• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêxistinên rojnamegeran: Em ê êriş û sûcan teşhîr bikin

Amed / AW

23 ÇILE 2026 - 16:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistinên rojnamegeran ên li Amedê li dijî êrişên qirkirinê yên ser Rojava û binçavkirina rojnamegeran nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Em ê êriş û sûcan teşhîr bikin.”

Komeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotomya (MKG) û Komeleya Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Daxuyanî li baxçeyê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat ya di Sumer Parkê ya Bajarê Nû de hat dayîn. Endam û rêveberên her sê komeleyan û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.

‘Çapemeniya Azad van êrişan qebûl nake’

Seroka MKGê Roza Metîna di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew wek rêxistinên rojnamegeran hem êrişên ser Rojava hem jî êrişên li dijî rojnamegeran qebûl nakin û wiha got: “Niha bi destpêkirina êrişên ser Rojava, hesabên medya dîjîtal û malperên Ajansa Jinnewsê, Ajansa Mezopotamya û Ajansa Welat her tim tên astengkirin. Di heman demê de hesabên gelek kesî, gelek rojnamegeran hatine astengkirin. Niha jî 5 hevalên me di dema şopandina nûçeyan de hatin binçavkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet naxwaze êriş û sûcên şer bên eşkerekirin, bên teşhirkirin.”

Roza Metîna di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku yek rêgezên bingehîn ên Çapemeniya Azad teşhîrkirina sûcên desthilatê, pergalê û eşkerekirina nelirêtiyên desthilatê ne û got: “Armanca desthilatî ew e ku çapemeniya azad ji holê rake. Îro li Rojava sûcê şer tê kirin, li wir ceyran û av li ser gel tê kutkirin. Şervanan ji avahiyan diavêjin, keziyên şervanên jin jê dikin. Li dijî van sûcên şer, em wek Çapemeniya Azad dibêjin ku em van êrişan qebûl nakin û em ê van kirinan teşhîr bikin.”

‘Desthilat naxwaze tarîtî ronî bibin’

Nûnerê DÎSK Basin Îşê rojnameger Hakki Boltan jî diyar kir ku ew her gav li gel rojnamegeran in, li gel Çapemeniya Azad in û ev tişt got: “Li ku dibe bila bibe, em ê li dijî êrişan li gel rojnamegeran bin, piştgiriya wan bikin û em ê êrişên li dijî wan şermezar bikin. Hevalên me yên li qadê hatine girtin, hesabên wan yên medyaya dîjîtal, malperên wan hatin astengkirin. Rojnamegeriya wan tê astengkirin. Dixuye ku desthilatdariya heyî dixwaze tiştên tarî di taritiyê de bimîne û kes pê nehese.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Çapememiya azad nayê bêdengkirin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Çapemeniya Azad” bi dawî bû.

 

Etîket: Endamê Sendîkaya DÎSK BASİN-ÎŞê û Rojnameger Hakki BoltanKomeleya Cemiyeta Rojnamegeran a BaşûrrojhilatKomeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG)Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotomya (MKG)Rojnameger Hakki BoltanSeroka MKGê Roza Metîna
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dozger di doza pirtûkan de ji bo Boltan û Zengeralp ceza xwest

Dozger di doza pirtûkan de ji bo Boltan û Zengeralp ceza xwest

16 TÎRMEH 2026
MKGê Nesrîn Teke bi bîr anî: Bû meşale û rêya me ronî kir

MKGê Nesrîn Teke bi bîr anî: Bû meşale û rêya me ronî kir

9 TÎRMEH 2026
Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

16 HEZÎRAN 2026
Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

Naveroka serlêdana pêşbirka Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz eşkere bû

8 HEZÎRAN 2026
MKGê rapora meha Sibatê eşkere kir

MKGê rapora Gulanê eşkere kir: Zextên li ser rojnamegeran sîstematîk bûne

4 HEZÎRAN 2026
Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

Serlêdana Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê dike

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne