• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Planên dewletan ên li ser Sûriyeyê

Medya Bal / AW

3 KANÛN 2024 - 08:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Navenda Nûçeyan – Şukriye Biradost der barê geşedanên li Sûriyeyê û rewşa Îranê got: “Hem Esad hem jî Rûsya naxwazin ku Îran li ser Sûriyeyê bibe xwedî gotin. Ji ber vê yekê îxtîmal e ku Rûsya, Esad û Tirkiye bi hev re rûnin. Ya ku di vir de planên van sê dewletan têk bibe piştgiriya Amerîka ya ji bo Kurdan e.”

Ji 27ê Mijdarê ve çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) êrîşê Helebê û gundewarên wê dikin. Di encama êrîşan de hêzên hikûmeta Şamê ji gelek deveran vekişiyan û piraniya Helebê ket destê çeteyan. HTŞê niha jî berê xwe daye bajarê Hemayê.

Li aliyeke êrîşên HTŞê berdewam dikin ji aliyek ve jî êrîşên Dewlet Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê ji bo komkujiyek li ser gelê sivîl pêk neyê biryar da ku ji cihên ku ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin, vala bikin.
Der barê sedem û armancên êrîşên ku li ser Sûriyeyê pêk tên bi pispora ewlekariya navdewletî û analîsta siyaseta derva ya Zanîngeha Virginia Techê Şukriye Biradost re axivîn.
Şukriye Biradost di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ev êrîşên ku îro li Sûriyeyê pêk tên encama hin geşadanên dûr dirêj in û ev tişt anî ziman: “ Ev pevçûnên heyî encama şerê dîrêj ê Îran û grubên girêdayê wê herwiha şerê Hamas û Lubnanê yê bi Îsraîlê re ye. Ev şer bû sebeb ku Sipah a Quds a girêdayê Artêşa Îranê li Sûriye û Lûbnanê lawaz bibe. Her wiha Îsraîl ji beriya şerê bi Hamasê re êrîşên xwe yên li ser Sipah a Quds, Hizbûlah û çeteyên girêdayê wê berdewam dike. Di van êrîşan de hem serçete hatin kuştin hem jî depoyên çekan ên çeteyan ji holê hatin rakirin. Ev jî bû sedema lawazbûna van grûban. Xala duyemîn ya destpêkirina vî şerê jî Rûsyaya ku bi şerê Ukraynayê re mişûl e. 15 balafirên bêmirov û bi çek ên Rûsyayê li herêmê hebûn û ji ber şerê bi Ukranyayê re wan ji herêmê kişandin. Li Sûriyeyê du hêzên ku Esad diparastin hebûn. Yek jê balafirên bêmirov û bi çek ên Rûsyayê bûn ya din jî hêza leşkerî ya Îranê (Hizbûlah) bû. Rûsya ji ber şerê bi Ukranyayê re ji Sûriyeyê vekişiya Hizbûlah jî ji ber şerê bi Îsraîlê re lawaz bû. Ev lawazbûn û vekişîna ji Sûriyeyê rê li ber hêzbûna Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û çeteyên girêdayê Dewleta Tirk vekir.”

Hesabên li ser desthilatdariya Esad

Şukriye Biradost der barê piştgiriya ku Îran dide Beşar Esad wiha got: “ Sûriye ji bo Îranê yek ji hevkarê herî girîng e. Ji Hafiz Esad bigire heta Beşer Esad ev wisa berdewam kiriye, bi taybet jî ji bo xurtkirina Hîlala Şiiyan. Îran dikare ji ser Sûriyeyê ji bo Hizbûlah, Hamas û hemû çeteyên girêdayê xwe re çekan bişîne. Her wiha Îran dikare bi rêya Sûriyeyê zextê li ser dewletên wek Ûrdinê çêbike. Yek ji xala herî girîng a hevkariya Îranê ya bi Sûriyeyê re jî hebên Captagon ên hişbir ku li hemû cihanê tên belavkirin e. Dewletên Ereb belavkirina Captagonê ji bo ewlehiya xwe wek xetere dibînin lê di vê mijarê de Îran ji bo Sûriyeyê zextê li van dewletan dike. Her wiha têkçûna Esad a li Sûriyeyê ji bo Îranê dê xetereyên mezin derxe holê. Ji ber ku bi têkçûna Esad dê Îran nikaribe çeteyên girêdayê xwe fînase bike. Ji bo Îranê tu alternatîfa Esad nîne. Ev ne ji ber ku Esad bi hêza ji ber ku tu kes wek Esad nikare hevkariyê bi Îranê re bike ye. Di şoreşa gelên Sûriyeyê de Îranê Rûsyayê îkna kir ku Esad li ser desthilatdariyê bide hiştin.”

Rewşa Rûsya, Tirkiye û Esad

Şukriye Biradost bal kişand ser rola Dewleta Tirk ya li ser êrîşan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk çeteyên wek HTŞê li dijî Sûriyeyê wek kart bikar tîne û bi van çeteyan êrîşê destkeftiyên Kurdan dike. Niha ev êrîşên ku li dijî Helebê pêk tên hemû di berjewendiyên Dewleta Tirk de ne. Heta niha Dewleta Tirk dixwest bi Beşar Esad re rûnê lê ev daxwaz bi şertên ku Esad digot ji hemû Sûriyeyê vekişin ji holê rabûn. Lê bi êrîşên ku HTŞê pêk anî û encamên ku derketin holê re êdî Tirkiye dikare bi rêya Rûsyayê bi Esad re hevdîtinan pêk bîne. Bi hevdîtina Rûsya, Tirkiye û Esad re êdî metirsiyek li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibe. Ji ber ku Esad dixwaze li ser desthilatiyê bimîne dê şertên Tirkiyeyê qebûl bike. Rûsya jî dixwaze Esad li ser kar bimîne ji ber ku ji bo desthilatiya Rûsyayê jî desthilatiya Esad xwedî cihek girîng e. Lê hem Esad hem jî Rûsya naxwazin ku Îran li ser Sûriyeyê xwedî gotin bin. Ji ber vê yekê dibêm îxtîmal e ku Rûsya, Esad û Tirkiye bi hev re rûnin. Ya ku di vir de planên van sê dewletan têk bibe piştgiriya Amerîka ya ji bo Kurdan e.”

Piştgiriya Amerîka

Şukriye Biradost di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek tê zanîn hilbijartineke li Amerîkayê pêk hat û her çiqas ji bo kabîneya nû hin nav hatibin aşkerekirin jî hê hikûmeta nû nehatiye avakirin. Li gor baweriya min kesên wek Marco Rubio û Mike Waltz yên di nav kabîneya nû ya Trump de cih digirin dê piştgiriya xwe ya ji Kurdan re berdewam bikin. Dê piştgiriya Dewleta Tirk nekin û nehêlin ku Dewleta Tirk êrîşê Efrînê bike. Tirkiye ji ber ku vê yekê dizane dixwaze hêza xwe ya li Sûriyeyê xurt bike. Hê nediyar e ku dê Amerîka piştgiriyek çawa bide Kurdan. Tişta ku di vê mijarê de mirov geşbîn dike aloziyên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ne. Nêzbûna Kurdan a bi Îsraîl û Amerîkayê re dê ji bo pêşeroja Kurdan diyarker be.”

Etîket: AmerîkaEsadRûsyaŞukriye BradostTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

Îsraîl bi êrişan dixwaze Tirkiyeyê ji Sûriyeyê derxe

20 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Şerê Rûsya û Ûkranyayê: 4 kes mirin

Şerê Rûsya û Ûkranyayê: 4 kes mirin

14 TEBAX 2026
Ûkraynayê plana xwe ya ‘bidawîkirina’ şer radestî Amerîkayê kir

Ûkraynayê plana xwe ya ‘bidawîkirina’ şer radestî Amerîkayê kir

12 TEBAX 2026
Di êrîşa Rûsyayê de herî kêm 9 kes mirin

Di êrîşa Rûsyayê de herî kêm 9 kes mirin

11 TEBAX 2026
Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

10 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne