• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên ku hatin Pirsûsê: Têkoşîna me sînoran radike

Mahmût Altintaş / AW

30 ÇILE 2026 - 10:07
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Riha – Jinên ku bi Însiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan re ji bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berê xwe dan navçeya Pirsûsê diyar kirin ku êriş li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û heta êriş rawestin dê têkoşîna xwe bidomînin.

Komên çete êrişên qirkirinê li dijî Rojava berdewam dikin. Tevî agirbestê jî êriş li dijî destkeftiyên Rojava êriş pêk tên. Li ser destpêkirina êrişên qirkirinê li dijî Rojava, Rêveberiya Xweser a Rojava seferberiya neteweyî ragihand û li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê deng veda û bi milyonan Kurd rabûn ser pêya. Tenê ne Kurd, dostên wan jî li gelek welatan piştgirî dan berxwedana li Rojava. Însiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan ku ji bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya Rojava û Kobanê hatin navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji ajansa me re axivîn.

‘Em hatin ku bêjin; têkoşîna jinan sînoran radike’

Rêvebera Komeleya Dema Jinan Newroz Onverdî ku ji Stenbolê hatibû Pirsûsê anî ziman ku mabesta wan a hatina Pirsûsê piştgiriya ji bo Rojava ye û wiha got: “Em hişmendiya HTŞê dizanin. HTŞê jî hişmendiya DAIŞê ye. Em hatin ku bêjin; Têkoşîna jinan sînoran radike. 11 sal berê jî DAIŞê êrişî Rojava kiribû. Wê demê jî însiyatîfa me hatibû vir û di konan de nobed girtibû. Îro jî bi heman sekn û helwestê li vire û nîşan dide. Ji bo hemû jin, netew û baweriyên cuda di nava pergaleke azad û wekhev de bijîn em bi Rojava re di nava piştgiriyê de ne. Ev êrişên hişmendiya mêrsalar in. Ev hişmendî jinan û pergala demokratîk û wekhev a azad hedef digire. Heta êrişên li ser Rojava bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Daxwaza me ew e ku li dijî dorpêça li ser Kobanê deriyê sînorê Murşîtpinar bê vêkirin û alîkarî bigîhîjin welatiyên Kobanê.”

‘Hade kesî nînê Kurdan biqedînin’

Dayika bi navê Halîme Kazici jî bertek nîşanî êrişan da û ev bang li gel kir: “Em li dijî şer in. Em aştiyê dixwazin. Êrişên li ser Rojava bi dawî bikin. Zarok ji sermayê dimirin. Xwarin û av tune ye. Yên piştgiriya wan êrişan dikin çawa dikarin xwarinê bidin zarokên xwe. Em nikarin xwarinê bidin zarokên xwe. Em nikarin rakevin. Zarok tî û birçî ne. Lê em naqedin. Hedê kesî nîn e Kurdan biqedînin. Colanî dibêjê ez ê Kurdan biqedînim lê ne hede wî ye. Em ê her tim hebin û li ser pêyan bin. Banga min jî ji gelê Kurd ew e ku rabin ser pêyan. Bila kes netirse. Bila me bikujin dê çi bibe. Bila em careke bimirin ne deh caran.”

‘Paradigmaya birêz Abdullah Ocalan dikin hedef’

Parêzer Gulşen Demîr jî ku ji Amedê hat Pirsûsê destnîşan kir ku êrişên li Rojava di heman demê de li dijî pergala Netewa Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha got: “Ji sala 2014an vir ve li Rojava li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergalek hat avakirin. Niha ew êrişên li ser Rojava di heman demê de li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Li wir azadiya jinan, netew û baweriyên cuda esas tê girtin. Di heman demê de li dijî modernîteya kapîtalîst jî têkoşînek heye. Ji bo wê jî hemû dinya li dijî vê paradîgmayê li ser Rojava êrişên dijwar pêk tînin. Di êrişên de cihên xwarin û nexweşxanê û pêdiviyên bingehîn ên welatiyan tên hedefgirtin. Ew yek sûcê şer e. Em jî li dijî vê yekê li Pirsûsê ne. Em bang li hemû jinên dinyayê û saziyên navnenteweyî dikin; li dijî jin û zarokan sûcên mezin tên kirin. Divê hemû kes li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike û jinek jî vê yekê qebûl neke. Her wiha ez bang li gelê Kurd jî dikim; yekîtiya me ferz e. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”

Nîlgun Oktay jî li dijî êrişan ji Stenbolê hate Pirsûsê diyar kir ku daxwaza wan ew e ku şer bisekine û got: “Ji bo şer rawste em hatine vir. Em dixwazin ev şer êdî biqede û dayik êdî negirîn. Em dixwazin êdî yekîtiya gelê Kurd jî pêk were û divê em her dem li pişt Rojava bin.”

Etîket: Berxwedana RojavaÎnîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya JinanPiştgiriya RojavaRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne