* “Li Çiya; jiyana ku em dijîn, di nava dema em dijîn de veşartî ye. Dema ku jiyana me bi dawî bibe dê were fêmkirin ku jiyana ku em dijîn çiqas bi wate ye.” Ev riste ji helbesta Serdar Sumer e ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye ye. Dayika wî Xalîse Sumer dibêje, “Serdar beriya şeva ku here hat û li min nihêrî. Kurê min diçû lê nedikaribû ji min re bîne ziman. Heke min zanibûya dê here ez ê jî bi wî re biçûma.”
* Siyasetmedar Mûsa Çîftçî derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û bal kişand ser vegera siyasetmedar û penaberan a ji bo Bakurê Kurdistanê û tevlibûna siyaseta demokratîk û da zanîn ku derbarê komîsyon û vegerê de nîqaş hene lê hêj tiştekî şênber û zelal nehatiye avakirin.
* Mamosteya materyalên zimannasiyê ya Zanîngeha Rojava Nejbîr Elî derbarê statu û perwerdeya zimanê Kurdî ya Rojava de axivî û destnîşan kir ku sînordarkirina perwerdeya bi Kurdî ya bi 3 saetan têrê nake û bal kişand ser tecrûbeya pirzimanî û wiha got: “Ji bo Kurdî bibe zimanê zanistê û perwerdehiyê, divê statuya wê di destûra nû de bi awayekî qanûnî bê teqezkirin.”
* Ji ber maliyetên zêde û nebûna karkeran, gelek nanpêj neçar mane ku firinên xwe bigirin. Nanpêjên Wanê yên ku ji bihabûna bêserûber a lêçûnan bi gazinc in, anîn ziman ku di nava salekê de maliyeta hilberînê ji sedî 60-70 zêde bûye, lê bihayê nan tenê ji 12 lîreyan derketiye 15 lîreyan.
* Li Tirkiyeyê bi salan e şerê taybet di asta herî jor de tê kirin. Di hedefa şerê taybet de niha jî zanîngeh hene. Wezareta Karên Navxwe derbarê zanîngehan de giştînameyek ji zanîngehan re şand. Li gorî giştînameyê xwendekar wekî “sûcdar” û zanîngeh jî wekî “hêlîna sûcdariyê” tê dîtin.
* Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) zanyar û rojnamegerê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê ku di 20ê Îlona 1992yan de li Amedê ji aliyê JÎTEMê ve hatibû kuştin dê li cihê lê hatiye kuştin li Seyrantepeyê were bibîranîn. Piştî bîranîna li Amedê li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî dê were bibîranîn. (11:00-16:00)
* Amedspor û Beşîktaş di hefteya 5emîn a Lîga Superê de dê li Stada Amedê bên hemberî hev. (20:00)










