Siyasetmedar Veysel Keser ê li Ewropayê di sirgûniyê de dijî diyar kir ku hêviya her kesê ku li Ewropayê dijî berdana girtiyên siyasî ye û got: “Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibin, hemû siyasetmedarên li Ewropayê dijîn jî tev li pêvajoyê bibin û vegerin li welatê xwe.”
*Geşedanên li Kurdistan û Rojhilata Navîn dê werin şopandin. (08:30-00-00)
*Karkarên Doruk Madenê yên girêdayî Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe û Karkerên Etî Gumuş ên Xarpetê dê îro li pêşiya Wezareta Enerjiyê bangawazî bikin. (11:00)
*Nobeta li dijî JESê ya Gimgimê dê di roja 108emîn de berdewam bike. (18:00)
*Di pêşengtiya Platforma Şiyar Be de dê di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de li Taxa Mûradiyeyê ya navçeya Rezana Amedê ji bo zarokan kargeh bê lidarxistin, fîlmê anîmasyonê bê nîşandan û civîna gel bê lidarxistin. (17.00-20.30)












