Cenazeyê şehîd Dîlan Şirnex bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Mehmet Karasûngur a Binarê Qendîlê hate veşartin.
Cenazeyê şehîd Dîlan Şirnex bi tevlibûna gelek welatparêzan bi merasîmeke biheybet li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Binarê Qendîlê hat veşartin.
Di merasîmê de li ser navê PJAKê Sozdar Dilsoz axivî û diyar kir ku şehîd Dîlan Şirnex di temenê xwe yê biçûk de têkoşîna azadiyê nas kir û di ciwaniyê de biryara tevlîbûna nava Tevgera Azadiyê ya gerîla kir û wiha got: “Bê dudilî bi coş têkoşîn kir. Şehîd Dîlan hem fermandara hêza jin bû hem jî weke berpirseke tevgera jin li hemû beşên Kurdistanê û li her bosteke welat têkoşîn kiriye. Ji bo wê heta nefesa xwe ya dawî bi eşq têkoşîn kir.”
Sozdar Dilsoz diyar kir ku şehîdan bi têkoşîna xwe gel hişyar kir, perwerde û birêxistin kir û ev tişt vegot: “Şehîd Dîlan Şirnex sala 1994an tev li şoreşê bû û heta şehîdbûna xwe bê westan li ber xwe da. Heta dawiya şerê Rojava li Tebqa, Reqa ji bo parastina Şoreşa Rojava li ber xwe da.”
Her wiha birayê Şehîd Dîlan Şirnex Selîm Ebdulrehman axivî û diyar kir ku rêya şehîdan rêya wan e û wiha got: “Serê Rêber Apo, gelê welatparêz sax be. Hêviya ku ev xak rizgar bibe û azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mîsoger bibe.”
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Dîlan Şirnex bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hat veşartin.
















