• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Xweser: Divê rêveberiya Şamê dev ji siyaseta paşguhkirinê berde

Navenda Nûçeyan / AW

30 ADAR 2025 - 17:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li desthilata Şamê kir ku dev ji siyaseta bidûrxistin û paşguhkirinê berde û tevahiya gelê Sûriyeyê were hembêzkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî siyasetên paşguhkirin û bidûrxistinê ku desthilata Şamê pêk tîne, daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman:

“Ji ber ku Sûriyeyiyan di encama siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê de yên di serdema rejîma hilweşiyayî de êşên mezin kişandin, di dirêjahiya hefte û mehên borî de bi girîngiyeke mezin avakirina hikumeteke niştîmanî dişopand û hemû hêvî ew bûn ku hikumeteke giştî, pirrengî û piralî li welat were avakirin.

Lê hikumeta ku şeva şemiyê (29ê Adarê) li Şamê hate ragihandin heman hikumeta berê bû; ji aliyê berçavnegirtina pirrengiya li Sûriyeyê, berdewamkirina desthilata yekrengî, nenûnertiya adilane û nerasteqîn a tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye.

Ev siyasetên ku hikumeta Şamê îsrar dike ku li ser bimeşe, me vedigerîne çaryeka destpêkê; ji aliyê yekrengiya hukim, bidûrxistina pêkhate û aliyên Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî û birêvebirina kar û barên welat. Ev yek dûrî armancên ku Sûriyeyiyan şoreşa xwe li dar xistiye, ye.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê diyar dikin ku her hikumetek ku pirengî û piraliya li Sûriyeyê di ber çavan re negire nikare bi awayekî durist welat bi rê ve bibe û ji vê krîzê derxe. Ji wê zêdetir wê aloziyê kûrtir bike û sedemên ji bo wê şoreşa hatiye lidarxistin raneke, her wiha wê nikaribe biryarên ku bên dayîn pêk bîne. Ev îsrara li ser berdewamkirina şaştiyên berê wê zirarê bide Sûriyeyiyan û bi carekê ber bi destpêkirina pêvajoya siyasî ya gitşî ve nabe.

Em careke din teqez dikin ku em bi daxwazên bingehîn ku Sûriyeyî ji bo wê serî hildane ve girêdayî ne. Sûriyeyiyan banga avakirina Sûriyeyeke demokratîk, hevbeş û nenavendî kir ku mafên hemwelatîbûnê û beşdariya adilane di tevahî aliyên jiyana siyasî de hebe û tu aliyek bi tenê Sûriyeyê bi rê ve nebe. Ji lew re em bang dikin ku dev ji siyaseta bidûrxistin û paşguhkirinê berde, ji wê zêdetir tevahî gelê Sûriyeyê ji pêkhate, ol û mezheban hembêz bikin.”

Etîket: Rêveberiya XweserRojavaŞam
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne