• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rojava dîrok nivîsand, ji cîhanê re bû ronahî’

Mêrdîn / AW

29 ÇILE 2026 - 15:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz a di meşa li dijî êrişên li ser Rojava ya li navçeya Şemrexê hate lidarxistin de axivî û got: “Heta ku li Rojava çareseriyek çênebe dê gelê Kurd bi paş ve gavê neavêjin. Rojava dîrok nivîsand, ji cîhanê re bû ronahî.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de gelek kes tev li meşê bûn.

Girseya di ketina navçeyê de kom bû dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kir. Girseya xwest bimeşe lê polîsên ku ew dorpêç kirin biryara “qedexeyê” ya Walîtiya Mêrdînê hincet nîşan da û destûr neda girse bimeşe. Li ser vê yekê parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz bertek nîşanî polîsan da û got: “Walîtiya Mêrdînê û Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê bi pêkanînên xwe li pey provokasyonan e. Em bi gelê xwe yê ku bi komkujiyan re rû bi rû re ne. Em li kêleka kesên ji bo mirovahiyê li ber xwe didin e. Hûn li kêleka DAIŞê ne? Walîtiya Mêrdînê û Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê li dijî pêvajoyê ne.”

Tevî astengkirinê meşiyan

Girse tevî hemû astengiyan derbasî Qada Bajêr bû û ji vir heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” meşiya. Girseya ku gihişt ber avahiya DEM Partiyê pankarta “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” hilgirt û dowîzên “Rojava dilê Kurdistanê ye” , “Rojava kela berxwedanê ye” û “Li Kobanê zarok dicemidin” û posterên mezin ên keziyên hunandî yên şervanên YPJê li ser bûn hilgirtin.

‘Hûn bi vê nêzîkatiyê alîkariya çeteyan dikin’

Salîha Aydenîz a li vir axivî, helwesta polîsan şermezar kir û diyar kir ku pêkanînên Walîtiya Mêrdînê provokasyon e. Salîha Aydenîz bi lêv kir ku li dijî komkujiyên çeteyên DAIŞê dikin çalakiyan li dar dixin û wiha got: “Hûn bi vê nêzîkatiya xwe alîkariya çeteyan dikin. Vî gelî hûn nikarin bitirsînin ev gel bi awayekî serbilind li ser pêyan e.”

‘Ev têkoşîn ji hemû cîhanê re bû ronahî’

Salîha Aydenîz bal kişan ser dorpêça li ser Kobanê û wiha domand: “ Li Kobanê dorpêçek heye zarok ji ber sermayê mirin. Gelê Kurd wê Rojava bitenê nehêle ji ber ku li Rojava têkoşîna mirovahiyê tê kirin. Em ê bertekên xwe û serhildana xwe mezin bikin, dest ji van qedexeyan berdin. Li kêleka me nan û av nîne em ê çawa li mala xwe rûnin. Jinan li Rojava dîrok nivîsandin û şoreş pêkanîn. Ev têkoşîn ji hemû jinên cîhanê re bû ronahî. Tişta ku tê xwestin li Rojava bê kirin domandina tarîtiya DAIŞê ye. Bi rojane gel li ser piyan e, gelê Kurd li ser pêyan e û dibêjin gelê Kurd yek e. Em bi rojan e li ser pêyan in, em ê vê yekê bidomînin. Em ê têkoşîna jinan a li Rojava bilind bûye tu car bi tenê nehêlin.”

‘Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê vekin’

Salîha Aydenîz diyar kir ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan propagandayeke reş tê kirin û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan çawa li vir mîmarê aştiyê be damezrînerê pergala Rojava ye. Bi milyonan dibêjin birêz Ocalan îradeya me ye. Milyonan kes bûne yek dil û piştevaniya vê felsefeyê dikin. Dest ji reşkirina birêz Ocalan berdin. Ev polîtîkayên we li dijî têkoşîna gel pûç bûye. Gel îro bi Rojava re ye. Rojava xeta gel a sor e. Saziyên sivîl daxwaz kirin ku deroyê sînor vekin. Em jî ji vir bang dikin ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê vekin. Gelê Kurd û kesên demokrasiyê dixwazin heta ku li Rojava çareseriyek çêbibe wê bi paş ve gavê neavêjin. Vê baş bizanin. Têkoşîna me dê bi serkeftinê tacîdar bibe.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.

Etîket: Berxwedana RojavaKobanêPiştgiriya RojavaRojavaSalîha Aydenîz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne