• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Roja yekemîn a komxebata Kurdî bi dawî bû

Wan / AW

15 COTMEH 2025 - 18:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di rûniştinên sêyemîn û çaremîn ên komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” de mijarên di têkoşîna ji bo zimanê kurdî de rista jin, zarok, ciwanan, çand û wêje hat nîqaşkirin.

Komxebata “Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî” bi rûniştina sêyemîn û çaremîn berdewam kir. Di rûniştina  sêyemîn de mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Jin, Zarok û Ciwanan” ji hêla Zozan Înan, Gonul Ûzûnay, Saadet Oklu, Ferîde Aktûran, Nûh Bozkur û Şêrko Kanîwar ve hat pêşkêşkirin. Di rûniştina çaremîn de jî mijara “Di Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî de Rista Çand û Wêjeyê” ji aliyê Elîf Gemîcîoglû, Fûat Bor, Ayten Pasîn, Azad Zal û Bêrîvan Matyar ve hat pêşkêşkirin.

Kampanyaya “her hefte stranek” hat destpêkirin

Kordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar agahiya kampanyayekê kir û da zanîn ku bila her Kurdek her hefteyê stranekê hînî zarok, heval, hogir û nasên xwe bike. Şêrko Kanîwar, kampanya da destpêkirin û strana Keleşo bi beşdarvanan re sitrî. Şêrko Kanîwar got: “Em pêşniyar dikin ku bila DEM Partî, di komcivîna xwe ya roja sêşemê ya li meclîsê de gaziyê hunermendekî Kurd bikin û stranekê bistêrin. Li tevahiya Tirkiyeyê de bi hezaran qûrsên Qûranê hene ji bo zarokan, lê seranserê cîhanê tenê dibistanek zarokan heye û ew jî Zarok Ma ye. Em dê çawa li dijî bişaftinê têkoşînê bikin?”

Dû re mamosteyê Kurdî Nûh Bozkûr anî ziman ku li bakurê Kurdistanê axaftina Kurdî ji 80î kêm bûye û polîtîka, stratejî û pêşniyariyên koma xwe ji beşdarvanan re pêşkêş kir. Li ser navê Dayikên Aştiyê Saadet Oklu jî got: “Heke em dayik xwedî li zimanê xwe derbikevin, em ê xwe bi xwe zimanê xwe azad bikin. Me navên Kurdî, navên cangoriyên xwe li zarokên xwe kirine, lê zarokên me Kurdî nizanin.”

‘Divê jin ji bo zimanê Kurdî têbikoşin’

Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay, rapora koma sêyemîn xwend û da zanîn ku divê perwerdehiya zimanê Kurdî pêk bê. Gonul Ûzûnay, diyar kir ku divê jin ji bo hînkirina zimanê dayikê bibin pêşeng û got: “Jinên Kurd divê ji bi zimanê Kurdî têbikoşin û di warê teknolojiyê de xwe pêş ve bibin. Jinên Kurd di navbera civakên Kurd ên li cihÊn cûda navberkaniyê bikin û hemû civaka Kurd bigihîne hev. Divê komên xwendin û nîqaşkirinê bên avakirin. Jinên Kurd dikarin çîrokên gelêrî yên bi zimanê Kurdî vebêjin û dikarin alîkariya nivîskarên Kurd bikin.”

‘Çand li Kurdistanê derketiye’

Di rûniştina duyemîn de xebatkarê çanda Kurdî Fûat Bor axivî û got ku hemû tiştên bi destê mirovan hatine çêkirin dikevin di nava mijara çandê de. Fûat Bor, anî ziman ku tenê ne amûr tiştên razber jî mijara çandê ne û got: “Hemû dîroknas û lêkolîner li ser payîn in ku cihê herî kevnar ê çandê Kurdistan e. Şaristaniya ewil li Mezopotamyaya jorîn hatiye avakirin û dapîr û bapîrên me di vê yekê de ked dane. Çand bi destê dayikan hatiye afirandin û ziman jî bi heman şeklî ye. Heke çand û ziman ne be wê netewe çawa ji hev bên cûda kirin?”

‘Ji bo parastina Kurdî divê em berhevkariyê bikin’

Dû re berhevkar Bêrîvan Matyar, bal kişand ser kar û xebatên çandî û Kurdî û diyar kir ku divê her qada jiyanê xebatan bimeşîne. Bêrîvan Matyar, da zanîn ku çand û zimanê Kurdî bi saya çanda devkî heta îro hatiye û wiha got: “Divê me bêtir bala xwe bidin çanda devkî. Her tevgera çanda devkî tevgera zimanê Kurdî ye jî. Ji bo ku em bibêjin ‘em zimanê xwe diparêzin’ divê em gund bi gund bigerin û dengê mezinên xwe tomar bikin. Her wiha divê em rabirdûya xwe tomar bikin. Ev yek di parastina ziman de xaleke sereke ye. Ji bo parastinê divê em berhevkariyê bikin.”

‘Divê em bi xwe zimanê xwe biparêzin’

Dû re rêvebera Komeleya Wêjekarên Kurd Ayten Pasîn ev tişt got: “Êdî em dê bibin lehengên Kurdî. Kurdî xeta me ya sor e û divê em lê xwedî derbikevin. Divê çavê me li deriyê keseke din nebe û em bi xwe zimanê xwe biparêzin da ku bikaribin doza perwerdehî û statuyê bikin. Divê me weke jinên Kurd her bi zimanê xwe li cem hev bin û xwedî li hev derbikevin. Em dikarin zimanê xwe bi motîfên jiyana xwe binivîsin û li cîhanê bidin naskirin.”

‘Divê em Rêberê Gelê Kurd ji bo xwe mînak bigirin’

Herî dawî endamê PENa Kurd Azad Zal mafê axaftinê wergirt û ev tişt got: “Birîna me ya herî bingehîn Baba Tahirê Ûryan tespît kir û got ‘Em bi Kurdî razan, lê bi Erebî rabûn’. Lê çareseriya vê yekê jî di destê me de ye. Em dixwazin gelek tiştan bikin lê em nakin. Rêberê Gelê Kurd di şexsiyeta kadroyekî de Kurdan pênase dike û şexsiyeteke nû yê Kurd ava dike. Em jî divê wisa bikin û wî ji bo xwe mînak bigirin. Siyaseta me divê perwerdehiya bi Kurdî bidaya qebûlkirin”

Piştî axaftinan derbasî beşa pirs û bersivan bûn û roja yekemîn a komxebatê bi dawî bû.

 

Etîket: KomxebatKurdîWanziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

Welatiyên Wanî: Divê qanûn di pratîkê de jî bê sepandin

9 TEBAX 2026
Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzîşê yên jinan vekir

Şaredariya Rêya Armûşê du navendên werzîşê yên jinan vekir

31 TÎRMEH 2026
Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

Li Wanê komeleya ‘Demhat’ hat vekirin

30 TÎRMEH 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026
Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

Ahmet Tellî li Wanê bi helbestên xwe hat bîranîn

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne