* Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ya xizmetê dide Bajarê Amedê û bajarên li Herêmê ji ber barê giran û kêmaniyan nikare bersivê bide pêdiviyên welatiyan. Welatiyên ku ji bo dermankirinê bi kîlometreyan rê tên, bi rojan û hefteyan li ber deriyê nexweşxaneyê zehmetiyan dikêşin.
* Bi tevlîbûna Berpirsiyarê beşa Futbolê Nedîm Şîmşek û Rêberê Teknîkî yê Amedsporê li Otela Plazayê dê civîna çapemeniyê were li dar xistin. (10:30)
* Karkerên madenê yên girêdayî Sendîkaya Karkerên Madenê ya Xweser ji bo destheqê xwe bigrin û daxwaza hevdîtina bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî di roja 11emîn de dê çalakiya xwe bidomînin. (11:00-20:00)
* Li Gimgimê çalakiya nobetê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin dê di roja 109emîn de berdewam bike. (18:00)











