• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PJAK: Kurd tu carî komkiujiyan jî bîr nake, dê heta azadiyê têbikoşe

Navenda Nûçeyan / AW

15 ADAR 2026 - 17:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
PJAKê kesên di Komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji destdan bi bîr anî û wiha got, “Gelê Kurd tu carî van sûcan ji bîr nake û heta azadiyê wê têkoşîna xwe berdewam bike.”

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) bi boneya 38emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“16ê Adarê salvegera komkujiya gelê me ya li Helebceyê ye. Sedsala bîstan, ji ber gelek karesatên rejîma Baas a Iraqê ku di nav de komkujiya Helebce û Enfal jî hene, di dîrokê de sedsala herî bixwîn a Kurdan bû. Mirovahiyê jî bi bêdengiya xwe ya li hemberî van sucan, xalek reş di dîroka xwe de qeyd kir. Di 38emîn salvegera komkujiya Helebceyê de, em vê sûcê li dijî mirovahiyê şermezar dikin û bi hurmet şehîdan bibîrtînin. Gelê Kurd tu carî van sucan ji bîr nake û heta azadiyê wê têkoşîna xwe berdewam bike.

‘Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe dê metirsiya Helecbeyê ji holê ranebe’
Komkujiya gelê me ya li Helebceyê di 16ê Adara 1988an de bi destê rejîma faşîst û dijmirov a Baas a Iraqê pêk hat ku bû sedema şehîdbûna nêzî pênc hezar kesan, beşek ji plana dijminan a ji bo tunekirina gelê me bû. Bê guman komkujiyeke wisa berfireh û tawaneke wisa tundûtîj, bêyî pişgtiriya hinek dewletên hegemonîk pêkanîn ne gengaze. Piştre belgeyên hevkariya wan welatên ku pirsgirêka Kurd afirandine û alîkariya rejîmên serdestên Kurdistanê kirine di tunekirina Kurdan de, hatin eşkere kirin. Ev xala reş a ji bo sîstema cîhanî ku bi çavgirtina hêzên desthilatxwaz rû da, encama zêdetirî sed sal zilm û bindestiyê bû ku ji peymanên navneteweyî derketibûn holê. Yek ji wan jî Peymana Lozanê ye. Encamên wê peymanê û komkujiyên li dijî gelê me heta îro jî berdewam dikin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin û îradeyek cîhanî ji bo çareseriyê neyê nîşandan, metirsiya dubarebûna Helebceyê ji holê ranabe.

‘Siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd hîna jî berdewam e’

Dema mirov li bûyerên ku îsal li Rojavayê Kurdistanê rû da û şerê berdewam yê li Îranê dinêre, tê dîtin ku Kurdistan hîna jî navenda şerek dirindane û tê ferzkirin li ser gelê me. Her çiqas tevgera azadî ya gelê Kurd hişyare û bi helwest û siyaseta xwe rê li ber bi dehan komkujiyên wek ya Helebceyê girtiye, lê dijmin hîna jî difikire ku welatê me bindest bihêle û komkujiyên mîna ya Helebceyê pêkbîne. Di vê rewşê de ku dibe şerê cîhanê yê sêyem bigihe lûtkeyê, metirsiya berdewamiya siyaseta înkar û qirkirinê ya li dijî gelê Kurd a li beşên din ên Kurdistanê hîna jî berdewame. Hîna jî Kurdistan bi êrişên bêserûber yên wan dijminên ku dixwazin carek din Kurdistanê dagir bikin re rû birûye. Eger Kurd berxwedan û têkoşîn bikin, komkujî û qirkirinê wê pêkbînin û komployan li ser bikin.

‘Stratejiya qirkirinê bi saya têkoşînê têkçûye’

Bêguman heta cih û statûyek di vê cîhanê de ji bo Kurdan rewa neyê dîtin, wê qeyranên cewherî berdewam bikin. Arastekirina pirsa Kurd ber bi rewşek aloz û kaotîkve birin, wê ji bo dijminan nebe rêyek ya gihiştina daxwazên xwe yên faşîst. Îro jî berdewambûna pirsa Kurd ya li çar beşan tê wateya berdewamiya qeyranan a li tevayî Rojhilata Navîn. Niha jî ku hewl tê dayîn herêm ji nûve were dizaynkirin, ev sîstem bêyî ku cihek bi rûmet ji Kurdan re diyar bike, wê bisernekeve. Wê ti aştî û aramiyek ji bo xwe nebîne. Ger bixwazin sed salên din Kurd di jêr zilm û armancên xwe de bihêlin, stratejiya qirkirin, bişaftin û komkujiyan îro bi saya têkoşîna gelê me û tevgera azadîxwaz de têkçûye. Ti rêyek ji bo mayîna sedaman nîne û rê bi berdewamiya zilma ku li Îran û Rojhilat li Kurdan tê kirin nayê dayîn. Asta tehemûla cîhanî li dijî hemû zilma li ser gelê me gihîştiye astek teqîner. Eger civak demokratîk bibin û di nav aştî û aramiyê de bijîn, ji bilî naskirina mafên demokratîk û azadîxwaz ên Kurdan rêyek din namîne. Di vî warî de, banga dîrokî ya Rêber Apo ji bo agirbest û çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd derfetek dîrokî ye ku dê herêmê bîne ber peravên ewlehî û aştiyê û bê guman dê rê li ber çêbûna çend Helebce û Xazeyê bigire.

Ji azadiya jinan heya azadiya gelan, tekane rêyek heye, ewjî têkoşîna dijî vê sîtema herêmî ku hikumraniya Kurdistanê dike û her tim bûyerên wekî Helebceyê weke çareseriya pirsgirêkan dibînin. Madem Kurd bi saya têkoşînê gihiştine asta pêşengtiyê, wê demê naskirina hemû mafên Kurdan, di berjewendiya hemû gelan û welatên herêmê, taybet jî Îranê deye.

‘Dê azadî bi ser bikeve’

PJAK hemû şehîdên Helebceyê bibîrtîne û komkujiya Helebceyê şermezar dike. Xwedî derketina li şehîdên Helebceyê, xwedî derketina li daxwazên wan ên rewa û dewamkirina têkoşîna ji bo bidestxistina mafên Kurdane. Ev rêya azadî û demokrasiyê ye. Ev daxwaz li ser bingeha têkoşînê hatiye avakirin û ev rê ji bo pêşgirtina li komkujiyane. Tevlîbûna gelê me ya di qadên têkoşînê de, yekitiya partî û hêzan, rêya herî baş ya ji bo garantîkirina têkoşîn û bidestxistina pêşerojek azad û demokratîk e. Gelê me û hêzên gerîla, dikarin hîn zêdetir rêya xwe ji her demê xurtir, bidomînin û pêşengtiya Rêber Apo û azadiya Rêberê me garantiya vê pêşerojê ye. Bêguman dê azadî biserkeve.”

Etîket: Bîranînkomkujiya HelebceyêPJAK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne