• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Di dilê me de tu wateya sînoran tune ye’

Stenbol / AW

1 SIBAT 2026 - 15:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DEM Partî, TJA û HDK ji bo 1ê Sibatê “Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê” li Stenbolê meş lî dar xistin. Ayşegul Dogan di daxuyaniyê de axivî û got: “Di nava dilê me de tu wateya sînoran nîn e.”

Bi boneya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhan re li dehan bajarên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê çalakî tên lidarxistin.

Li Stenbolê bi pêşengiya DEM Partî, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi şîara “Rojava azadî ye, berxwedan e, nayê teslîmgirtin” meşek hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Bi ruhê Netewî ya Demokratîk em 1ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava Ya Cîhanê silav dikin” hat vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel, parlamenterên DEM Partiyê û hezaran welatî tev li meşê bûn.

‘Li Rojava pergala Netewa Demokratîk hatibû avakirin’

Ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û diyar kir ku ew îro ji bo piştevaniya Rojava li qadan in û got: “Li Rojava pergala Netewa Demokratîk hatibû avakirin. Di vê sistemê de gelên cuda di nava aştiyê de bi hev re dijiyan. Lê dewleta Tirk û HTŞ êrişî ve pergalê kir. Hezaran kes ji bo Rojava jiyana xwe ji dest dan û pergalê parast. Dê îro jî ew pergal bê parastin.”
‘Rojava di nava dorpeçê de ye’

Hevberdevka HDKê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz bal kişand ser dorpêça li ser Rojava û wiha got: “Av û nan tune ye. Rojava ne tenê erdnigariyek e. Rojava rûmet e.”

‘Rojava dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd e’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî da zanîn ku gelê Kurd ev sed sal e têdikoşe û wiha got: “Sînorên ku bi destan hatine avakirin di nava dilê me de tune ye. Gelê Kurd yek e. Ji bona wê wateya sînorê di nava têkoşîna me de tune ye. Rojava dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd e. Aqûbeta Rojava aqûbeta gelê Kurd e. Heval û hogirên Kurdan tiştekê derxist holê, gelê Kurd dibêje em kuştinê naxwazin, jiyaneke nû dixwazin. Lê em dizanin ku hêza herî mezin tifaq e. Ev ê kuştina bisekinîne. Yên ku dixwazin destê xwe dirêjî jina azad bikin û keziyên me ditirsin bila bizanin ku kezî berxwedan e. Em destûr nadin ku tu kes destê xwe dirêjî keziyên me bikin. Şoreşa Rojava heman demê de Şoreşa Jinê ye jî. Em îro li vir in û piştevaniya Rojava dikin û em ê her dem piştevaniya Rojava bikin.”

‘Edî dem dema azadiyê ye’

Ayşegul Dogan di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurd şer naxwaze û wiha axivî: “Gel li vir dibêje ‘Gelê Kurd yek e’. Rast e gelê Kurd yek e û sînoran nas nakê. Deriyên sînora vekin, gelê Kurd dibêje sînoran êdî perçe bikin. Îro em li vir dibejîn edî dem dema azadiyê ye. Êdî dem dema gav avêtinê ye. Ev destê ku hatiye dirêjkirin hûn amade ne bigirin û mafê gelê Kurd nas bikin? Em xwedî biryar in û hêza xwe ji hev digirin. Heta îro yên ku ji bo Kobanê nekeve û canê xwe didin û îro jî em ên ku li berxwe didin silav dikin.”

Piştî axaftinan daxuyaniya hevpar hat xwendin. Tirkiya daxuyaniyê Hevseroka TUAY-DERê Nurten Karagoz ya Kurmancî jî rêveberê DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yildiz xwend.

Etîket: 1ê Sibatê Roja Hevgîrtînê ya bi Rojava re ya CîhanêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

Rojava ji bo parastina zimanê xwe li ser pêya ye: Ziman xeta me ya sor e

12 GULAN 2026
Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

Sînejin çîrok û berxwedana jinan e: Em dixwazin sînemaya jinan li pêş bixin

10 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne