Malbata Musa Anter û parêzerên wî ji bo doza Musa Anter ku ji ber demboriyê xira bibû ji nû vê bê dîtin serî li Serokiya Daîreya Lêkolîna Qetilkirinên Faîl Nediyar ku di bin banê Wezareta Dadê de hatiye avakirin, dan.
Doza nivîskar û Rojnamegerê Kurd Apê Musa (Musa Anter) ku di 20ê Îlonê 1992yan de li Amedê ji aliyê JÎTEMê ve hatibû qetilkirin, di 21ê Îlona 2022yan de bi hinceta demboriyê xira bibû. Keça Musa Anter Rahşan Yorozlu û parêzer Bişar Abdi Alinak ji bo doz ji nû ve bê dîtin serî li Serokiya Daîreya Lêkolîna Qetilkirinên Faîl Nediyar ku di bin banê Wezareta Dadê de hatiyê avakirin, dan. Di serîlêdanê de hat xwestin ku lêpirsîneke bi bandor pêk were û doz ji her alî ve werê ronîkirin û faîl bên tespîtkirin û cezakirin.













