAXA 2026an

19 TEBAX 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

18 TEBAX 2026
ROJEVA 17ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 17ê TEBAXA 2026an

17 TEBAX 2026
ROJEVA 16ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 16ê TEBAXA 2026an

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne