• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ozgur Ozel li dijî desteserkirina CHPê meşiya meclisê: Navenda me ya nû meclis e

Enqere / AW

24 GULAN 2026 - 18:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku bi “Betalkirina teqez” ji peywîrê hat dûrxistin, piştî desteserkirina Navenda Giştî ya CHPê meşiya meclisê. Ozgur Ozel li ber meclisê mîtîng li dar xist û destnîşan kir ku niha şûn ve navenda wan a giştî meclis e.

Piştî biryara Dadgeha Îstînafê ya “Betalkirina teqez” li dijî kongreya CHPê, vê sibê navenda giştî ya CHPê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Betalkirina teqez” careke din ji bo Serokiya Giştî ya CHPê hat peywirdarkirin serî li walîtiya Enqereyê da ku navenda giştî ya CHPê ji rêveberiya niha were valakirin. Piştî polîsan xwest bikeve hundirê CHPê, di navbera polîs û girseyê de pêvçûn derket.

Aloziya di navbera girse û polîsan de dermek dirêk dom kir. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan bi gaza îsotê û TOMAyê êrişî girseyê kir. Li ser vê yekê girse rêya Eskîşehîrê ji wesayitan re girt û piştî demekê polîsan bi TOMA û gaza îsotê ketin hundirê navenda giştî ya CHPê. Piştî navenda CHPê ji aliyê polîsan vê hat desteserkirin Ozgur Ozel, parlamenterên CHPê û bi hezaran kes, ber bi meclisê ve dest bi meşe kirin.

3 caran dorpeç hilweşandin

Girse di meşê de bênavber li dijî biryarê dirûşim berzkirin. Her wiha polîsan 3 caran barikat danîn û xwestin meşê asteng bikin. Lê girse her 3 caran jî dorpeça polîsan derbas kirin û meşa xwe domandin. Her wiha Ozgur Ozel jî li dijî astengiyê hilkişiya ser TOMAyê û bertek nişan da.  Piştî girsêe astengiya polîsan derbas kirin hatin ber meclisê. Girse li parqa meclisê gkom bû û li vir mîtîng li dar xist. Ozgur Ozel ku derket ser otobusê û daxuyaniyek da.

‘Baskên butlanê yên AKPê û dadgeha wan li hemberî me ne’

Ozgur Ozel bi lêv kir ku piştî ew hatin ser partiyê, CHP kirin partiya yekemîn û wiha axivî: “Niha jî ji ber ku em bûn partiya yekemîn vê zilmê li me dike. Em ê rizgariyê bi hev re bînin. Baskên butlanê yên AKPê û dadgeha wan li hemberî me ne. Heta niha min tiştek negot. Lê êdî bes e. Nikarin min bi vî awayî biçewisînin. Em wisa nakevin. Darbeya 19ê Adarê ya 2025an darbeya dawî ya li vî welatî ye. Hinek ji zarokên vê partiyê re gotin dizin. Lê ew partî zarokên xwe jî dizane û yên bêbextî lê kirin jî dizane. Em kesî nafroşin.”

‘Navenda me ya giştî meclis e’

Ozgur Ozel da zanîn ku êdî navenda wan a giştî meclis e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Seat di 7ê sibe de li vî welatî li ku kesek krîmînal heye anîn li ber partiyê. Partiya me bi TOMAyan dagirkirin. Camê me deriyê me anîn xwarê. Me heta dawiyê li ber xwe da. Em dawiyê de jî tevî xaza îsotê û baranê em bi meş hatin ber meclisê. Ew partî ji bilî gaza îsotê ya desthilatê tu mijareke ku xwe paqîj bike tune ye. Ew meclis vîna gel nişan dide. Bi desteserkirina partiyê yên ku difikirin CHPê ji destê bigirin xwe dixapînin. Niha şûn vê Navenda me ya giştî meclisa Tirkiyeyê. Em teslîm nabin û serî natewînin. Ji bo bi serbikevin dimeşin. Çi dikin bila bikin em ê bi serbikevin.”

‘Partiya me cara 3yemîn hat girtin’

Ozgur Ozel destnîşan kir ku partiya wan cara 3yemîn hatiye girtin û wiha bi dawî kir: “Desthilatê û baskên wê yên butlanê cara 3yemîn partiya me girtin. Niha ez wê careke din vedixwînim ku em partiya xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin û cara 3yemîn vebikin. Heke CHPê yên hatine rêvebirin rêvenabin û yên desthilatê diyar kirine bi rê ve bibin ew tê wateya CHPê hatiye girtin. Ez ê şev û roj bixebitim û wê sindoqê bînim û partiya xwe ji vê dagirkeriyê rizgar bikim. Piştre jî em ê bi hev re sindoqê bînin welat û ji vê desthilatê rizgar bibin. Ez niha derbasî meclisê bibim û li navenda me ya nû xebatên xwe bidomînim. Ez we hemûyan vedixwînim têkoşînê. Em ê bi hev re bimeşin. Rêya me vekirî be.”

Piştî axaftinê Ozgur Ozel derbasî meclisê bû û girse jî belav bû.

Etîket: CHPMeclîsmesOzgir Ozel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026
Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026
Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne