• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Jinan a Êlihê: Berjewendiyên baviksalariyê û sermayedariyê digihin hev

Êlih /AW

8 ADAR 2026 - 16:01
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meş û daxuyanî li dar xist û got: “Berjewendiyên pergala baviksalariyê û sermayedariyê digihijin he. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Jinan a Êlihê bi boneya pîrozbahiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Xaçereyê Dortyolê heya parka Yilmaz Guney meşiyan li dar xist û piştî meşê daxuyanî da. Di çalakiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş, Hevseroka DBPê ya Êlihê Mehdiye Demîr, gelek endam û rêveberên partiyên siyasî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) wan û gelek kes beşdarî meş û daxuyaniyê bûn.

Jinên beşdarî çalakiyan bûne bi hev re tayên ben wek keziyan por honandin û bi tayên honandî meş li dar xistin. Her wiha jinan dovîzên ku li ser “Gulistan Dokû li kurê ye”, “Rojava ne bi tenê ye”,” Peymana Stenbolê dide jiyîn”, “Bijî Berxwedana Jinan”, “Bijî yekîtî”, “Jin Jiyan Azadî”, “Keda ku nayê dîtin navê wê jin e” û “Piştgiriya bi hev re baş dike, bi hev re tê guherandin” dinivîsand hatin hilgirtin. Jinan gelek caran bê navber diruşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî yekiya Jinan” berz kirin. Di çalaiyê de pankarta “Jin Jiyan Azadî” hat vekirin. Metna daxuyaniyê Hevseroka Egîtîm-Senê Jale Dogan Yildiz xwend.

‘Berjewendiyên baviksalariyê û kapîtalîzmê digihîjin hev’

Jale Dogan Yildiz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew hemû jinên kedkar ên ji bo kar û azadiya xwe li ber xwe didin silav kir û wiha got: “Ji jinên Xezeyê bigire heta Rojava, ji Ûkraynayê bigire heta Îran û Afganistanê jinên di şert û mercên şer de ji bo jiyaneke baştir têdikoşin silav dikin. Berdelê hemû krîzên li cîhanê û li welatê me pêşî jin didin. Polîtîkayên neolîberal herî zêde bandorê li jinan dikin. Jin wek karkerên erzan ji bo berjewendiya sermayeyê, bi mûçeyên kêm tên xebitandin. Karê li malê wekî vebijêrk tên pêşkêşkirin. Bi gotineke din, hawîrdorek kar tê afirandin ku tê de berjewendiyên baviksalariyê û kapîtalîzmê digihîjin hev.

‘Em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin’

Di dawiya axaftina xwe de Jale Dogan Yildiz bal kişand ser daneyên bêkariya jinan a Tirkiyeyê û got ku bêkarbûn gihîştiye ji %45an û wiha got: “Bi sed hezaran keç ji ber xizanî û nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn bikin. Herwiha ji derfetên xanî û xwarinê û ji mafê perwerdehiyê dûr in. Di projeyên MESEM de, 77,715 keç wekî karkerên zarok têne xebitandin. Hem wekî keda erzan û hem jî li cihên kar ên ku her cûre tacîz û îstismarê tê de heye xizmeta berjewendiyên sermayeyê dikin. Me di Meclîsê de şahidiya vê pergalê kir. Yên ku xwendekarên stajyer îstismar kirin, hatin berdan. Li gorî daneyên ÎSÎGê 13 keç ji ber nebûna tedbîrên ewlehî û tenduristiyê li cihên kar di qezayên kar de hatin kuştin. Heft karkerên ku sê ji wan zarok bûn, di şewata Ravîve Cosmetîcs a li Dîlovasiyê de ji ber ku tu tedbîr nehatibûn girtin hatin kuştin. Me ji bîr nekir û em ê ji nedin jibîrkirin. Em li dijî vê pergala ku xizanî û bêpariyê li ser me ferz dike bisekinin.”

Çalaki bi tilîlî, berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: 8ê AdareÊlihJale Dogan YildizPlatforma Ked û Demokrasiyê ya Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
Bav û kur û biraziyê xwe hatin kuştin HATE NÛKIRIN

Bav û kur û biraziyê xwe hatin kuştin HATE NÛKIRIN

27 TÎRMEH 2026
Li Êlihê şevbihêrka dengbêjiyê hat lidarxistin

Li Êlihê şevbihêrka dengbêjiyê hat lidarxistin

25 TÎRMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

21 TÎRMEH 2026
Kuştina welatparêz Mûsa Tan li benda ronîkirinê ye

Di kuştina Mûsa Tan ê 70 salî de pêşketineke nû çêbû

20 TÎRMEH 2026
Li dijî îşkence û mirinên li navenda rehabîlîtasyonê meş hat lidarxistin

Li dijî îşkence û mirinên li navenda rehabîlîtasyonê meş hat lidarxistin

18 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne