• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHD: Divê tavilê tecrîd bê rakirin û Ocalan azad bibe

Amed / AW

1 ADAR 2025 - 13:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Giştî ya OHDê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û xwest demildest tecrîd rabe û Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî.

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê gelek aliyên siyasî û rêxistinên sivîl û hiqûqê piştevaniyê didin vê bangê. Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) li avahiya Şaxa OHDa Amedê daxuyanî da.

OHDê bi navê “Ji bo aştî û siyaseta demokratîk pêwîste tecrîd bi dawî bibe û pêwîstiyên hiqûqî bên bi cihanîn” civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Giştî yên OHDê Serhat Çakmak û Ekîn Yeter û rêveber û endamên komeleyê tev li civînê bûn.

‘Em piştgiriyê didin banga birêz Ocalan’

Beriya daxuyanî bê xwendin Hevserokê Gişî yê OHDê Serhat Çakmak axivî û bal kişand ser peyama dîrokî ya Abdullah Ocalan. Serhat Çakmak bi bîr xist ku Abdullah Ocalna du roj beriya niha bangek dîrokî kir û got: “Piştî bangê pêvajoya berdana çekan û demokrasiyê dest pê kir. Em jî wek komeleya xwe girîngî didin vê bangê. Komeleya me jî ji roja hatiye avakirin, heta îro parastina mafên mirovan û hiqûqê dike. Yek ji xebatên me yên sereke jî tecrîdkirina li ser birêz Ocalan bû. Divê tecrîd demildest ji ser birêz Ocalan bê rakirin da ku dikaribe bi şert û mercên azad rabe û pêvajoyê bi rê ve bibe. Em jî ji bo vê pêvajoyê amade ne. Em dixwazin gav bên avêtin. Piştre em bi her awayî amade ne.”

Piştre daxûyanî ji aliyê rêvebera OHDê Şevîn Kaya ve hat xwendin.

Daxûyanî bi vî rengî ye:

“Daxuyaniya Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de ji bo avakirina aştiya demokratîk û veguhertina dîrokî ya li Tirkiyeyê xaleke krîtîk e. Gotinên birêz Abdullah Ocalan ên ‘Bêguman di pratîkê de danîna çekan û hilweşandina PKKê pêwîstî bi naskirina siyaseta demokratîk û aliyê hiqûqî heye’. Ji bo bidawîkirina pevçûnan û li ser esasê aştiyê avakirina siberoja hevpar a gelan bangek dîrokî ye.

Divê tecrîd bi dawî bibe

Ji bo ev bang were bicih were û xurtkirina diyalog û çareseriyên demokratîk, gava herî lezgîn rakirina tecrîda li Îmraliyê ye. Ji bo aştiyeke mayînde, divê demildest polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin. Ji bo ku Abdullah Ocalan dikaribe bi şert û mercên xwe rabe, divê azadiya wî were mîsogerkirin. Di vî warî de prensîbên hiqûqê yên gerdûnî û DMMEyê hene. Divê bi lezgîn biryara ‘mafê hêviyê’ ya der barê Ocalan de ku ev 10 sal in pêk nayê, were bicihanîn.

Mîsogeriya azadiya Ocalan

Tecrîda li ser Ocalan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, li pêşiya pêşeroja demokratîk a civaka Tirkiyeyê jî asteng e. Polîtîkayên tecrîdê çareseriyên aştiyane asteng dike. Ji bo meşandina pêvajoyên diyalog û muzakereyê weke pêwîstiyekê, pergala civakî ya demokratîk, divê azadiya Ocalan bê mîsogerkirin û rê li ber wî bê vekirin ku weke aktorekî çalak di vê pêvajoya girîng a ku bangawazî kiriye de cih bigire.

Divê rayedar guhd bidin bangê

Weke Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, em daxwaz dikin ku li gorî qanûn û mafên mirovan tecrîda Îmraliyê bê rakirin û bi navê sîyaseta demokratîk û avakirina aşitiyê bi awayekî lezgîn rêgezên hiqûqî yên ku mafê hêviyê ferz dike, pêk bînin. Em bang li hemû raya giştî û rayedaran dikin ku guh bidin vê bangê da ku Tirkiye demokratîk bibe û pêvajoya aştiyê pêş bikeve.”

Etîket: Abdullah OcalanOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne