• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberiya Kobaniyê: Hikumeta Demkî gav na avêje

Kobanî / AW

7 SIBAT 2026 - 15:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Kobaniyê diyar kir ku tevî sozên Hikumeta Demkî di civîna li Helebê de dane jî, heta niha tu gavên berbiçav neavêtine. Rêveberiyê got ku hêzên leşkerî yên Şamê hêj ji Çelebiyê venekişiyan e û dorpêça li ser Kobaniyê jî didome.

Rêveberiya Kobaniyê têkildarî dan û standinên xwe yên li gel rêveberiya parêzgariya Helebê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Hikûmeta Demkî hêj hêzên xwe ji Çelebiyê nekişandine û dorpêça li ser Kobaniyê jî didomine. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî Peymana 29ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî de hate îmzekirin gava yekemîn li navçeya Şêxler hat avêtin û entegrasyon di navbera hêzên ewlehiyê yên li wê deverê de pêk hat.”

Şandeyan li Helebê hemû mijar nîqaş kirin

Di daxuyaniyê de têkildarî hevdîtinên di navbera aliyan de pêk hatîn agahî hate dayîn û ev tişt hatin gotin: “Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên şêniyan û vegera koçberan li malên wan, li gundewarê bajarê Kobanê civînek di navbera Rêveberiya Kobanê û cîgirê parêzgarê Helebê de bi amadebûna rûspiyên Kurd û Ereb pêk hat. Civîn bi encamên erênî bi dawî bû û di nav de cîgirê parêzgarê Helebê li ser navê parêzgar, Rêveberiya Kobanê vexwend ji bo civînekê serdana bajarê Helebê . Li ser vexwendina ku gihaşt Rêveberiya Xweser a Kobanê, şandeyek ji rêveberî û rûspiyên Kobanê di 5ê meha Sibatê de çûn Helebê û hevdîtin pêk anîn. Li wir hevdîtin bi cîgirê parêzgar û fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Parêzgeha Helebê re pêk hat.”

‘Soz dan lê bi cih neanîn’

Li ser mijarên lihevkirinê jî agahî hate dayîn û wiha hate gotin: “Di civînê de gelek dosyayên girîng ên têkildarî herêmê hatin nîqaşkirin. Di serî de gavên pratîk ên li navçeya Şêxler hatine avêtin. Ji bo navçeya Çelebiyê jî heman biryar hate destnîşankirin. Her wiha mijarên xizmetguzariyê mîna qutbûna av, elektrîk û înternetê hatin gotûbêjkirin. Lê belê tevî sozên ku nûnerên hikumetê di civînê de dan, heta niha ji aliyê hikumetê ve gavên berbiçav nehatine avêtin, bi taybetî vekişîna hêzên leşkerî ji Çelebiyê û rakirina dorpêça li ser bajarê Kobanê wekî xwe maye.”

‘Em ji bo Kobanê bikaranîna navê Eyn Ereb red dikin’

Rêveberiya Xweser bikaranîna navê Eyn el Ereb ji bo Kobaniyê jî bi tundî rexne kir û ev tişt destnîşan kirin: “Em wek Rêveberiya Kobanê teqez dikin ku daxuyaniyên piştre di çapemeniyê de hatine weşandin, xizmeta çareserkirina pirsgirêkan nakin. Bi tu awayî bi naveroka peymanê re li hev nakin. Her wiha pênasekirina Kobaniyê wekî ‘navçe’ û israra li ser bikaranîna navê ‘Eyn El Ereb’ li dijî rastiyên li ser erdê ne.”

‘Divê Şam berpirsyariyên xwe bi cih bîne’

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Em careke din pabendbûna xwe bi xalên peymanê û pêkanîna wê ya li ser erdê re nîşan didin û diyar dikin ku em amade ne berpirsyariyên xwe bi cih bînin da ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Em bang li hikumeta Şamê dikin ku erkên dikevin ser milê xwe bi cih bîne û gavên pêwîst temam bike. Bi taybetî vekişandina hêzên leşkerî ji gundên di nav sînorên îdarî yên herêma Kobanê de, rakirina dorpêça li ser bajêr û rakirina astengiyên li pêşiya dabînkirina xizmetguzariyên bingehîn ji bo şêniyan.”

Etîket: HalepHTSKobanîKurdistan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

Li Şemrex û Dêrikê serdana bîranînan

31 TEBAX 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

31 TEBAX 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne