Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan diyar kir ku DYA êrişî binesaziyên sivîl kiriye û wiha got: “Eger Amerîkî şervan bin, bila werin pêşberî hêzên me yên leşkerî yên bi wêrek.”
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan li hemberî Washingtonê daxuyaniyên tund da.
Pezeşkiyan li ser platforma medyaya dîjîtal Xê daxuyanî da û DYA sûcdar kir ku binesaziyên sivîl û pêdiviyên esas ên gel, hedef digire.
Serokkomarê Îranê gef xwar û ev tişt got: “Eger Emerîkî şervan bin, bila werin pêşberî hêzên me yên leşkerî yên bi wêrek. Çima li dijî binesaziyên sivîl, rezervên xurekê û çavkaniyên debarê yên mirovan şer dikin?”
Pezeşkiyan her wiha astengkirina pêdiviyên av, xurek û dermanan rexne kir û wiha got: “Gelê me teslîm nabe. Îran teslîm nabe.”
Li Hurmuzê li dijî keştiya bazarî êriş
Piştî daxuyaniya Pezeşkiyan, hat ragihandin ku li Kendava Hurmuzê keştiyeke bazarî rastî êrişê hatiye.
Li gorî rayedarên Îranê, keştî roja yekşemê derdora saet 05.00an li peravê giravên Hengam û Kişm bûye hedefa êrişekê.
Waliyê Kişm Amir Teymurî daxuyanî da televîzyona dewletê û ajansa nûçeyan Tasnimê û got ku di êrişê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn. Teymurî têkildarî ka êriş ji aliyê kî ve hatiye kirin, agahî neda.
Hat diyarkirin ku di saetên şevê de li derdora Kişm ku girava herî mezin a Kendava Hurmuzê ye, gelek teqîn çêbûn.













