• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser: Em ji diyaloga hemû aliyan re amade ne

Navenda Nûçeyan / AW

8 KANÛN 2024 - 14:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hilweşandina rejîma Suriyeyê pîroz kir û destnîşan kir ku ew ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî geşedanên dawî û ketina HTŞê ya Şamê li ber avahiya rêveberiyê ya li Reqayê daxuyanî da çapemeniyê. Bi zimanê Erebî û Kurdî daxuyanî xwendin. Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd daxuyaniya bi Kurdî xwend.

Evîn Siwêd anî ziman ku ew di serî de rûxandina rejîma zalim a Sûriyeyê li hemû gelê Sûriyeyê pîroz dikin û wiha got: “Ez gelê me yê ku di oxira azadî û wekheviyê de tişta herî giranbuha da, silav dikin. Piştî 14 salan ji têkoşîn û pevçûnan, rejîma Sûriyeyê ya zalim bi hemû sazî û artêşa xwe ve, hate hilweşandin. Vê rejîmê nasnameyên neteweyî û çandî yên pêkhateyên Sûriyeyê paşguh dikir, siyaseta binpêkirinê li dijî hêza demokratîk dimeşand û mafên gelên Sûriyeyê înkar dikir. Wê netewperestî, olperestî û mezhebperestî esas girt û bû sedem ku Sûriye ber bi rewşên xirab ve biçe. Ew bû sedema kuştina bi sed hezaran û koçberkirina bi milyonan ji gelê Suriyeyê. Me weke pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herêmên me yek ji herêmên Sûriyeyê yên herî zêde rastî zilm û neheqiyê dihatin, ji bo parastina gelê xwe bi hezaran şehîd dan, me êş kişand û em em rastî gelek binpêkirinan hatin.”

Evîn Siwêd, anî ziman ku di salên borî yên şoreşê de, tevî hemû hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo dîtina çareseriyek ji pirsgirêkên Sûriyeyê yên bi rêyên aştiyan jî, lê rêjîmê siyasetên xwe yên dûrxistinê berdewam kirin û ji diyaloga cidî û çêker dûr ket. Siyaseta kirîna demê ji bo vekirina rê li ber mezinbûna kirîza Sûriyeyê bi awayekî zêdetir, esas girt. Sedema tişta ku niha Sûriye dijî jî vedigere vê rejîma bêserûber.”

Evîn Siwêd destnîşan kir ku wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, di nava salên kirîzê de hemû derfeta xwe da peydakirina çareseriyeke aştiyane ya ji bo dozên li Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “Lê rejîma Sûriyeyê bersiva vê xebatê neda û ji ber wê jî ew berpirsa bûyerên ku îro li Sûriyeyê diqewimin e. Em diyar dikin ku em girêdayî pîvanên ku me di heyama borî de li ser wan kar kiriye ne. Em wek beşek ji pêkhate û ji erdnîgariya Sûriyeyê dê ji bo parastina yekîtiya gelê Sûriyeyê û yekrêziya axa Sûriyeyê, kar bikin. Em ê zimanê diyaloga aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan bêyî dûrxistina ti aliyekî li Sûriyeyê, esas bigirin.

Em teqez dikin ku em ê di avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng a ku mafên hemû gelên Sûriyeyê bêyî cûdahî misoger bike de, roleke pêşeng bilîzin. Em bang li hemû hêzên siyasî yên li Sûriyeyê dikin ku demên berê bînin ber çavan û dersan jê derxînin, her wiha ji bo derxistina welat ji aloziyê, bixebitin.”

Evîn Siwêd bang li hemû aliyan kir û wiha got: “Werin em vê qonaxê bikin rûpeleke nû ku em bi hev re hevkariyê bikin da ku em bigihîjin lihevkirinên ku xizmeta berjewendiyên hemû gelên Sûriyeyê bike. Em bang li her kesî dikin ku dûrî siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku rejîma Sûriyeyê di demên borî de esas girt, bisekinin. Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyalogê re amade ne, em destê xwe didin hemû aliyên Suriyeyê da ku bi hevre em nîşaneyên Sûriya pêşerojê, xêz bikin.”

 

Etîket: BakurEvîn SiwêdRêveberiya Xweseriya DemokratîkRojhilatSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne