• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

Nûda Arici / AW

2 SIBAT 2026 - 09:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Colemêrg – Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak têkildarî peymana li Rojava axivî û got: “Em yek deng bibin, em dengê xwe bigihînin cîhanê ku em destkeftiyên Rojava jî, Başûr jî, Bakur jî biparêzin. Em ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî bibin yek deng. Divê çalakî û piştgirî berdewam bike û em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin”

Erîşên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê yên li ser Rojavayê ji 6ê çile ve didomin. Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê li qadan van êrişan şermezar dike û piştgirî dide berxwedana Rojava. Di encama berxwedana gele Kurd û dostên wî de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di 29ê Çileyê de peymanek hate îmzekirin. Hate ragihandin ku di peymanê de HSD hebûna xwe ya leşkerî diparêze û destketiyên gelê Kurd ên li Rojava dê bên parastin.

‘Dixwazin Sûriyek netewperest ava bikin’

Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak derheqê êrişan û berxwedana gele Kurd de axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedana li dora Rojava. Parlak destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd li Rojava berdewam dike û wiha got: ”Li dijî wê têkoşînê mixabin gelek hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin DAIŞê. Dewleta Tirkiyeyê û Sûriyeyê xwestin netewdewltekê bidin ava kirin. Li ser esasê netewperestiyê, Sûriyeke yek devletî, yek zimanî û navendî ava bikin.”

‘Gel dixwazin bi çand û zimanê xwe bijîn’

Parlak anî ziman ku gelên Sûriykeyê dixwazin bi zimanê xwe, çanda xwe, nasnameya xwe, bi awayekî azad bijîn. Parlak wiha dirêjî da axiftina xwe. “Mixabin êriş li ser Kurdan çêbû, berê êrişî Dûrziyan kirin, Elewiyan kirin. Hemû cihanê jî dît ku ew kesên li Şamê dane rûniştandin nikarin Sûriyeyeke demokratik, komareke demokratik ava bikin. Ev hêzên cîhadîst Ji bo gelên Ewropayê jî cihanê jî tehlûkeyekê mezin in, em wan hişyar dikin.”

‘Gelê Kurd xwe di Rojava de dibîne’

Parlak bal kişand ser helwesta gele Kurd û derbarê têkoşîna gele Kurd de jî ev tişt anîn ziman: “Di têkoşîna Rojavayê da bi rastî jî keda hemû gelê Kurd heye. Li Rojavayê ji her çar perçeyê Kurdistanê şehîdên gelê Kurd hene. Rojava welatê hemû Kurdan e. Rûmeta hemû Kurdan e. Gelê Kurd jî xwe di Rojava de dibîne. Pêşeroja xwe li Rojava dibîne. Ji ber vê yekê dema ku êriş li ser Rojava çêbû, xwedî derketinek, yekitiyeke gelek mezin pêş ket.”

‘Hewceye em nekevin rehawetê’

Di berdewama nirxandinên xwe de Parlak bilêv kir ku di encama berxwedana gel de bi rêya diyalog û muzakereyê di navbera Rêvebariya Xweser û Hikumeta Şamê de peymanek pêk hat û wiha pê de çû: “Gelê me bi vê hevpeymanê kêfxweş e lê hewceye em nekevin rehawetê. Heta niha jî gelek caran agirbest îlan kirin lê maixabin HTŞê, êrişên xwe berdewam kirin. Ji ber vê yekê, heta ku ew hevpeyman li Rojava binecih bibe, aramiyek li wê derê çê bibe, hewce ye ev çalakiyên me, piştgirîya me berdewam bike.”

‘Divê em yekîtiya xwe xurtir bikin’

Parlak di dawîya axaftina xwe de behsa girîngiya yekitiya gele Kurd kir û axaftina xwe wiha qedand: “Hewce ye em tifaqa xwe, yekîtiya xwe xurtir bikin. Divê em bi yek dengî, dengê xwe bigihînin cihanê ku em destketiyên Rojava jî biparêzin, yên Başûr û Bakur jî biparêzin. Em ji bo rojhilatê Kurdistanê jî bibin yek deng û dengê xwe bilind bikin ku Tehran jî mafên gelê Kurd qebûl bike.”

 

 

Etîket: Berxwedana RojavaPiştgiriya RojavaRojavaVezîr Coşkun Parlakyekîtiya demokratîk a Kurdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne