* Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi qanûna çarçoveyî derbasî qonaxeke nû dibe. Pirsgirêka Kurd a di sed salên derbasbûyî de dihat înkarkirin cara yekem bi qanûna çarçoveyî bi awayekî hiqûqî tê nirxandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê yekê bi gotinên, “Me pirsgirêka Kurd ji sederê anî ser bingeha hiqûqê” ve pênase dike.
* Nivîskar û lêkolîner Erdogan Aydin got ku divê têkoşîna demokrasiyê bi pêvajoya Aştî û Demokrasiyê xurtir bibe û got: “Pêvajoya ku dimeşe di ser devê kêrê re dimeşe. Lê rêyeke din jî tune ye. Hêvî û daxwaza me ew e ku hêzên din ên demokrasiyê, yên ne Kurd jî ji neteweperestiyê, şovenîzmê û pêşdaraziyan xelas bibin; hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo ku Kurd mafê hemwelatîtiya wekhev bi dest bixin, erka xwe bi cih bînin da ku ev pêvajo ber bi demokrasiyê ve biçe.”
* Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar têkildarî diyar kir ku dewlet bi sed salan e xwe neguherand, ji bo hebûna xwe biparêze bi salan e politîkayên yekperestî dimeşîne û got: “Qanûna Çarçoveyî dê bibe destpêka veguherîna demokratîk û deriyê pêvajoyekî nû veke. Lê divê ev destpêk berdewam bike û dawî lê neyê. Aştî mijara civakê ye, civak li aştiyê xwedî dernekevê mayînde nabe.”
* Rêveberê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn da zanîn ku wan di bin banê komeleyê de bi xebateke komunal studyoyek ava kiriye û wiha got: “Ev sazî ji bo ku karê muzîkê yê Kurdî pêş bikeve hate avakirin û em ji bo wê amade ne.”
* Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ dê di Desteya Giştî ya Meclise de be nirxandin. (11:00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê tekildarî qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî ya Meclise de biaxivê.
* GerokMa di çarçoveya pêngava “Rabin” de dê li Parka Mîmoza ya li Taxa Barişê ya navçeya Peyasê ji bo zarokan kargehekê li dar bixe. (17:00-19:00)
* Di pêşengtiya Platforma Şiyar Be de dê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê bi muxtaran re û li Taxa Bariş a navçeya Peyasê jî bi gel re civîn bên lidarxistin. (17.00-19.00)
* Bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Êlihê bi diruşmeya “Bi ruhê ciwanên komînalîst, ber bi pêşerojeke azad ve” dê bi tevlibûna repbêj Serhado û Hunermendên Kolektîfa Rîtmên Azad li Xaçerêya Êlihê konserek bê lidarxistin. (19:00)
* Tevgera Jinên Azad (TJA), dê li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş û hemû mirinên jinan ên bigûman ji Wan AVMê heta Qada Bajêr ya Rêya Armûşê meşekê li dar bixe. (19:00)












