• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PAJKê 8ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xwebirêxistinê kir

Navenda Nûçeyan / AW

6 ADAR 2026 - 18:20
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Koordînasyona PAJKê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da û ev bang kir: “Ji bo parastina aştiyê û avakirina jiyanek azad li dijî pergala serdest a mêran ku di vê serdemê de bûye bela li serê mirovahiyê, li dijî xeta şer, tundûtûjî û mirinê, xwe birêxistin bikin û bibin yek.”

Koordînasyona PAJKê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyaniya PAJKê wiha ye: “Berî her tiştî, em 8ê Adarê ya Rêberê xwe pîroz dikin ku bi îdeolojiya rizgariya jinan re jinên kurd kirin xwedî bîrdozî û zanebûn, bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk jin weke hêza pêşenga ya veguhertîna civakê hêz û rol da jinan. Her wiha em 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li hemû jinên şoreşger û jinên azadîxwaz, hemû jinên ku di ber têkoşînê de ked didin, rêhevalên û gelê xwe pîroz dikin.

Roja 8ê Adarê, roja ku hemû jin di têkoşîna azadiyê de bûne sembol e. Lê di kûrahiya hemû dîrok û deman de bi eksanan nirxên jinan hatiye hûnandin. Têkoşîna jinan û têkoşîna azadiya jinan ya hezar salan, bi nirxên jiyanê yên komînal û weke çanda xwe ya berxwedanê bûne hêza afirandinê ya dîrokê. Em jî di wê îdayê de ne ku ev nirxên ku di vê erdnîgariyê de hatine avakirin, têkoşîna azadî, edalet û wekeheviyê bi paradigmaya azadîxwaziya jinê ji nû ve rojaneyî bikin. Di têkoşîna me ya 50 salî de ev nirx û pîvanên azadiyê ji çiyayan ber bi bajaran bûne nirxên herî bingehîn ên civakê diguherîne û vediguherîne.

Felsefeya JIN JIYAN AZADÎ ku ji çiyayên Kurdistanê ber bi Rojava û belavî hemû Rojhilat bûye îfadeya vê têkoşîn, denehev û hêza rêxistinbûna jinan e. Ev felsefeya azadiyê weke şoreşa jinan di roja me ya îro de benden bûye. Dîsa şoreşa me şoraşa pozîtîf e, şoreşa gulê ye, şoraşa afirandina azadiyê û ya nû ye. Şoreşa ku mafên xwe rêxistin dike, jiyan dike û têkoşîn dike ye. Şoreşa ku zilam diguherîne û qûtbûna radikal a ji sîstema zilamê desthilatdar e.

Bi boneya hemleya “NIHA DEMA JINÊ YE” ku Koordînasyona KJKê ragihand tam jî di demek wiha de xwedî wateyek pir girîng e. Xwedî îfadeya afirandina dema jinê ye û veguhertina dîroka serdestiya zilam ya ku jinê tine dihesîbine, hatiye kolekirin, di aliyê fizîkî û ruhî de di komkujiyan re derbas kiriye. Jina ku hêza bingehîn a civakbûn û komînalîteyê ye, bi şiyara “Niha Dema Jinê ye” ji kastîk katilê civakî ku yê tinekar hesap bixwaze. Riya ji rizgirbûna koletiyê, şer, komkûjî û êşa pergala kaptalîst tevahî cîhan û mirovahî xistiye nav bi înşaya jiyanek nû re derbas dibe. Têkoşîna ku bi dehan sala ye me daye meşandin û ezmûnên me yên şênber ev hêz, danehev û îda ava kiriye. Serdema nû ya ku bi banga Aştî û Civaka Demokratî re hat destpêkirin veguherînin dema jinan û li ser bingehê feraseta şoreşa pozîtîf dê avabûna înşayê pêk were.

Salek li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ku Rêberê azad ê jinan e derbas bû. Pêdiviyên vê bangê ji aliyê tevgera me ve bi baldarî hatine nirxandin û bicîh anîn. Wekî Tevgara Azadiyê jin, li ser bingehê perpirsyariyên vê pêvajoyê me nêzîkatiyek esas girt. Ji vir û şûn de divê ya ku dikeve ser milê dewletê pêkbîne û ji bo ku Rêber Apo bikare azad bixebite û bijî derfetan ava bike. Azadiya Rêber Apo yê ku muxataba vê pêvajoya û muzekerevanê me yê sereke ye, ji bo me jinên kurd a herî esasî ye. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan e. Heta ku Rêber Apo negihe xwedî derfetên jiyan û xebatên azad, mafê hêviyê nekeve dewreyê, ev pêvajo nikare berdewam bike, pêvajoya nû ya ku eksane siyaseta demokartîk pêk nayê. Vê pêvajoyê encex Rêbertiya me bi rê ve bibe û pratîkî bike. Ji ber vê yekê em dubare diyar dikin ku, divê ev 8 ê Adarê bibe 8ê Adara ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji hêla hemû jinan ve bi awayekî herî bi hêz were qîrkirin û referandûmekê.

Bi boneya 8ê Adarê, em her kesî vedixwînin ku tevlî têkoşîna xweşik-kirin, afirandin û azadkirina şoreşa jinan bibin. Îro hewl tê dayîn ku hovîtiya şer li ser tevahiya cîhanê, bi taybetî li ser Rojhilata Navîn ferz bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina aştiyê û avakirina jiyanek azad li dijî pergala serdest a mêran ku di vê serdemê de bûye bela li serê mirovahiyê, li dijî xeta şer, tundûtûjî û mirinê, xwe birêxistin bikin û bibin yek.
Di vê 8ê Adarê de, em nameya ku Rêbertiya me ji Tevgera me ya Jinê re nivîsandiye û perspektîfên wî yên li ser azadiyê wek diyariyek pêşkêşî hemû jinan dikin.”

Etîket: 8ê AdarebangJinPAJKpîroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
PAJKê fermandar şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

PAJKê fermandar şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

20 ÎLON 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
PAJK û KJKê sersaxî da malbatên şehîdan

PAJK û KJKê sersaxî da malbatên şehîdan

27 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne