• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ramazan Olçen: Li Sûriyeyê dewreke nû

Navenda Nûçeyan / AW

19 KANÛN 2024 - 10:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rojnameger Ramazan Olçen ji bo Rojnameya Xwebûnê bi ser navê “Li Sûriyeyê dewreyeke nû” gotarek girt dest û bal şikand ser girîngiya têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava.

Rojnameger Ramazan Olçen, ji bo Rojnameya Xwebûnê gotarek girt dest û bal kişand ser pêvajoya nû ya li pêş Sûriyeyê û metirsiyen li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rojnameger Ramazan Olçen bi sernavê “Li Sûriyeyê dewreyeke nû” nivisand û got: “Di encama têkoşîna gelê kurd û gelên li Sûriyeyê pergala BAASê ya 61 salî hilweşiya. Serokê hikûmeta Şamê Beşar Esad reviya û çû Moskowayê. Dewrek hat girtin. Dewleta Tirk çeteyên DAIŞê kişkişî Kobanê kirin û hingê di serî de gelê kurd, mirovahiya pêşverû li dijî vê sekinî, bû mertal, niha jî roj heman roj e. Divê dîsa bi heman rengî lê hê bi xurtî em li dijî van êrişan bisekinin.”

Ramazan Olçen di quncirê xwe yê Rojnameyê de anî ziman ku di encama têkoşîna gelê Kurd û gelên li Sûriyeyê pergala BAASê ya 61 salî hilweşiya û wiha cih da nivîsê: “Serokê hikûmeta Şamê Beşar Esad reviya û çû Moskowayê. Dewrek hat girtin. Hukmê pergala yekperest a BAASê êdî nema. Pergala BAASê di yekperestiyê de israr kir û bi vî awayî dawiya xwe anî. Li Sûriyeyê dewrek hat girtin û dewreke nû vedibe. Ev hilweşîn di heman demê de hilweşîna hişmendî û siyaseta netewe-dewletê ya yekperest e jî. Ev hilweşîn bi ketina Beşar Esad dest pê nekir. Beriya Esad li Iraqê Sedam Huseyn ketibû. Heke Esad ji ketina Sedam ders biderxistana belkî me dê îro behsa tiştinên din bikira. Lê Esad ders jê dernexistin û aqil jî negirt. Tevî ku Tevgera Azadiyê gelek caran ew hişyar jî kir, xwest guh bide gelê xwe, guherîn û veguherînên demokratîk bike jî Esad ev nekir û das li çokê xwe xist.”

Ramazan Olçen da zanîn ku li Rojhilata Navîn qesr û kelehên mêtingerî û dîktatoriyê yek bi yek hildiweşîn û wiha li nivîsê zêde kir: “Ev hilweşîn dê dewam jî bike. Pergala BAASê ya ku 61 sal bûn îpotek danîbû ser çarenivîsa gelan hilweşiya. Ev hilweşîn dê weke kevirên domînoyê dewam bike. Xelasiya dîktator û hikumdarên zordest û xweperest ji vê aqûbetê nîn e. Lê helbet ew jî ji bo ku temenê xwe dirêj bikin dê manewrayan bikin. Va em bi çavên serê xwe dibînin ku Dewleta Tirk çeteyên xwe yên bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS-MSO) kişkişî kurdan dike, kişkişî herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Şefê faşîst Erdogan di ketina Sedam de ev zêde hîs nekiribû lê bi ketina Esad hîs dike ku ketina wî, ketina wan jî nêzîk e.”

Ramazan Olçen, bal kişand ser êrîşên li ser Rojava û wiha berdewam kir: ” Ji bo ku ketina xwe bi paş ve bixe û hilweşîna pergala BAASê ji bo xwe weke keysekê dibîne û êriş dike. Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê didomîne û şer û pevçûnan gur dike. Tevî hilweşîna pergala BAASê, Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê didomîne. Ev ji me re wê rastiyê nîşan dide ku Dewleta Tirk naxwaze statukoya li herêmê biguhere, li Sûriyeyê dewra Esad hatibe girtin jî li wê derê dîsa bila pergaleke monîst û despotîk hukm bike. Dewleta Tirk naxwaze ev hişmendî û siyaseta yekperest û despotîk tune bibe. Berevajî ew dixwaze ev hişmendî bi awayekî hê bi dijwartirîn berdewam bike. Sedemên vê jî hene helbet. Ji ber ku dibîne, ger ev yek bibe dê dor bê wî. Ji bo ev nebe bi hemû derfetên di destê xwe de êriş dike, dîplomasiyeke qirêj dimeşîne. Ya ku ev tirs xistiye dilê Erdogan, Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û Şoreşa Jinê ya Rojava ye. Ji ber wê jî ew dixwaze şoreşa gelan bifetisîne. Êrişan dike, bombeyan dibarîne.”

Ramazan Olçen herî xwest gelê Kurd dîsa bi ruhê Kobanê li Rojava xwedî derkeve û wiha got: “Ji bo ku şefê faşîst negihije armanca xwe, erk û berpirsyariyên me jî hene. Çawa ku dema Dewleta Tirk çeteyên DAIŞê kişkişî Kobanê kirin û hingê di serî de gelê kurd, mirovahiya pêşverû li dijî vê sekinî, bû mertal, niha jî roj heman roj e. Divê dîsa bi heman rengî lê hê bi xurtî em li dijî van êrişan bisekinin. Sekinandina êrişan dê şikandina dîktatorî jî nêzîk bike. Hingê dê li Sûriyeyê di dewra nû de em ê bikaribin behsa jiyaneke nû jî bikin. Hingê em ê bikaribin bi hev re paşerojeke azad xeyal bikin û ber bi wê ve gavan biavêjin. Ev erka me hemûyan e.”

Etîket: BaasEsadRamazan OlçenRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne