• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Partî û saziyên Wanê: Faîlên êrîşê ceza bikin

Wan / AW

15 TÎRMEH 2025 - 18:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Wanê, bi pêşengiya KURDÎGEHê têkildarî êrîşa polîsan a li ser malbata Kurd a Stenbolê, daxuyaniyek dan û xwestin faîlên êrîşê bên cezakirin.

Partiyên siyasî û saziyên sivîl bi pêşengiya Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) ji bo malbata Kaya ku li Stenbolê ji ber ku muzîka Kurdî guhdarî dikin rastiyê îşkenceya polîsan hatibûn, li Kolana Hunerê ya Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e, destên xwe jê vekişînin” hat vekirin û dirûşmên “zimanê me rûmeta me ye” û “bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin. Parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayîgît û Zulkuf Ûçar, hevserok û rêveberên DBP û DEM Partiyê, DADSAZ, ÎHD, OHD, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

‘Êrîşên bi vî rengî civaka Kurd dike nav fikaran’

Rêveberê KURDÎGEHê Gokhan Işik, metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku êrîşkariya li ser ziman û muzîka kurdî jî di eslê xwe de êrîşkirina li nasname û hebûna kurdan e û hişmendiya dijminane ya wan polîsan û vê pergala heyî nîşan dide. Gokhan Işik, diyar kir ku divê bê zanîn ziman û çanda kurdî nasname û rûmeta gelê kurd e û got: “Nabe ku li tu derê bi tu awayî werin biçûkxistin, bibin sedema cudakariyê yan jî ji ber nirxên gelê kurd, tundî li kurdan bê kirin. Em wek saziyên ziman û çanda kurdî, ev êrîş jî tê de, hemû êrîşên li ser ziman û çanda kurdî şermezar dikin û bang li rayedaran dikin ku kiryarên / failên van êrîşan ceza bikin. Divê baş bê zanîn ku pêkhatina van êrîşan û rûdana vê êrîşkariyê civaka kurd dike nav fikaran û atmosfera aştiyê jehrî dike.”

‘Statu û perwerdehiya Kurdî nas bikin’

Gokhan Işik, anî ziman ku êdî lazim e ku ev pergala cudakarî, tundî û bêtehemiliyê demildest bê guhertin û bi peymaneke civakî ya pirrengî, demokrasî û azadiya jinan rûpeleke nû bê vekirin. Gokhan Işik, destnîşan kir ku divê neyê jibîrkirin ku ev bêtehemilî û tundî encameke polîtîkaya sed salî ya înkarkirin, tunehesibandin û asîmîlasyonê ye û wiha berdewam kir: “Ev polîtîka û pergala li ser wê avabûyî tevahiya civakê jehrî dike û rê li ber aştiyeke mayînde digire. Em careke din diyar dikin ku zimanê kurdî xeta me ya sor e. Ji bo aştiyeke mayînde, di vê pêvajoyê de ku divê reform û guhertin bên kirin û gavên erênî li ser çand û zimanê kurdî bên avêtin, mafê gelê kurd ê statuya ji bo kurdî û perwerdeya bi kurdî bê naskirin.”

‘Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin’

Gokhan Işik, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dubare em vê êrîşê û hişmendiya li paş wê bi tundî şermezar dikin, banga avêtina gavên pêwîst dikin û careke din dibêjin ku aştî bi naskirina hiqûqa hev û din û rêzgirtina li hev û din pêkan e. Em li dijî vê tundiyê bêdeng namînin û vê hişmendiya tundiya mêrperest bi awayê herî xurt şermezar dikin û destnîşan dikin ku em ê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî li her derê bilindtir bikin.”

Etîket: daxuyanîêrîşKURDÎGEHWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne