• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

    Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

    Xwişka Murat Çîçek: Îhmalkarî heye lê delîl tine ne

    Xwişka Murat Çîçek: Îhmalkarî heye lê delîl tine ne

    ‘Ji bo pêvajo bi lez bibe divê birêz Ocalan demildest azad bibe’

    ‘Ji bo pêvajo bi lez bibe divê birêz Ocalan demildest azad bibe’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 22yê TÎRMEHA 2026an

    Ji DEM Partiyê daxuyanî: Êriş ne li dijî Tesîsa Şaredariya Amedê pêk hatiye HATE NÛKIRIN

    Ji DEM Partiyê daxuyanî: Êriş ne li dijî Tesîsa Şaredariya Amedê pêk hatiye HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    Kujerê Nîzamettîn Kalkan li Almanyayê hat binçavkirin

    Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

    Kujerê 22 Kurd û berpirsê JÎTEMa Qoserê: Hasan Atîlla Ugur

    Xwişka Murat Çîçek: Îhmalkarî heye lê delîl tine ne

    Xwişka Murat Çîçek: Îhmalkarî heye lê delîl tine ne

    ‘Ji bo pêvajo bi lez bibe divê birêz Ocalan demildest azad bibe’

    ‘Ji bo pêvajo bi lez bibe divê birêz Ocalan demildest azad bibe’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 22yê TÎRMEHA 2026an

    Ji DEM Partiyê daxuyanî: Êriş ne li dijî Tesîsa Şaredariya Amedê pêk hatiye HATE NÛKIRIN

    Ji DEM Partiyê daxuyanî: Êriş ne li dijî Tesîsa Şaredariya Amedê pêk hatiye HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo pêvajo bi lez bibe divê birêz Ocalan demildest azad bibe’

Esra Polat - Gulîzar Turkoz / AW

22 TÎRMEH 2026 - 09:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê MED TUHAD-FEDê Mahsûn Orûç, rêveberê DBPa navçeya Rezanê Sedat Demîrtaş û rêvebera MEBYA-DERa Amedê Menîce Yenî destnîşan kirin ku ji bo pêvajo bi lez bimeşe divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest azad bibe.

Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, didome. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo ku rêbazên demokratîk, hiqûqî û siyasî bikevin dewrê, ji destpêka vê pêvajoyê ve gelek gavên dîrokî û şênber avêtin. Lê belê, tevî van gavên dîrokî yên aliyê Kurdan jî, dewleta Tirk di nava vê sal û nîvê de ji xeynî avakirina komîsyona Meclisê tu gavên pratîkî neavêtin û qanûnên pêwîst ên ji bo pênasekirina pêvajoyê amade nekirin. Li aliyê din yek ji şert û mercên sermuzakerevanê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatin başkirin û ‘Mafê Hêviyê’ nayê bi cih anîn.

Endamê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED) Mahsûn Orûç, rêveberê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê Sedat Demîrtaş û Rêvebera Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) Menîce Yenî derheqê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.

‘Dewletê ji bo çareserkirina vê pirsgirêka sed salî gaveke berbiçav neavêtiye’

Mahsûn Orûç diyar kir ku di vê pêvajoya sal û nîv-du salî de ji hêla pratîkî ve tu gaveke berbiçav ji bo çareseriyê nehatiye avêtin û tenê şer hatiye sekinandin. Mahsûn Orûç rexneyên xwe yên li ser helwesta sîstematîk a dewletê bi van gotinan anî ziman: “Bi perspektîfa Serok Apo, şer hatiye sekinandin. Lê belê li aliyê din, Komara Tirk, ji bo çareserkirina vê pirsgrêka sed salî, gaveke wiha berbiçav neavêtiye. Heke heta niha samîmiyetek hebûya, pir gav dihatin avêtin û gelek jî biryarên erênî ji bo vî welatî, dê bihatana girtin. Lê berjewendiyên xwe yên şexsî, li ser berjewendiyên welatê Tirkiyeyê yê giştî re digirin. Dewlet her tim li gora konjektura Rojhilata Navîn û li gorî berjewendiyên hêzên hegemon tevdigere . Sed sal in mafê gelekî hatiye binpêkirin, mafê wî bi darê zorê, hatiye xespkirin.”

