* Arşîvkar û lêkolînera bîra muzîka Kurdî Zeynep Yaş bal kişand ser girîngiya xebatên lêkolînî yên li ser çandî û got: “Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyankirinê dibe.”
* Li ser teqîna guleya 15ê Tebaxa 1984an a ji aliyê kadroyê pêşengê gerîlayê PKKê Egît (Mahsûm Korkmaz) ve hatiye teqandin 42 sal derbas bûn. Şahidê teqînê M. Saît Dayanan ê 75 salî diyar ki ku dema êriş dihatin kirin Egît ji gel re dibûn sebir û digot ‘xwe netirsînin’.
* Rojnameger Dîren Yurtsever têkildarî serlêdanên ji bo hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin, anî zîman ku divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin û wiha got: “Di pêvajoyeke ku çareseriya pirsgirêkeke wiha dîrokî tê nîqaşkirin de, divê rojnameger jî ji bo pêkanîna aştiyê rola xwe bi bandortir bilîzin.”
*Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu dê tekildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî bide. (13:00)
* Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça û aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata dê serdana her sê ciwanên ku li Amedê hatine girtin bikin û pişt re dê têkildarî hevdîtinê li pêşiya Girtîgeha Amedê daxuyaniyê bidin. (14:00)
* Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê ji bo piştgirî û pêşniyarên xwe yên têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” diyar bikin dê li avahiyê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmar 1ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (17:30)
* Meclîsa Ciwanan a DEM Parti ya Îzmîrê bi diruşma “Ji vejîneke yek gavî ber bi azadiyeke hezar gavî ve” dê li Qada Newrozê ya Kadîfekaleyê şahiyeke gel li dar bixe. (18:30)
* Di pêşengtiya Platforma Şiyar Be de dê li Taxa Yenîkoyê ya navçeya Rezanê civîna gel bê lidarxistin. (19:00)
* Di pêşengtiya Platforma Şiyar Be de dê bi diruşmeya “Em li pêşeroja xwe dibin xwedî, em bên guhertin dê Êlih jî bê guhertin” li Parka Salîh Ozdemîr a li Taxa Korikê ya Êlihê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. (21:00)












