• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rejîma îranê zexta li ser girtiyan zêde dike

Navenda Nûçeyan / AW

9 ADAR 2026 - 16:10
Kategorî: DARAZ, ROJANE
A A
Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî ragihand ku berpirsên Girtîgeha Lakan ya li bajarê Reşt hevdîtina Şerîfe Mihemedî û hin girtiyên siyasî bi malbatên wan qedexe kiriye. Hat diyarkirin ku ev biryar di nav malbatên wan û raya giştî de bûye sedema fikaran.

Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî derbarê zordariyên li ser girtiyên li girtîgehên Îranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê hate gotin ku ji destpêka şerê Îsraîl, Amerîka û Îranê heta niha şert û mercên li girtîgehên Îranê her ku diçe xirabtir dibe. Li gorî daxuyaniyê zext û gef li ser girtiyên siyasî zêdetir bûye. Kampanyayê diyar kir ku hevdîtina Şerîfe Mihemedî û hin girtiyên siyasî ya bi malbatan re hatiye qedexekirin.

Malbat bi fikar in

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku astengkirina hevdîtinan a li Girtîgeha Lakanê bûye sedema fikarên kûr li ser ewlehî û tenduristiya girtiyan. Aktîvîstên kampanyayê bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li hemberî vê mijarê bi hîstiyar bin û xwest ku girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan.

Şerîfe Mihemedî kî ye?

Di 5ê Kanûna 2023an de Şerîfe Mihemedî li mala xwe ya li bajarê Reşt ji aliyê hêzên girêdayî Wezareta Îtlaetê ve bêy fermana dadwer hate binçavkirin. Piştî girtinê, ew şandin girtîgeha bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê. Li wir ew di hucreya takekesî de hate girtin û li gorî agahiyên belavbûyî di dema lêpirsînê de êşkenceya fîzîkî û derûnî lê hatiye kirin. Her wiha, ji bo demeke dirêj rê nehat dayîn ku ew bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

30 sal ceza lê hate birîn

Piştre Şerîfe Mihemedî ji girtîgeha Sineyê bo girtîgeha Lakan ya li bajarê Reşt hate veguhestin. Doza Şerîfe Mihemedî ji aliyê şaxa yekem ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê ve bi serokatiya Dadwer Mihemed Elî Derwêş Goftar ve hate meşandin. Di 4ê Tîrmeha 2024an de bi hinceta “derketina li dijî desthilatê” cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştî vê biryarê, di 16ê Tebaxa 2025an de jî şaxa 39an a Dadgeha Bilind ya Îranê ceza hate erêkirin. Lê li gorî agahiyên herî dawî yên ku ji aliyê parêzerê wê ve hatine ragihandin, Dadgeha Bilind paşê cezayê darvekirinê betal kir û ew ceza veguherî 30 sal cezayê girtîgehê.

Etîket: Girtîgeha LakanGirtiyên siyasîrejîma îdamê ya Îranêşerê Îran û ÎsraîlêŞerîfe Mihemedî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

Davût Avci piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

11 ÎLON 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

13 TEBAX 2026
Turan Uysal li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin

Turan Uysal li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin

30 TÎRMEH 2026
Rejîma Îranê 5 girtiyên din bi darve kir

Rejîma Îranê 4 girtî darve kirin: Jiyana 6 girtiyên siyasî di metirsiyê de ye

26 GULAN 2026
Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne