• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

Enqere / AW

27 NÎSAN 2026 - 14:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Karkerên Madenê ku ji bo heqdestê xwe 8 roj in di çalakiya gireva birçîbûnê de ne, xwestin bimeşin ber Wezareta Enerjiyê. Karkerên bariyerên polîsan hilweşandine û dest bi meşê kirin. Li ser vê yekê polîsan êrişî karker û girseyê kirin û Pisporê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe Başaran Aksu û Serokê Sendîkaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir binçav kirin.

 

Karkerên Madenê yên giredayî Sendîqaya Xweser a Karkerên Madenê yên di şîrketa madenê ya bi navê Dorukê de dixebitîn ji bo heqdestê xwe bi dest bixin li Enqereyê dest bi çalakiya greva kirin. Karkerên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine di roja 8an a çalakiyê de xwestin ber bi Wezareta Enerjiyê ve bimeşin. Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Serokê Giştî yê TÎPê Erkan Baş, parlamenterên CHPê, partiyên siyasî û endamên sazî û sendîqayên civakî û gelek kesan ji bo piştevaniyê serdana çalakiya karkeran kir.

Karkerên beriya çalakiya meşê demekê dirêj di bin dorpeçe de çalakiya xwe domandin. Karkerên bertek nîşanî dorpêça polîsan dane ji bo heqdestê xwe bi dest bixin cilên xwe ji xwe kirin. Ferît Şenyaşar jî ji bo piştevaniya karkeran cilê xwe ji xwe kir û tev li karkerên nîv tazî bû. Karkeran bi berzkirina dirûşmên, “Serkeftin a karkerên li ber xwe didin e”, “Yekitiya karkeran dê sermayeyê têk bibe” û “Bi berxwedanê em ê bi serbikevin” bertek nîşanî dorpêça polîsan dan.

Karkeran barîkat hilweşandin

Piştî demekê karkeran tevî astengiyê jî xwestin bimeşin ber wezaretê. Li ser vê yekê polîsan karker dorpêç kirin û destûr nedan karkeran. Karkeran di hundirê dorpeçê de û girseya hatibû piştevaniyê jî li pişt barîkatan mane, barîkat û dorpêça polîsan hilweşandin. Demekê dirêj di navbera karker, girsê û polîsan de gengaşê çêbû. Piştî demekê karkeran careke din xwest bimeşin û barîkatên polîsan hilweşandin û belavî nava parkê bûn.

Serokên sendîkayan hatin binçavkirin

Piştî karkeran dorpeç hilweşandin û belavî parke bûn polîsan bi xaza îsotê êrişî karker û girseyê kirin. Polîsên ku bi tund êrişî girseyê kirine, nehiştin ku rojnameger jî kêşanê bikin. Polîsan bi êrişê, girseya ji bo piştevaniyê hatiye kir û ji hundirê parqê derxistin. Bi ser vê yekê karker di parqê de tenê man. Polîsan Pisporê Rêxistinkirinê yê Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe Başaran Aksu Başaran Aksu û Serokê Sendîkaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir hatin binçavkirin.

Di bin dorpeçê de çalakiya karkeran didome

Piştî polîsan girsê û karker ji hev cuda kirin, karker careke din dorpeç kirin û nehiştin girsê bikeve nava parqê. Karkerên madenê jî di bin dorpeçê de bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe didomînin. Her wiha girseya dixwazê serdana çalakiya karkeran bike ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Girseya ji bo piştgiriyê hatiye li derveyî parqê bi berzkirina dirûşmeyan bertek nişan astengkirina piştgirê didin.

Çalakiya karkeran a di bin dorpêçê de berdewam dike.

Etîket: dorpêçêrîşgreva birçîbûnêhilweşandina barîkatanKarkerên madenêWezareta Enerjiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

Li Baybûrtê li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperest

3 ÎLON 2026
Parêzerê karkerên madenê: Em nêzî encamê ne

Parêzerê karkerên madenê: Em nêzî encamê ne

26 TEBAX 2026
‘Ger çareserî pêk neyê em ê ber bi Serokkomariyê ve bimeşin’

‘Ger çareserî pêk neyê em ê ber bi Serokkomariyê ve bimeşin’

25 TEBAX 2026
Li Zongûldakê nijadperestan êrişî malbatên Kurd kirin

Têkildarî êrîşa li ser karkerên Kurd lêkolîn hate destpêkirin

23 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne