Siyasetmedar Îbrahîm Ayhan di salvegera koçkirina xwe de li ser gora xwe ya Sêwregê hat bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin Îbrahîm Ayhan aştî ne tenê wekî lihevkirinekê didît, wî aştiyê wekî pêvajoyek ku hestê bi hev re jiyanê yê hemû beşên civakê xurt dibe, didît û ji bo vê têkoşiya ye.
Siyasetmedarê Kurd Îbrahim Ayhan li Goristana Nato ya li navçeya Sêwregê ya Rihayê hat bibîranîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli, malbata Îbrahîm Ayhan û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û di destpêkê de xwişka Îbrahîm Ayhan, Fatoş Ayhan axivî û helbesta ku ji bo birayê xwe nivîsandibû xwend. Fatoş Ayhan di nivîsa xwe de hest û bêriya xwe ya ji bo birayê xwe anî ziman.
‘Aştî wek hestê bi hev re didît’
Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçûk Mizrakli axivî û bi rêzdarî Îbrahîm Ayhan bi bîr anî û wiha got: “Îbrahîm Ayhan aştî ne tenê wekî lihevkirinekê didît, wî aştiyê wekî pêvajoyek ku hestê bi hev re jiyanê yê hemû beşên civakê xurt dibe, didît. Ji bo vê têkoşiya. Lê dîsa ku rêya zindanê ji bo wî hat nîşandan, neçar ma ku bikeve rêyên xerîbiyê û li rêyên xerîbiyê jiyana xwe ji dest da.”
Destê aştiyê

Selçûk Mizrakli bal kişand ser destê ku ji bo aştiyê hat dirêjkirin û ev tişt anîn ziman: “Ji bo girtina destê aştiyê ku hat dirêjkirin, destên bi dil û wêrek amade bûn. Çi konjekturel be çi bi sedemek din be, ew dest hat dirêjkirin û destê hatî dirêjkirin hate girtin. Bi vê yekê em ê wefadarî û xwedîderketina herî mezin nîşanî Îbrahîm Ayhan bidin.”
‘Pêwîst e her kes bixebite’
Herî dawî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha axivî: “Ez hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Niha ji bo aştiyek mayînde pêvajo dimeşe. Partiya Îbrahim Ayhan jî û hevalên wî jî ji bo aştiyê têkoşînê dikin. Em bawer dikin ku em ê di demeke nêz de aştiyê saz bikin. Gelê me dê destê aştî û çareseriyê li hewayê nehêle. Vî gelî berdêlên mezin dan. Em ê xwedî li van berdêlên hatine danîn û mîrasa hatî hiştin derkevin. Ji bo vê yekê divê her kes erka dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve divê her kes bixebite.”
Bîranîn bi çepikan bi dawî bû.








