• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji PAJKê peyama Newrozê: Divê rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe

Navenda Nûçeyan / AW

20 ADAR 2026 - 11:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
PAJKê bi daxuyaniyekê ragihand ku jinên Kurd mîna di 8ê Adarê de dê di Newrozê de jî bibêjin “Niha dema jinê ye” û pêşengtiya çalakî û pîrozbahiyan bikin. PAJKê şerê li herêmê jî bi bîr xist ku destnîşan kir ku gelê Kurd di demek bûyerên çarenûsa Kurdistanê diyar bikin pêk tên de Newrozê pêşwazî dike. PAJKê diyar kir ku dê piştî cejnê zagonên entegrasyona demokratîk bên rojeva Meclisê û xwest ku zagona pêşiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan vedike di zûtirîn demê de bê derxistin.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) bi boneya 21ê Adarê Cejna Newrozê peyamek weşand. Di daxuyaniyê cejna Newrozê bi gotina, “Em Cejna Newrozê ya ku li dijî zilmê berxwedanê, li dijî tarîtiyê ronahiyê, li dijî serdestiyê mizgîniya bihara gel û jinan dide, di serî de li gelê Kurdistanê û li hemû gelên Mezopotamyayê pîroz dikin” Newroz hate pîrozkirin. PAJKê destnîşan kir ku Newroz ne tenê cejnek e û wiha got: “Newroz têkoşîna gelê Kurd a di bin pêşengiya jinan de tenê ne cejneke e, bûya sembola vejîn, berxwedan, ji nû ve zayîn û navê jiyana azad. Di şexsê hevrê Zekiye Alkan, Rehşan Demirel, Mazlum Dogan, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan de yên ku di rêya afirandina jiyanek azad de benda xwe veguherandina agirê Newrozê, hemû şehîdên xwe yên Newrozê bi rêz û mînetdarî bi bîr tînin.”

‘Gelê Kurd cardin li ser piyan e’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Newroz di demeke bûyerên çarenûsa Kurdistanê diyar bikin, di qewimin de pêwazî dikin û ev tişt hatin gotin: “Gelê Kurd careke din li dijî hêzên serdest ên ku statuya wan paşguh dikin rabûye ser piyan, yekitiya xwe ava kiriye û ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê seferber bûye. Berxwedana jinên Kurd çalakiyên kûrewî bandor kir. Li hemberî pergala zordar û dagirkeriyê berxwedaniya xwe kêlî bi kêlî hûnandin. Rêber Apo ku mîmarê şoreşa me ye gelê Kurd li dora van nirxên hevpar kir yek û bi şoraşa jinan re rizgariya demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn veguherand sîsemekê, berpirsyartiya van pêşketina dubare hilgirt ser milê xwe; gelê Kurd ji lepên qirkirinê rizgar kir û di Rojhilata Navîn de kir hêza herî diyarkar. Bi bangewaziya xwe ya aştî û civaka demokratîk re mizgîniyek nû daya gelê Kurd. Ji bo hemû gel bi hev re azad û di nav derfetên jiyanek wekhev û demokratîk de bijîn manîfestoya xwe bi vê bangawaziyê pêş xist. Bi vê wesîleyê em Newroza Rêbertiya xwe yê ku her tim bi pêşketinên nû biharê bi me dide jiyandin pîroz dikin.”

‘Zagonên entegrasyona demokratîk dê bên rojevê’

PAJKê diyar kir ku Banga 27ê Sibatê dikeve sala xwe ya duyemîn û piştî Newrozê dewleta Tirkiyeyê bi îhtîmaleke mezin dê qanûnên entegrasyona demokratîk bîne rojeva Meclisê û balkişand ser van xalan: “Mafê hêviyê û bicîhanîna biryarên DMME û Dadgeha Destûrî jî di rojeva wan de ne. Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê qanûnên ku rê li ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vekin werin derxistin û statuya muzekerevanê me yê sereke Rêber Apo were zelalkirin. Em jin jî dê bi têkoşîn û çalakiyên xwe vê Newrozê bikin Newrozeke ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dike.”

‘Newroz ji bo hemû gelan vejîn e’

Têkildarî şerê li herêmê jî PAJKê ev peyam dan: “Em îsal bi kaosa Rojhilata Navîn re dikevin Cejna Newrozê ya ku ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn sembola vejînê ye. Ji aliyekî ve polîtîkayên hêzên statukoparêz gelên herêmê dixeniqînin; ji aliyê din ve jî hêzên hegemonîk ku kapîtalîzma hov temsîl dikin, careke din gelên herêmê dixe nav dorpêçekê. Di encama vê dorpêçê de ya ku dikeve para gelan mirin, koçberî û wêrankirina aborî ye. Jin, wekî beşa herî zêde ji vî şerê bandor bûye di riyên koçberiyê de, di kampan de ji bo yên ku şer dikin weke xenîmeta sereke ya şer tên dîtin. Ger di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de encam were bidestxistin di şerê ji nû ve dîzayînkirina Rojhilta Navîn de piştî Sudan, Sûriye, Yemen, Efxanistan- Pakistanê niha jî li ser Îranê êriş dijwar bûne. Bi van êrişan re tê xwestin hemû herêmê bixin bin serweriya xwe, ji bo pergala hegemon xwe û paradigmaya xwe bi cih bike hemû riyan dicerîbîne.”

‘Çareserî stratejiya riya sêyemîn e’

PAJKê daxuyand ku bi boneya şerê Îsraîl-DYA û Îranê gelê Kurd cardin tê nîqaşkirin û ev nirxandin kirin: “Bi taybet li Îranê ku rewşa Kurdan tê nîqaşkirin, li hemberî Kurdan nêzîkatiyên pragmatîst jî berdewam dike. Par, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi awayê herî bi heybet Cejna Newrozê pîroz dikirin, lê mixabin îsal di nav şert û mercên şer ên dijwar de Cejna Newrozê pêşwazî dikin. Lê belê li ser bingeha avakirina jiyanek nû ya ku Rêber Apo wekî xeta 3’mîn formule kiriye, hem li dijî statukoyê û hem jî li dijî hêzên serdest berxwedana xwe didomînin û bi vê berxwedanê, bi pêkanîna yekitîya di navbera hemû gelên Îranê de pêşengîyê dikin. Ji bo avakirina yekitîyeke demokratîk a Îranê ya li ser bingeha mafên gelê Kurd, têkoşîneke bênavber tê meşandin.”

‘Jin baskê herê bibandor ê berxwedanê ne’

Li ser têkoşîna jinan PAJKê bi bîr xist ku di dînamîkên şer û kaosê de, jin baskê herî bibandor ê berxwedan û têkoşînê ne. Daxuyaniya PAJKê wiha dom kir: “Jinên ku 8’ê Adarê bi armanca ku sedsala 21’an bikin sedsala jinan pîroz kirin, li her derê herîkin qadên çalakiyê. Ew bûn kevirê bingehîn ê têkoşîna hebûn û azadiyê. Ew ji bo felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ şênber bikin û bigihînin asteke azadîxwaz her tim di nav çalakiyan de bûn. Jin weke kirdeyên damezrîner ên sosyalîzma demokratîk, cihê xwe li ser dika dîrokî wekî avakerên jiyanek azad û wekhev a li dijî serdestiya mêr girtin. Şoreşa jinan a Rojava û serhildanên Jin Jiyan Azadî yên Rojhilatê Kurdistanê di gerdûnîkirina têkoşîna azadiya jinên Kurd de roleke sereke lîstin. Hemû jinên li çar aliyê cîhanê li dora nirxên azadiyê kir yek.

‘Helwesta 8ê Adarê dê bi Newrozê dom bike’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Helwesta ku di 8’ê Adarê de hat raberkirin ji her kesî re da nişandan ku ka asta têkoşîna jinan gihiştiye kîjan astê. Em di pêvajoyekê de ne ku jinên Kurd dê careke din rola xwe wekî pirek azadiyê bilîzin ku ji 8’ê Adarê heta Newrozê dirêj dibe. Em bawer dikin ku bi rihê berxwedanê, hêza hevgirtin û tifaqê, helwesta siyasî û rêxistinî ku jinan derxistiye holê wê vê Newrozê bikin Newroza azadiyê. Bi wesîleya Newrozê, em careke din teqez dikin ku em ê li dijî şer û kapîtalîzma hovane aştî û jiyanek demokratîk ava bikin. Wek jin, em soza xwe nû dikin ku em bibin damezrîner û pêkanînerên modernîteya demokratîk, teoriya bingehîn a Rêberê me di destpêka sosyalîzmê de jiyanek azad diyarî mirovahiyê kiriye. Jin dê careke din di Newrozê de pêşengiya hemû çalakiyan bikin û bibêjin ‘Niha dema jina ye.’ Li ser vê bingehê, em careke din cejna Newrozê ya hemû gelan, bi taybetî jî ya gel û jinên Kurdistanê pîroz dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi dirûşmeya ‘Yekitiya demokratîk a Kurd û azadiya fizîkî ji bo Rêber Apo’ biherîkin qadên Newrozê.”

Etîket: 8ê AdareAbdullah OcalanNewrozPAJK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
PAJKê fermandar şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

PAJKê fermandar şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne