• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Abdûllah Esen / AW

25 ÎLON 2026 - 08:12
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A

Êlih – Selahattîn Odûncû yê ku bi salan e cotkariyê dike û îsal jî tutunê daniye, diyar kir ku danîna tutunê di salên dawî de gelek baş e û desnîşan kir ku cotkar di tutunê de qezenceke baş dikin û wiha axivî: “Dema ku 10-15 ton jê bê, milyon û nîv an jî du milyon pere girêdide. Ew jî ji bo cotkaran dibe sermiyanekî.”

Li gelek bajarên Kurdistanê bi salan e ku Kurd weke cureyên genim, ceh, nîsk û nokan debara xwe li ser danîna tutunê jî dikin. Dayîna wî jî li gorî erda herêmê û şert û mercên hewayê diguhere. Lê bi piranî danîna wî hema bê li her derî di meha hezîran heta dawiya tîrmehê de didome. Ji danînê heta ku digihêje û tê ber çinînê nêzîkî 90 rojî li ber xwe dide. Piştî ew qas dem derbas dibe êdî şitil dibin pelikên mezin ên tutunê û tên ber çinînê. Lê tutun ne weke berhemên dinê ye, hinek caran dereng dimîne û nayê çinînê. Gelek caran çinîna wî heta 120 rojan jî li ber xwe dide û diçe cotmehê jî. Ji ber ku pelên tutunê ji xwarê heta jorê hêdî hêdî mezin didin, heta diqedin ew çend caran weke sê qoran tên çinînê. Ji ber vê yekê çinîna tutunê weke çend hefteyan didome. Ji bo ku tutun kalîteya xwe winda, neke bi piranî çinîna wî ji saetên serê sibê ve destpê dike. Saet di 4-5 ên şevê de radibin heta nîvro dixebitin. Ji ber ku pelên tutunê di saetên hinkahiya sibehê de xweştir tên çinîn, karker di wan saetan de dest bi çinînê dikin. Pelên ku rengên wan ji kesk vedigerin sor, zer, kes, reş û dema ku mirov destê xwe dide wan, destên mirov tev dibe zeliqok. Ew jî dide nîşandan ku hatina asta çinîn û zuwakirinê ye. Pelên ku tên berhevkirin, pêşî weke rojek di bin siyê de tên hiştin û piştre jî wan bi benikan ve rêz dikin û li ber tavê bi îskeletê ve tên daliqandin.

Li gelek deveran cotkar li gorî derfetên xwe erdan îcare dikin û li hin deveran jî kesên ku erdên wan hebin, di nava erdên xwe de datînin. Li gorî ku tê zanîn îsal ji ber barîna baranê ya zêde li gorî salên derbas bûyî tutun gelek hatiye danîn. Lê kesên ku erdên wan heye, erdên xwe weke firsend bi kar tînin û didin kesên ku erdan îcare dikin. Dolima îcareya erd jî bûye 8,500 tl. Her wiha yewmiya karkeran li gorî wê bihayê gelek kêm e. Ew jî hê 1,500 TL ye. Mazot her diçe zêde dibe û kîlo û tona tutunê li gorî baş û nebaşbûna wê tê guhertin.

Selahattîn Odûncû yê ku bi salan e bi karê danîna tutunê û cotkariyê re mijûl e, bi bîr xist ku dema ew li gund bûne jî wan tutunê daniye û tevî ku niha li bajêr dijîn jî dîsa datînin û got: “Çend sal berê dewletê danîna tutunê li gundî û cotkaran qedexe kiribû û gotibû; ‘Bila kes tutunê daneyne.’ Me weke 10-15 salan neavêt, lê niha milet datîne û difiroşin fîrmayan. Hin fîrma jî dibin Îzmîrê, bajarên dinê û ji wir jî derbasî Ewropayê dikin. Berê dema ku me tutun datanî, me dikir destik, gurzuk û me dibir teslîmê tekelê dikir. Gelek caran ji ber ku ne baş bû careke dinê tutunê di ser me de dizîvirandin. Ew jî ji bo cotkaran derdekî bû. Niha jî em çawa ji nava benikan derdixin û dixin hundirê qartonan. Fîrma roj dide me û wisa tê dibe. Danîna tutunê baş e, milet ji xwe re qezenceke baş dike. Dema ku 10-15 ton jê bê, milyon û nîv an jî du milyon pere girêdide. Ew jî ji bo cotkaran dibe sermiyanekî. Berê me weke du metre xetikan vedida, me xetik bi xetik pêdews dikir û zikê xetikan tev dihat paqijkirin, me bi wî awayî şitilê tutunê tev av dida. Niha pencî sed metre dûr bejî em avê didin ser û kesên ku tên dixebitin bi wî awayî tutunê datînin. Niha ji berê xweştir bûye, berê gerim diketê û tekelê zêde nedikirî. Me hemû tutunê ji hevûdin dipelajt û careke dinê me dikir gurzuk. Tutuna berê weke ya niha kîlo nediavêt, ya niha kalîtelî tir û bêhtir kîlo diavêje. Berê her dolimek çiqas baş bûya 400 kîlo dida, niha jî derdorê 700 kîlo yî dide. Şaxikên wê demê deh pel bigirta, yên niha 20 pel zêde digirin.”

‘Hemû jî li ser pişta emeleyan e’

Odûncû di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku berê wan bi navên Kurdî ji markayên tutunê re gotiye; bilindo, gamêşî û marol û got ku wan tutunê bi sê cureyan daniye û wiha pêde çû: “Ew cureyên berê niha nemane. Tuxumê niha bi piranî ji Îsraîl û ji aliyê Ewropayê tên, dema danînê em pêşî şitilên xwe tov dikin, piştî ku weke 10-15 santîm dertê em radikin û dibin datînin. Û dema ku tê danînê çiqas navbera wî hebe ew qas baş e û dayîna wî jî ew qas zêde ye. Dema ku tê danîn divê wa qas jî av bê dayînê. Ji ber tuxumê nû yê ku em datînin gelek hişk e, ne weke yê me yê berê ye. Yên ku erdê wan tune be, diçin erd îcare dikin. Me bixwe jî dolim bi 8,500an îcare kiriye. Di vir de ji heqê cot, gubre, derman û em du caran gubre diavêjin navê. Yek a davanê ye ya dinê jî ya dirêj bûna wî ye. Mesref em emeleyan digirin, danîne, çapeye û çinîne! hemû jî li ser pişta emeleyan e. Van karan hemû bi mesref in. Û yewmiyên emeleyan jî ji biharê ve 1,500 tl ye, yên ku niha şirîtan jî çêdikin bi 7-8 lîreyî çêdikin.”

‘Her qartonek kîloyek jê dibirin’

Di dawiya axaftina xwe de Odûncû diyar kir ku her şerîtek bi terîtî penc kîlo diavêje û wiha axivî: “Dema ku di îskelê de tê hişkirin, em tînin dadileqînin. Piştre beriya fîrma bên bibin em hinek şil dikin. Berê em li benda barîna baranê diman ku hinek baran bihata û tutun wisa şil dibû. Niha êdî destik tune ye. Niha tutuna ku amade be fîrma dibêje, heta hefteyek tutuna xwe bînin. Em tutuna ku zuwa dibe û tînin dixin hundirê qartonan, divê ew qarton jî ji 22 kîloyan zêdetir nînbin. Li gorî hinek fîrmayan tê guhertin, li hin fîrmayan jî 20 kîlo ne û li hin fîrmayan jî 22 kîlo ne. Qartonan jî ew didin xwediyê erd. Fîrma qartonên xwediyê erd qebûl nake. Dema ku tên dibin her qartonek kîloyek jê dibirin jî. Kîloyek dixin ber qarton.”

Etîket: ÊlihSelahattîn Odûncûtutun
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Êlihê bîranîna şehîdan di roja duyemîn de didome

9 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026
Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

Di şewata li Êlihê de parêzer Gulsum Tunç jî jiyana xwe ji dest da

31 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
Bav û kur û biraziyê xwe hatin kuştin HATE NÛKIRIN

Bav û kur û biraziyê xwe hatin kuştin HATE NÛKIRIN

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne