• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Promiyera lîstika Xewna Şeveke Havînê hat lidarxistin

Amed / AW

28 SIBAT 2026 - 11:32
Kategorî: MANŞET
A A
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê promiyera lîstika bi navê “Xewna Şeveke Havînê” ku yek ji berhemên William Shakespeare e û wergerandine Kurdî li Çand Amedê hat lidarxistin.

 

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lîstika bi navê “Xewna Şeveke Havînê” ku yek ji berhemên William Shakespeare û wergerandine Kurdî li Çand Amedê pêşkeşî şanohezan kir. Şanoya Bajêr duh promiyera lîstika xwe ya ku Kawa Nemir wergêrandiye li Çand Amedê li dar xist. Bi sedan şanohezan eywana promiyera lîstikê lê hate kirin tejî kirin. Ji ber cih nema gelek kesan li ser derenceyan lîstik temaşe kirin. Şanohezan di dema lîstikê de gelek caran bi ken û çepikên xwe keyfxweşiya xwe nîşan dan.

Di lîstika ku Ferhad Feqî derhêneriya wê kiriye de Berfîn Emektar, Halît Aslan, Mesût Erencî, Nûrşen Adiguzel, Nazmî Karaman, Ozcan Ateş, Omer Akkan, Perînaz Delazy, Sena Ozbey, Sakîna Aktaş, Şahperî Alphan, Şehabettîn Dag, Yavûz Akkûzû û Zeycan ateş lîstin. Di dawiya lîstikê de şanohezan li ser piyan ji bo lîstikvanan li çepikan dan. Dû re Cîgira Sekretera Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mûhabbet Erdogmûş kulîlk dan derhêner, lîstikvan û kesên tevkarî li lîstikê kirine. Lîstika Xewna Şeveke Havînê dê îro jî û 27 û 28ê Adarê jî li Çand Amedê bê lîstin.

Naveroka Lîstikê

Her çiqas lîstik li ser êvîndarîyê jî be, Shakespeare di metna xwe de rexneyê li kesayetîya mirovan û li zagonên civakê jî dike. Eşq ne ew tiştê ku mirov heta hetayê jiyana xwe li ser bike û xwe ji bo wê bide kuştin. Her tişt di rojekê de dikare bi “sêhrekê” an bi “xewnekê” biguhere.

Di lîstikê de têkilîyên evînê ku li ser berjewendîya desthilatdarîyê pêk hatine, ew qas “hesas” in ku dikare di xewnekê de hemû pevgirêdana “eşqa mirovan” bi awayekî berovajî biguherîne û dîsa weke ku tiştek neqewîmî be vegerîne rewşa berê. Ev guherîn gelek caran ne di destê mirovan de ye, di “sêhrê” de ye. Sêhr hem dikare henekê xwe bi mirovan bike hem jî mirovan bextewar bike. Lê weke her tiştî dawîya sêhrê jî heye. Bi şîyarbûnê re “morîka xewê” ji guhê mirovan derdikeve.

Dema tiştên neditî û ecêb biqewime mirov li xwe nagire û xwe davêje bextê “xewnê”. Di van xewnan de, bi xêr û gunehên xwe hemû dimênên tirs û xwestekên mirovan pêk tên. (Ji xwe şano jî, ji roja roj de bi xewn û xeyalan dide û distîne, dikenîne, ditirsîne, digirînê…)

Etîket: çandSaredariya Bajare Mezin a AmedeŞonaya Bajêr ya AmedêXewna Şeveke Havînê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

Şanoya Bajêr a Amedê perdeya xwe bi lîstika ‘Moraşîn’ vedike

1 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026
Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

Ji Şaredariya Amedê kursên pirzimanî

2 ÎLON 2026
Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

Ji bo Mehdî Zana merasîma cenazeyê hat lidarxistin

30 TEBAX 2026
Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne