• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Polîsên ku kuştina jinan asteng nakin meşa jinan asteng dikin!

Şirnex / AW

25 MIJDAR 2025 - 17:41
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Li Silopiya polîsan meşa jinan asteng kir. Parlamenter Salîha Aydenîz bertek nîşan da û got ku hêzên ku kuştina jinan asteng nakin îro hatine meşa jinan asteng dikin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî li gel Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, endam û rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi sedan jinên li ber avahiya DEM Partiyê kom bûyîn bi bankarta, ‘Bi civaka azad, ber bi jiyana azad û bê tundî’ xwestin heya kolana hunerê bimeşin.

Polîsên ku hemû rêyên diçin kolana hunerê girtibûn destûr nedan ku jin meşê lidarbixin. Li gel hevdîtinên bi polîsan destûr ji bo qedeke cuda hat dayîn û jinan ev yek qebûl nekir û bi çalakiya rûniştinê bertek nîşanê helwesta polîsan da.

Piştî çalakiya rûniştinê Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rengîn Onûk daxuyanî xwend. Rengîn Onûk hemû jinên ji aliyê tundiya mêrserwer ve hatine qetilkirin bi bîr anî û wiha axivî: “Em îro bi rêzdarî, hemû jinên ku ji aliyê şîdeta mêrserwer ve hatine qetilkirin, ji Roza Luxemburg heta Sakîne Cansiz, Nagîhan Akarsel, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Ûyar, Taybet Înan, Cemîle Çetîn, Asya Yuksel, Evîn Goyî û bi hezaran hevalên me yên ku navên wan bûne sembola têkoşînê ya bêdawî, bi bîr tînin û em mînetdarê têkoşîna wan in. Soza me ev e ku em ê mîrasa wan a têkoşînê, bi avakirina jiyaneke li ser bingeha azadiya jinê, aştî û wekheviyê tacîdar bikin.”

Rengîn Onûk di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan yên derbarê azadiya jinan de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Abdullah Ocalan di çarçoveya îdeolojiya azadiya jinê de jî destnîşan dike, civakek ku jin têde azad nebe, nikare demokratîk be û nikare aştiyê bidomîne. Wî her wiha destnîşan kiriye ku azadiya jinê di nav gotûbêjên çareseriya demokratîk de jî xala yekemîn e û pirsgirêka civakî ya herî bingehîn bi kolekirina jinê destpê kiriye. Şerên ku niha li cîhanê diqewimin, îfadeya herî giran a tundiyê ne û bi destên sîstema kapîtalîst û netewdewletan tên kûrkirin. Di vî şerî de, armanç û qurbana sereke hebûn, ked û nanê jinê ye. Li dijî van polîtîkayên şer û êrîşan, divê em bi awayekî berbiçav bibêjin “Jin, Jiyan, Azadî” û li dijî vî sîstemî bi rêxistinî bisekinin.”

Piştî Rengîn Onûk, Parlementer Salîha Aydenîz got ku dema ew tê Silopya qetilkirina Sêvê Demîr, Fatma Ûysal, Pakîze Nayir, Dayîka Taybet tê bîra wan û wiha axivî: “Qetilkirina van hevalên me nêzîkatiya mêrdewlet ya li hember jinê dide nîşandan. Îro bi sedan polîs meşa jinan asteng dikin û ev kesên qaşo ji bo parastina tundiya li ser jinê ne lê dema ew li ser kar bi sedan jin hatine qetilkirin.”

Salîha Aydenîz diyar kir felsefeya jin jiyan azadî îro ji bo hemû cîhanê mînak e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tekoşîna jina Kurd gihiştiye hemû cîhanê. Viya jî tiştekî dide nîşandan ku jina Kurd ji bo azadiya civaka Kurd û hemû civakên cîhanê tekoşîn dide. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdûllah Ocalan îro peyak şandiye û gotiye, ‘Jin bûyîn zehmet e, ev yek ji bo jina Kurd zehmetir e lê ji bo civaka azad û aştiyek bi rûmet divê jin rêxistibûyîna xwe xurtir bike’ Pergala mêr dewlet xençereke di pişta civakê û jinê de. Em ê bi berxwrdan û tekoşîna xwe vê xençera nêr dewlet ji pişta civakê û jinê derxînin.”

Piştî axaftina Salîha Aydenîz girse bi diruşma, ‘Jin jiyan azadî’ belav bû.

 

Etîket: astengJinmesPolîsSîlopiya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne