• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Partiyên Rojava li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin

Navenda Nûçeyan / AW

17 ÇILE 2025 - 10:58
Kategorî: ROJANE
A A

35 partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê bi daxwaza “Êrişên Tirkiyeyê bidin sekinandin” bang li NY û Yekitiya Ereban kirin.

Êrişên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Saziyên navneteweyî jî li dijî êrişên dewleta Tirk bêdeng in. 35 partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ereban xwestin ku van êrişan bidin sekinandin.

35 partî û tevgerên siyasî, civakî û jinan têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û piştgiriya hêzên HSDê li dijî van êrişan daxuyaniyeke nivîskî da.

‘Tirkiye dixwaze Bendava Tişrînê dagir bike’

Di daxuyaniyê de hat gotin di vê pêvajoya heyî de çavê tevahî cîhanê li pêkanîna aştî, xurtkirina nirxên mafên mirovan û misogeriya pergala demokratîk a pirrengî li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Baasê ye. Bi domdarî wiha hat gotin: “Lê rejîma Tirkiyeyê ji dema hilweşîna rejîma Sûriyeyê bênavber êrişên xwe yên hovane li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û di vî şerî de piştgiriyê dide komên terorîst ên girêdayî xwe ku li dijî herêmê şerekî pêk bînin. Armanca dewleta Tirk ji vê yekê binesaziyan mîna Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê kontrol bike. Êrişên wiha yên bênavber rewşên guncaw ji bo jinûve DAIŞ`ê xwe bi rêxistin bike, ava dikin. Ev yek jî li ser ewlehî û îstîqrara li herêmê û cîhanê xeteriyek e.”

‘Sivîl tên kuştin’

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê êrişeke hovane pêk anî, di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndar çêbûn û wiha hat gotin: “Ev sûcên dewleta Tirk binpêkirinên aşkera yên rêgezên qanûna navneteweyî û mirovî ne. Em, êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî herêmê û hedefgirtina sivîlan şermezar dikin. Em bang li NY, Konseya Ewlehiya Navneteweyî û Komkara Erebî dikin ku bi lez tev bigerin û van êrişên dijminane yên ku qanûnên navneteweyî bin pê dikin û îstîqrara herêmê têk dibin, rawestînin.

Em li dijî van êrişan, li kêleka hêzên xwe yên leşkerî ne û bang li gelê herêmê dikin ku li dora HSD’ê ku misogeriya pêşeroja gelan e, bicivin. Ji ber ku van hêzan terora DAIŞ’ê têk bir û zemînek ji bo avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku mafên tevahî pêkhateyan pêk anî, ava kir.”

Navên partiyan

Partiyên ku daxuyanî dane ev in: “Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S), Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê, Partiya Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkerên Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî (Heyai El Weteniya El Erebiya), Partiya Nûjen û Demokrat a Sûriyeyê, Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdî Sûrî, Partiya Çaksaziyê – Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Partiya Muhafezkaran, Partiya Têkoşîna Demokrat, Şepêla Pêşeroja Kurdistanê (Ş.P.K), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Heyet El Tensîq El Weteniye – Hereket El Texyîr El Demokratî, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê (P.K.N.K), Partiya Demuqrat a Kurd li Sûrî (PDK), Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî), Şepêla Çep a Şoreşger li Sûriye, Partiya Suraya, Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) û Partiya El Weten El Sûrî.”

Etîket: bendava tişrînêRojavaRojavayê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne