• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Amed / AW

16 HEZÎRAN 2026 - 11:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kir. Îsal cara yekemîn dê li ser navê Huseyîn Aykol “Xelatên Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” bê dayîn.

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ya ku ji aliyê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ve tê lidarxistin, dest pê kir. Cara yekemîn e ku dê DFG xebata vê pêşbirkê bi rê ve bibe. Pêşbirka ku bi dirûşma “Heqîqet teqez rêya xwe dibîne” tê lidarxistin, îsal dê ji bo bibîranîna rojnameger Huseyîn Aykol ê ku jiyana xwe ji dest da “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” bê dayîn. Serlêdan heta 5ê Îlonê dê berdewam bike.

DFGê derbarê serlêdanê de daxuyaniyek weşand. Di metna daxuyaniyê de ev yek hate gotin:

“33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku ji bo zindîgirtina bîranîna çinarê çapemeniya Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa), bibîranîna rojnamegerên ku di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane û xuyakirina keda rojnamegerên li pey heqîqetê tê lidarxistin, îsal di pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) de pêk tê.

Ev xelatên ku xwedî dîrokeke zêdetirî sih salan e, ji bilî organîzasyoneke ku tenê serkeftinên pîşeyî xelat dike, wekî hevdîtineke giring a ku hafizeya kevneşopiya çapemeniya azad a li Tirkiye û Kurdistanê zindî dihêle ye. Ev xelat, nûnertiya bîra hevpar û berxwedana kesên ku tevî hemû zext, sansûr, binçavkirin û girtinan dest ji rojnamegeriyê bernedane, dike. Di salên borî de xebata ku sedan rojnamegeran bi pênûs, wênekêş û kameraya xwe danîne holê bi rêya van xelatan gihiştiye raya giştî û têkoşîna rojnamegerên ku mafê gel ê xwegihandina nûçeyan diparêzin hatiye xuyakirin. Ev kevneşopiya ku bi hişmendiya Apê Mûsa ya “Heqîqet teqez rêya xwe dibîne” şîn bûye, îro jî rêya kedkarên çapemeniya azad ronî dike. Ev xelatên ku di serdemeke her ku diçe zêdetir zext li rojnamegeriyê tê kirin, gelek rojnameger tên darizandin, girtin û ji ber xebatên xwe hedef tên girtin de tên lidarxistin peyameke xurt e ku nîşan dide heqîqet nayê bêdeng kirin.”

Roja dawî ya serlêdanê 5ê Îlonê ye

Encamên pêşbaziya ku îsal di pêşengiya DFGê de tê lidarxistin, dê di 15ê Îlonê de werin eşkerekirin. Dîroka dawî ya serlêdanê 5ê Îlonê ye. Li aliyê din, merasîma xelatan jî dê îsal di salvegera qetilkirina Apê Mûsa de ango di 20ê Îlonê de li Amedê were lidarxistin.

DFGê diyar kir ku hemû rojnamegerên ku li pey heqîqetê diçin û mafê gel ê xwegihandina agahiyan diparêzin vedixwînin vê pêşbaziya watedar û wiha got: “Di serî de Mûsa Anter, hemû kedkarên çapemeniyê yên ku di têkoşîna çapemeniya azad de jiyana xwe ji dest dane bi rêz, hesret û minnet bi bîr tînin.”

Şertên tevlibûnê

Şertên tevlibûna pêşbaziyê bi vî rengî ye:

* Her kesê ku xwedî berhemeke mercên teknîkî yên şertnameya Pêşbaziya Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi cih bîne, dikare tev li bibe.

* Endamên desteya hilbijartinê (jurî) û kesên di desteya amadekar de cih digirin, nikarin tev li pêşbaziyê bibin.

* Divê berhemên ku tev li pêşbaziyê dibin berê nehatibin weşandin an jî piştî dîroka 5ê Îlona 2025an hatibin weşandin.

* Di Beşa Nûçeyên Kurmancî de, dikarin bi hemû zaravayên Kurdî tev li bibin.

* Berhemên ku ji pêşbaziyê re tên şandin divê li gorî pîvanên rojnamegeriyê hatibin amadekirin, nirxa nûçeyê tê de hebe, berjewendiya civakî biparêze û xebateke xwerû ya rojnamegeriyê be.

* Beşdar tenê dikare bi wan berhemên xwe tevli bibe ku berê an jî bi awayekî hemwext di tu pêşbaziyeke din de xelat, xelata mansiyonê an jî mafê pêşandanê negirtibe.

* Heke bê tespîtkirin ku berhemek berê di vê pêşbaziyê de an jî di pêşbaziyeke ku bi awayekî hemwext hatibe lidarxistin de xelat girtiye, der barê beşdar de pêvajoya binpêkirina qaideyan tê meşandin û xelata wî/wê tê betalkirin.

* Heke xelat hatibe girtin, divê ji aliyê beşdar ve were îadekirin. Ev rewş ji bo beşdarên din mafê daxwazê ava nake. Her wiha kesên ku berhemên ne yên wan wekî yên xwe nîşan bidin û juriyê bixapînin, ji aliyê juriyê ve ji pêşbaziyê tên derxistin.

* Tê qebûlkirin ku hemû beşdarên berhemên xwe ji pêşbaziyê re dişînin, şertên di şertnameyê de pejirandine. Kesên li gorî van mercan tevnegerin, li derveyî pêşbaziyê tên girtin.

* Heke berhem nehatibe weşandin; navê berhemê, cih û dema ku lê hatiye kişandin an xêzkirin; heke hatibe weşandin jî navê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û dîroka weşanê tevî kopiyeke agahiyên weşanê divê di dosyayê de cih bigire.

* Divê beşdar; kurtejiyana xwe, navnîşana ragihandinê, nivîsa agahdariya têkildarî berhemê û wêneyekî xwe li dosyaya serlêdanê zêde bikin.

* Berhemên ku tên şandin paşve nayên dayîn û desteya amadekar dikare van berheman di organên weşanê yên ku diyar dike de biweşîne.

Beşên pêşbaziyê û formatên şandina berheman

* Beşdar dikarin di kategoriyên mîna polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzişê de bi xebatên xwedî nirxa nûçeyê tev li bibin.

* Heke nûçeyên ku dê tev li pêşbaziyê bibin di çapemeniya nivîskî de hatibin weşandin di formata PDF de, heke di medyaya înternetê de hatibin weşandin di formata Wordê de dikarin ji navnîşana e maîlê re werin şandin.

* Beşa Wêneyan: Di quncika çepê ya jêrîn a aliyên piştê yên xebatên pêşkêşî pêşbirkê hatine kirin de wê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê xebatê bi etîketekê bê nivîsandin. Divê dem, cîh û navê nûçeya ku wêne lê hatiye kişandin were diyarkirin. Di beşa wênekêşiyê de divê rehendê berheman, aliyê kurt herî kêm 2000 pîksel, di formata JPGê de di 300DPİ mp û di kalîteya tengkirina 12yan de bê pêşkeşkirin. Heke desteya amadekar pêwîst bibîne dikare daxwaza wêneyê orjînal (Raw) bike. Wêneyên ku li ser hatine leyîstin û bi awayekî ku rastiya wî hatibe guhertin (ji bilî ronahî, reng, eyarên kontrastê) dê neyên nirxandin. Wêne di formata JPGê de dikarin ji navnîşana e maîla li jêr hatiye diyarkirin re bên şandin. Divê wêne “wêneyên nûçeyan” bin.

Beşa Karîkatur: Navê berhemê dê li quncê çepê yê jêr ê pişta karîkatûrê bi etîketekê were nivîsandin. Xêzkar di teknîka xwe de azad e, lê divê berhem orîjînal bin. Bi şertê ku ji aliyê hunermend ve hatibe îmzekirin (îmzeya bihibr), berhemên çapê yên dîjîtal tên qebûlkirin. Mezinahiya karîkatûran herî kêm A4 (21 cm x 29,7 cm) û her herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û li ser tu zemînekî nehatibe zeliqandin. Karîkatur dikarin di formata JPG de ji e-maila diyarkirî re werin şandin.

Beşa Dîtbarî (Nûçeya bidîmen): Divê berhemên ku werin şandin di televîzyon, televîzyona înternetê, ajansa nûçeyan, platformên nûçeyan ên dîjîtal an jî mecrayên rojnamegeriya serbixwe de hatibin weşandin û xwedî taybetmendiya nûçeyê bin. Ligel berhemê; nav-paşnavê xwediyê berhemê, navê berhemê, mecrayê weşanê, dîroka weşanê, mijara nûçeyê û agahiyên cih û demê divê werin nivîsandin. Berhem divê di formata MP4, MOV an jî MPEG de bin, mînîmum bi qalîteya Full HD (1920×1080) û divê bi qalîteya orjînal a weşanê bên şandin. Divê video herî zêde 15 deqîqe be. Xebatên dirêjtir tenê bi erêkirina jûriyê dikarin werin nirxandin. Di pevbestîn, sererastkirina deng, reng û ronahiyê de destwerdan azad e, lê zêdekirin an derxistina kes, tişt an bûyeran a ku rastiya nûçeyê biguherîne, sedema derxistina ji pêşbaziyê ye. Berhem dikarin bi rêya “WeTransfer” ji navnîşana e-posteyê re werin şandin. Divê berhem xwedî taybetmendiya nûçeya dîtbarî û bidîmen be û berhemê xebatên rojnamegeriyê be.

Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Huseyîn AYkol

Îsal yekem car, li ser navê kedkarê Çapemeniya Azad û mamosteyê rojnamegeriyê Huseyîn Aykol ê ku di 31ê Kanûna 2025an de wefat kir, “Xelata Rûmetê ya Azadiya Çapemeniyê” dê were dayîn. Ev xelat ji aliyê desteya amadekar û bi pejirandina jûriyê ve tê diyarkirin. Xelat dikare ji kes, sazî û rêxistinên ku di qada azadiya çapemeniyê, mafên mirovan û azadiyan de bi xebatên xwe derketine pêş re were dayîn.

Endamên jûriyê

Jûriya Nûçeyên Tirkî: Alî Dûran Topûz, Candan Yildiz, Farûk Bîldîrîcî, Mahmût Bozarslan, Ozlem Akarsû Çelîk, Serdar Altan.

Jûriya Nûçeyên Kurdî: Botan Germiyanî, Elîf Can Alkan, Mehmet Alî Ertaş, Munever Karademîr, Turabî Kîşîn, Zinar Yildiz.

Jûriya Nûçeyên Dîtbarî (Vîdeo): Banû Guven, Heval Arslan, Kazim Kizil, Kesîra Onel, Tûrgût Dedeoglû.

Jûriya Wêne: Abdurrahman Gok, Aylîn Kizil, Bulent Kiliç, Gulşîn Ketencî, Mehmet Mahsûm Suer, Ozcan Yaman.

Jûriya Karîkatûr: Asli Alpar, Erceren, Ronî Batte.

Navnîşana serlêdanê

* e-posta: [email protected]

* Telefon: 0 (530) 186 80 76

Navnîşan: Kooperatifler Mah. Ofis Sanat Sokağı, Halitoğlu Sanat Apt. Dışkapı No:17, İçkapı No: 3, Yenişehir / AMED

 

Etîket: 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên ÇapemeniyêHuseyîn AykolKomeleya Rojnamegerên a Dicle Firatê (DFG)Mûsa AnterSerlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

19 GULAN 2026
Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin  Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin
Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

22 NÎSAN 2026
Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

21 NÎSAN 2026
Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

Rojnameger Evîn Bûldan hat bibîranîn

2 NÎSAN 2026
Karayilan: Newroza 2026î ganî biba Newroza azadîya Rayber Apoyî

Ji Karayilan peyamên Newroza 2026an-1: Ji Muslim heta Sadak, Aykol, Kiliç û Huseynî windahiyên giran bûn

18 ADAR 2026
Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

Serlêdanên atolyeya medyaya dîjîtal dest pê kir

10 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne