• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Panela ‘Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk’ hat lidarxistin

Enqere / AW

20 ÎLON 2025 - 18:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê bi beşdariya Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partî Mahfuz Guleryuz û parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan panela, “Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk” li dar xist. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê, li navenda giştî ya DEM Partî panela “Serpêhatiyên Rojava û îhtîmala Sûriyeya Demokratîk” li dar xist. Di panelê de Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partî Mahfuz Guleryuz û parlamentera Rihayê ya DEM Partî Dîlan Kunt Ayan axivîn.

Di serî de Dîlan Kunt Ayan axivî û li ser di şerê navxweyî de avakirina jiyaneke nû û pergala Neteweya Demokratîk rawestiya.  Dîlan Kunt Ayan anî ziman ku piştî berxwedaneke mezin li Kobanê şoreşek pêk hat û wiha got: “Piştî şoreşê pergala Neteweya Demokratîk hat demezrandin. Birêz Ocalan dema li Rojava bû jî pergala komînan ava kir. Niha jî ew pergal li wir bû ye goşt û hestî. Şoreşa Rojava di heman demê de bû şoreşa jinan. Jinan li wir xwe bi rêxistin kiri û saziyên xwe ava kir. Pergala Neteweya Demokratîk ekolojik û azadiya jinê esas digrê. Her wiha li gor pergala Neteweya Demokratîk perwerdehî tê dayin. Pergala perwerdehiyê jî li ser esasê pergala Neteweya Demokratîk tê saz kirin. Pergala perwerdehiyê modelekê di cihanê de jî mînakeke nû ye. Dema em pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve didin berhev di nav berê de ferqeke mezin heye. Li Tirkiyeyê perwerdehiyeke yek zimanî û yek olî tê dayin. Pergaleke netewperest e. Lê li Rojava pergaleke ku hemû netew û baweriyan jî esas digrê tê dayin. Hemû gel wekhev in. Li Rojava pergala hevserokatiyê di hemû qadên jiyanê tê rêvebirin lê li vir em nikarinê baş rêvebibin ji ber ku em di heman demê de di nava pergalê de dijîn û heşmendiya me jî li gor wê teşe digire. Pergala komînan li hemû qadên jiyanê tê meşandin.”

‘Pergala Rojava ji bo hemû cihanê mînak e’

Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser xebatên Jin Warê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin War tê wateya welatê jinan. Jin li wir ji akademiyê bigire heta aborî û hemû beşên civakê xwe ji nû ve saz dikin. Hem cihe aboriye û hem jî cihe akademiyê. Li Tirkiyeyê dema em dinirin cihên Malên Jinan biparêzin hene. Di wir de ji bo jin xwe pêşbixînin û di nava civakê de bibin xwedî rol tiştek tuneye. Tenê nav li serê dibêjin em jinan diparêzin. Li Rojava ji bo hemû cihanê modeleke mînak e. Ji bo wê jî em dibêjin Şoreşa Jinan e. Li wir pergaleke navendî ya rêveberin e tune ye. Gel bi xwe xwe rêve dibe. Li gundan komîn, li bajaran meclis û ji ser bajaran re jî kanton hene. Civak pêdiviyên xwe di wir de nîqaş dike û biryarên xwe di wir de bixwe dide. Niha jî nîqaşên li ser YPGê wê çek berde an na. Hene birêz Abdullah Ocalan jî perspektîfeke şenber dide. Li Şamê rêveberiyeke yekperest heye û ji bo hemû gelên Sûriyeyê xetereyê. Birêz Abdullah Ocalan jî dibêje Sûriyeyeke demokratik û wekhev. Her wiha dibêje dibe nasname û xwe rêveberî be naskirin. Dibêje di artêşê de jî divê wekhevî hebe. Dibêje heke ew hebe entegrasyona demokratik dikarê pêk were. Dibêje heke hikumeta Şamê li gor wê tevnegerê rewşa Rojava jî weke berê wê berdewam bike.”

‘Li Rojava destaneke dîrokî hat nivîsandin’

Piştre Mahfuz Guleryuz axivî. Mahfuz Guleryuz jî anî ziman ku Rojava xwedî 2 nasnameyê û ew nasname jî ya lehengî û avakirina jina wekhev e. Mahfuz Guleryuz destnîşan kir ku li wir destaneke mezin hatiye nivîsandin û ev tişt gotin: “Artêşa 2 dewletan nekarî pêşya DAIŞê bigire. Tu kesî nedikarî li dijî hovaniya DAIŞê bisekine. Jinên Kurd li bazaran dihatin firotin. Mal û milkê kurdan bibû xanîmeta xelkê. Lê bi berxwedana 37 kesan weke birêz Mazlûm Ebdî jî dibêje û mezin bû pêşya DAIŞê hat girtin û destaneke dîrokî hat nivîsandin. Gotin ew der wê bibe Stanlîngard. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê jî digot ‘Kobanê ha ket wê ha bikeve’. Lê wisa nebû û destaneke dîrokî hat nivîsandin. Heta wê rojê koalîsyonek tune bû. Berxwedana kurdan û di serî de şoreşgerên Tirkiyeyê û cihanê hebû. Tu hezeke navneteweyî tune bû. Kurdan mezin li ber xwe dan. Li Kobanê û her derê li kolanan li ber xwe dan. Li Bakur û çar aliyên Kurdistanê gel rabû ser piyan. Piştî vê berxwedanê serkeftin û şoreşê hezên navneteweyî bi kurdan re ketin tekiliyê. Divê em hemû vê yekê ji bîr nekin. Hinek weke ku Kurdan li berxwe nedayê û hezên navneteweyî alîkarî dike pênase dikin. Ji ber wê jî divê em vê rastiyê li rû ye wan bixin.”

‘Rojava modeleke ku gel dikare bêdewlet xwe bi rê ve bibe ye’

Mahfuz Guleryuz diyar kir ku li Rojava li ser paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergalek hat damezrandin û wiha pêde çû: “Birêz Abdullah Ocalan hertim têkoşîn û muzakerê bi hev re meşand. Hertim digot çawa ez li dijî wan têdikoşim dikarim muzakere jî bikim. Felsefeya Rojava jî li ser vî esasî ye. Tirkiye li ser Rêveberiya Xweser ferz kir ku li dijî Esad şer bikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ew qebûl nekir ji aliyê Tirkiyeyê ve weke dijmin hat îlankirin. Heman tişt Rusya jî li ser ferz kir got werin tevlî me bibin em bi hev re li dijî hezên cîhadîst şer bikin lê Rojava ew jî qebûl nekir. Tevî ku Tirkiyeyê gelek caran êrişî Rojava kir jî Rêveberiya Xweser kevirek jî neavet Tirkiyeyê. Ji ber ku çawa li dijî Tirkiyeyê têkoşîn dabûn pêşya xwe di heman demê de muzakere jî dabûn pêşya xwe. Rojava modeleke ku gel dikare bêdewlet xwe bi rê ve bibe ye. Di vî warî de mînak e. Ew jî li ser fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan pêkhat. Birêz Abdullah Ocalan got bi dehan dewletên Ereban hene lê di nav xîzaniye de ne. Ji bo gelan pergala netew dewlet ne çareserî ye. Ji bo gelan çareserî pergala modela Neteweya Demokratîk e. Rojava ji bo wê laburatuareke. Li hemû dinyayê xelk diçe di wê laburatuarê de lêkolîn dike lê mixabin em hê jî fehm nakin û li dûr ve temaşe dikin. Li Rojava bi baweriya heza xwe ya cewherî dikarê li dijî hemû kesan têbikoşê û dikare bi hemû kesan re jî gotûbêj bike.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

Etîket: DEM PartîEnqerePanel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne