* Sekreterê Giştî yê Baroya Wanê Alî Şapkaci têkildarî qanûna çarçoveyî anî ziman ku li gorî xalên di qanûnê de ev yek ne efûyek, lê belê kêmkirina dema înfazê ye û wiha got: “Mirov fêm dike ku armanca dewletê di vê qanûnê de bi temamî ewlehî ye, ne çareserkirina pirsgirêkê ye. Lê li pêşiya me rêyek dirêj heye û ev qanûn jî ji bo destpêkê baş e.”
* Hevseroka OHDa Stenbolê Ayşe Ozdemîr bal kişand ser erêkirina qanûna çarçoveyî ya maclisê û got: “Ji ber rewşa guherbar a pêvajoyê dê pêdivî bi qanûnên nû çêbe. Divê MGKê di demeke zû de biryar bide. Ji bo pêvajo bigihije armanca xwe divê, divê azadiya sermûzakerevanê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan pêk were, ev gava herî girîng e.”
* Li Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe rewşa aborî bêhtir xera dibe. Esnafên ku li sûka Êlihê anîn ziman ku bihabûna tiştan û rewşa aboriyê ya nebaş bandoreke xerab li ser karê wan dike.
* Li Parka Mîmozayê ya li Taxa Barişê ya navçeya Peyasê ya Amedê dê ji bo zarokan fîlmên anîmasyon bên nîşandan û di pêşengtiya Platforma Şiyar Be de li dijî hişbir û fihûşê civîna gel bê lidarxistin. (20:00)
* Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê dê Parka Mehmet Uzun bi konsera rapbêj Serhedo û Koma Aryen veke. (19:00)












