Koordînasyona PAJKê fermandar Dîlan Şirnex bi bîr anî û wiha got: “32 salan bi fedakarî û kedeke mezin têkoşîna azadiyê meşand û şehîd bû.”
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê bi daxuyaniyekê yek ji fermandarên pêşeng ên artêşbûna jinê, Dîlan Şirnex bi bîr anî û sersaxî ji malbata wê û gelê Botanê yê welatparêz re xwest. PAJKê ragihand ku Dîlan Şirnex ji ber nexweşiya penceşêrê di 17ê Îlona 2026an de dema ku dihate dermankirin tev li karwanê şehîdan bû.
Daxuyaniya PAJKê wiha ye:
“Di têkoşîna hebûnê ya gel û jinên Kurd de şehîdên me yên leheng bi sekna xwe ya jiyana azad û têkoşîna xwe şopeke jênaçe li hişê dîrokî hiştin.
Ewladên leheng ên Kurdistanê li ber polîtîkayên qirker, asîmîlasyonîst û înkarê rabûn û tev li nava refên tevgera azadiyê bûn. Baweriya xwe bi wê yekê anîn ku rêya jiyaneke bi rûmet û durust bi têkoşîna li nava refên gerîla dibe û meşa xwe ya azadiyê dewam kirin.
Jinên Kurd her ku bi pêkanîn û kiryarên sîstema bi serweriya mêr û mêtingeriyê hesiyan ber bi refan ve herikîn. Bi ruhê azadiyê yê Rêber Apo xwe zane kirin û bûn xwedî meşeke xurt. Rêber Apo di lêgerîna her jineke dilxwazê azadî û wekheviyê de bû ronahî û hêvî.
Jinên Botanê weke hemû jinên Kurd bi wêrekî, ked, fedakarî û welatparêziyeke kûr berê xwe dan refên azadiyê. Botan warê dîrokî yê berxwedan û welatparêziyê ye. Têkoşîn, berxwedan û welatparêziya jinên Botanî yên tev li nava refên azadiyê bûn, li tevahiya Kurdistanê di jinûve geşbûna nasnameya neteweyî û pêkhatina serhildanan de bi rola pêşengiyê rabûn.
Lewma di zindîmayina rehê berxwedan û azadiyê yê Kurdistanê de têkoşîna jinên Botanî diyarker e.
Hevrêya me Dîlan Şirnex ku bi cewherê berxwedêr ê Botanê re bû yek û jiyana xwe da têkoşîna azadiyê, 32 salan bi ked û fedakariyeke mezin têkoşîna azadiyê meşand û şehîd bû. Em jî weke hevrêyên ji fermandarên pêşeng ên artêşbûna me ya jinê hevrê Dîlan, di serî de ji malbata wê ya hêja, ji tevahiya gelê me û ji gelê Botanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku armanca xwe ya xwegihandin li Rêber Apo bi ser bixînin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Dîlan Şirnex a şehîd bûye bi vî rengî ne:
Nasnav: Dîlan Şirnex
Nav paşnav: Rabîa Barinç
Dem û cihê jidayikbûnê: 1977 / Şirnex
Dayik-Bav: Zelîha-Abdurrahman
Dem û cihê tevlibûnê: 1994 / Zaxo
Dem û cihê şehadetê: 17ê Îlona 2026an

Hevrêya me Dîlan ku sala 1977an li Botanê ji dayik bû û mezin bû, taybetmendiyên têkoşerî, berxwedêrî û pêşengiyê yên xelkê Botanê di kesayetiya xwe de bi cih kir û bi koka xwe ve dilsoz ma. Li dijî êrişên sîstema kapîtalîst ên ku jinan dike kole, tune dihesibîne û di nava çar dîwaran de radigire hêrsa her jineke Kurd mezin e, baweriya wan xurt e. Hevala Dîlan jî ji jinên Botanê bi taybetî jî ji dayika xwe hîn bû ku bi hêza xwe dikare her tiştî bi ser bixîne. Ji ber vê yekê jî di jiyana azad de israr kir û lêgerînên xwe her roj mezin kir. Li gel ku hîn ji aliyê temen ve biçûk bû li pêşberî jiyanê bi berpirsyarî rabû û di heman demê de xwedî lêgerînên xurt bû. Hîn di temenê zarokatiyê de êrişên îmhayê yên li ser gelê Kurd nas kir ku li xaka xwe ya qedîm ji bo hebûnê têdikoşe. Bi salên 1990î re Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş ket, weke tevahiya Kurdistanê li nava gelê Botanê jî hêviyên azadiyê çand û bi PKKê re jinûve vejînê dest pê kir. Rêber Apo û PKK bûn dergaha azadiyê ku gelê Kurd, jinan hemûyan berê xwe dan wê derê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk êrişên xwe yên înkar û tunekirinê her roj zêde kir, gund şewitan, bi polîtîkayên komkujiyê hewl da hêviyên azadiyê biçikîne. Malbata hevala Dîlan jî di sala 1992yan de ji ber van êrişan neçar ma ku koçî bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê bike. Her wiha di sala 1992yan de ji ber şerê Başûr zextên PDKê yên li ser malbatê jî zêde bûn. Hevrêya me Dîlan li pêşberî van êrişan baweriya xwe pê anî ku êdî dema wê hatiye û gihîşt asta biryardayineke mezin, di sala 1994an de biryar da ku tev li PKKê bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Dîlan di sala 1994an de beşdarî nava refên partiyê bû, hewl da mîrateya berxwedanê ya Gulbahar, Çîçek û Rojîn Gewdayan tacîdar bike û li ser vê bingehê her kêliya xwe bi lêgerîneriyan li heqîqetê derbas kir.
Salên 1990î ku tev li bû ew dem bû ku li Kurdistanê gund dihatin valakirin û şewitandin, kuştinên kiryarnediyar rû didan, komkujî û koçberî dihate ferzkirin. Hevala me Dîlan di demeke bi vî rengî ya ji polîtîkayên înkar û îmhayê de weke jinekê ji bo bibe bersiv ji hêviya azadiyê û xeyalên azadiyê yên gelê xwe, jiyana xwe da gelê xwe û di gerîlabûyînê de têkoşîneke bêeman meşand.
Jinên ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tovên jiyana azad û rêxistinbûyî reşandin, ji kûrahiya dîrokê heta bi vê serdemê ne tenê hembêza xwe li civakîbûnê vekirin, di heman demê de azadî, edalet û wekhevî parastin û di berdêla vê de jî berdêlên giran dan û hîn jî vê yekê dikin. Hevala me Dîlan jî ku temenê xwe da têkoşîna azadiyê ya gelê xwe, bi bawerî, hezkirin û îradeya xwe ya ji kedê bû yek ji fermandarên pêşeng ên Tevgera me ya Azadiyê ya Jinê. Lewma erdnîgarî ji berxwedanê ya Botanê û çiyayên Kurdistanê yên xwedawendan textê xwe lê danîn, di hembêza xwe de fermandareke efsanewî mezin kir û jê re bû hevrê.
Ji ber vê yekê hevala Dîlan ji jinûve çêbûna li çiyayên Kurdistanê bawer dikir. Ev xak ew war bû ku bi berxwedanên destanî xeyalên azadiyê lê pêk dihat. Hevala Dîlan di dilê vê erdnîgariyê de jinûve ava bû, bi hêza ji vir wergirtî di avakirina Civaka Demokratîk de bi ked û fedakariyeke mezin têkoşiya. Û li ser vê bingehê her keliya xwe bi baweriya ji têkoşîna jiyana azad a jina û gelan derbas kir.
Di têkoşîna jinên Kurd a partîbûn û artêşbûnê de keda hevala me Dîlan mezin bû û her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî ya ji 32 salan da jiyana azad. Li gel ku sala 1997an birîndar bû, nesekinî û gavên xwe hîn bi xurtî avêt. Ev nêzîkatî ji xwe re kir pîvan. Li gel karên xwe yên leşkerî û îdelojîk di karên tenduristiyê de jî hevrêya me Dîlan xwe bi pêş ve bir û ji xwe re kir rêgezek ku li her qadê cih bigire û hêjayî her qadê be.
Hevrêya me Dîlan ji Botanê heta bi Behdînanê, ji Qendîlê heta bi Zap, Heftanîn û qada Soran, ji Mexmûrê heta bi Rojavayê Kurdistanê li her parçeyên berxwedanê fermandarek bû ku xwedî biryardariya mezinkirina têkoşînê bû.
Li dibistanên navendî yên partiyê hewl da ku tecrûbeyên xwe yên leşkerî bi daneheviya îdeolojîk temam bike û di sala 1999an de di perwerdeya PJKK û sala 2016an de li Akademiya Zeynep Kinaci ya PAJKê bi taybetî di têkoşîna zayendî, hezkirina jin û hişmendiya jin de lêgerînên xwe derxist asta herî bilind û hewl da xwe bigihîne wê têgihiştinê. Kûrbûnên li ser artêşbûna jinan û ARGKê di asta estetîk û exlaqî de nirxand û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re di xeta Zîlan de kûr kir, bi vî rengî tev li jiyanê bû û di asta pêşengiyê de hevrêyên xwe di hişmendiya jinan de perwerde kir.
Hevrêya me Dîlan li akademiya Zeynep Kinaci di raporeke xwe de girîngiya perwerdeya xwe bi xwe ya jinan bi van hevokan vegotibû; ‘Dema ku pêvajoya hatim perwerdeyê û hestên xwe yên niha tînim beramberî hev, dibînim ku gihîştime wê astê ku gelek tiştan hîn bi têgihiştî binirxînim. Cara yekê min dersa Jineolojiyê li vir dît ku Rêberê me demeke dirêj e xistiye rojeva me. Vê yekê li gel kelecanê, her wiha asta me ya têkoşîna azadiyê nîşan da. Lewma rastiya jin, analîzên civakî û dîrokî pêşî vedikin. Her wiha aliyê estetîk û etîk ên jinan kir ku hîn bi berfirehî li bûyeran temaşe bikim. Li pêşberî rastiya jin, mîsyona ku li qada civakî ji me re tê dayîn mirov dubare dubare dibîne. Bi Jineolojiyê re min di şexsê xwe de baştir dît ku divê em israra Rêbertî ya li ser mijara jinan û kûrbûnên xwe yên li ser vê mijarê hîn xurt bikin.’
Bi pîvanên milîtaniyê yên PAJKê hem di dema herî giran şer de hem jî di pêvajoya avakirina komînên demokratîk de bi daxwazeke mezin tev li kar bû, bû xwedî wê îdîayê ku bi jiyan, hevrêtî û fedakariyê xwe li her qadê bi pêş ve bibe û têkoşînê mezin bike.
Hevala Dîlan di pratîka xwe ya têkoşînê ya 32 salan ji hemû hevrêyan bi taybetî jî ji hevrêyên jin re bû mînak û hewl da ku bi kedeke mezin xwedî li nirxan derkeve. Bi hişmendiyeke dilsoziyê ya bêhempa ya bi vî rengî li gel nexweşî û pêvajoya zehmet a dermankirinê hêviya xwe ya ji bo jiyanê qet winda nekir û bi hêviya ku careke din xwe bigihîne çiyê tu carî teslîmî nexweşiyê nebû, pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin û Manîfestoya Civaka Demokratîk ji xwe re weke derman dît û heta kêliya dawî bi vê bawerî û biryardariyê jiya.
Hevrêya me Dîlan berxwedaneke mezin, têkoşîn, dilsozî, wêrekî, îrade, mîsyona pêşeng a jinên Botanê û gelek bedewiyên din di nava jiyana xwe ya şoreşgerî ya 32 salan de bi cih kir.
Hevala Dîlan bi meşa xwe ya azadiyê ya bê navber li serê çiyê, li geliyên ji rûbarên geş û li dilê berxwedanê wateya jiyanê bi rengê herî pak jiya, hîs kir û bi vî rengî ji bo hemû jinên bindest ên bi êrişên sîstema bi serweriya mêr re rû bi rû dimînin bû ronahiya hêviyê. Li ser vê bingehê bi têkoşîna xwe ya destanî ya ji 32 salan ku ji Botanê dest pê kir û heta Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê dewam kir, bi sekna xwe ya cewherî û pêşeng a li nava Tevgera Azadiyê ya Jinê wê her tim rêya me ronî bike.
Weke dilsoziya bi rêzgeha ‘hêvî ji serketinê hêjatir e’ ya Rêber Apo, bêyî ku hêviya xwe winda bike bi baweriya ku jiyan wê azadiyê bîne xwe li jiyanê girt, bi hêviya dîtina Rêberê me jiya. Bi biryardariya bersiva li berxwedana dayikê me ku digotin ‘Em ji mirinê bilindtirin’ hevrêya me Dîlan mirin bi hêviya jiyanê têk bir. Nûnera lêgerînera heqîqet û îradeyê hevrêya me Dîlan 17ê Îlona 2026an ji ber nexweşiya penceşêrê dema dihat dermankirin, tev li karwanê şehîdan bû.
Weke hevrêyê wê em soza xwe dubare dikin ku lêgerîneriya heqîqetê û berxwedana ku hevala me Dîlan ji me re hiştiye mezin bikin û bîranîn û hesreta wê bidin jiyîn.”



















