Şaxa OHDê ya Rihayê li dijî hewldanên ferzkirina sîxurtî, zext û gefan pirtûkoka agahdarkirinê ya hiqûqî amade kir. Di pirtûkokê de hat destnîşankirin ku tevlibûna xebatên civakî ne sûc e û mafên hiqûqî yên mirovan hatin bibîrxistin.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê li dijî hewldanên sîxurtî, tacîz, zext û gefan ku di van demên dawî de zêde bûne, broşurek agahdarkirinê ya hiqûqî amede kir.
OHDê diyar kir ku broşur li dijî kesên ku xwe weke polîs, polîsên sivîl, xebatkarên îstîxbaratê yan jî peywirdarên dewletê didin nasîn û welatiyan bi domdarî li ser telefonê digerin, dişopînin, rêbiriyê dikin, gazî hevdîtinên taybet dikin, gef û zextan li wan dikin, ji wan agahiyan dixwazin û bi rêya malbat, kar yan jî perwerdehiyê wan tehdîd dikin hat amadekirin. Hat destnîşankirin ku armanca sereke ew e ku welatî mafên xwe yên hiqûqî nas bikin.
‘Tevlibûna xebatên civakî û siyasî ne sûc e’
Di destpêka broşurê de hat destnîşankirin ku tevlibûna xebatên demokratîk, siyasî, sendîkal, çandî û civakî ne sûc e. OHD di broşurê de balê dikişîne ser cudahiyên di navbera pişkên edlî yên fermî û hevdîtinên derqanûnî û ev yek hate gotin: “Ev broşur bi armanca ku karûbarên edlî yên fermî û hiqûqî ji hevdîtinên derqanûnî, nezelal û yên li ser bingeha gef yan jî berjewendiyan tên kirin bên cudakirin û welatî mafên xwe bizanibin, ewlehiya xwe misoger bikin, delîlan biparêzin û rêyên serlêdanê yên rast bikar bînin, hatiye amadekirin.”