‘Bi xêre Serok Apo pêvajo heta niha hat’

Mahsûn Orûç da zanîn ku ji bo domandina muzakereyeke rûmetdar divê derfet ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên çêkirin û nêzîkatiyeke exlaqî li ser bingeha wekheviyê pêş bikeve. Mahsûn Orûç bal kişand ser astengiyên di hundirê sîstema dewletê de û wiha got: “Komar di vî milî de, bi rastî jî nêzîkatiyek exlaqî nîşan nade. Ev pêvajoya heta niha hatibe bi xêra Serok Apo ye. Rêber Apo di polîtîkayê de pir esnek nêzîk dibe. Heta dikare di cihekî de wiha çirûskek ronahî hebe, dixwaze wê mezin bike û belav bike. Ev tiştên ku Serok Apo dike, ji bo gelê Kurd e, ji bo vî welatî ye, ji bo Tirkiyeyê ye. Lê mixabin di nav dewletê de hinek alî hene rast nêzî Serokatî nabin. Dixwazin qeyran kûrtir bibe, nêzîkatiya wan wiha ye. Ji ber vê yekê, li hemberî Serokatiyê nêzîkatiyek exlaqî tune ye, em vêya qebûl nakin. Ku heger bi Serokatiyê re muzakere tê kirin, divê îmkan û derfet ji bo Serokatiyê çêbibin daku Serokatî bikaribe bi tevgera xwe re, bi pêşengên tevgera xwe re di nava têkiliyê de be.”

‘Em dixwazin Serokê xwe di şertên azad de bibînin’

Menîce Yenî diyar kir ku weke dayikekê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze û ev tişt gotin: “Em dixwazin Serokê me azad bibe û bikeve nav gelê xwe. Azadiya girtiyên nexweş dixwazin. Sal û nîveke, pevajoyek destpê kiriye lê tu gav ji hêla dewletê ve nehatiye avêtin. Me gav avêtiye, me fesix kiriye, me çekên xwe ji çeperan derxistiye, me kongreya xwe çêkiriye me ji bo pêvajoyê gelek gav avêtine. Serokatiyê me her tişt kiriye, dewleta Tirk tiştek nekiriye. Em dixwazin ew jî gav biavêjin. Em ji dewletê re dibêjin em dixwazin gav bêne avêtin. Em dixwazin bi Serokê xwe re hevdîtina pêk bînin. Em dixwazin ew girtiyên nexweş werin berdan. Em dixwazin gerîlayên me bikevin nav vî bajarî û bi gelê xwe bimeşin. Em dixwazin Serokê xwe di şertên azad de bibînin.”

‘Divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê’

Sedat Demîrtaş jî anî ziman ku mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û wiha pê de çû: “Aktorê yekemîn û sereke yê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Yê ku pêvajo da destpêkirin û agirbest da îlan kir ew e. Ji bo ku ev pêvajo bigihêje encamekê, gavên sereke eşkere ne divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Ji bo vê yekê jî şert e ku di warê siyasî û hiqûqî de gavên lezgîn bên avêtin. Heta ku ew di şertên girankirî yên zindanê de be pêkan nîne ku tiştekî erênî derkeve holê.”

‘Heke gav neyên avêtin metirsiya vegera berê heye’

Sedat Demîrtaş diyar kir ku heke dewlet polîtîkayên xwe neguherîne, dê encamên giran derkevin holê û wiha got: “Heke ev gav neyên avêtin, dê ev pêvajo bixitime. Wê demê em ê vegerin rewşa 50 salên borî ku tê de qirkirin, asîmîlasyon û windahiyên mezin çêbûn. Ne gelê Kurd û ne jî Birêz Ocalan vî tiştî naxwazin. Hêviya me ew e ku dewlet demildest dev ji siyaseta xwe biguherîne û vegere ser rêya demokrasiyê.”

Etîket: Mahsûn OrûçMEBYA-DERMED TUHAT-FEDMenîce YenîSedat Demîrtaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

Bi girseyî serdana şîna endamê YPGê Xalid Cûdî kirin

21 TÎRMEH 2026
‘Divê azadiya fizîkî ya Serokê me were misogerkirin’

‘Divê azadiya fizîkî ya Serokê me were misogerkirin’

19 TÎRMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê bi girseyî serdana şîna Rênas Adar kir

MEBYA-DERa Êlihê bi girseyî serdana şîna Rênas Adar kir

18 TÎRMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Zîlan Tek hate kirin

Bi girseyî serdana şîna Zîlan Tek hate kirin

8 TÎRMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Zarîn Akbaş kirin

Bi girseyî serdana şîna Zarîn Akbaş kirin

6 TÎRMEH 2026

Zinar Firat bi girseyî hat bibîranîn

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    Ji nivîskarên Kurd bang: Tecrîdê bi dawî bikin, deriyên diyalogê vekin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Bûlamê bi modela komûnal xizmetê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun ji wezîfeya xwe îstîfa kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komîsyona Kongreyê ya DEM Partiya Amedê dest bi xebata kongreya bajêr kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Qanûna çarçoveyî û di pêvajoyê de çi dibe?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan gelek zêde bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rotînda: Şehadeta Hozan Serhad windahiyeke pir zû û mezin bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Tevgerê pêşniyarên xwe ji dewletê re şandiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navên pêşmergeyên şehîd bûne hate eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (572)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne